Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Niha dora dewleta Tirk e ku gavan biavêje’

31/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Niha dora dewleta Tirk e ku gavan biavêje’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Endamê Insiyatîfa Parêzerên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer diyar kir ku Rêber Apo gavên xwe avêtin, lê niha dora dewleta Tirk e ku gavan biavêje.

Di 27’ê Şibatê de Rêber Apo banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” raghand. Ev banga Rêber Apo dengvedaneke dîrokî çêkir, ne tenê gelê Kurd pê bandor bû, lê belê tevahî cîhan bi vê bangê bandor bûn. Rêber Apo hemû gavên ku divê bavêje, avêt lê tevî vê jî hîn tecrîd li ser Rêber Apo berdewam e û dewleta Tirk ji bo serxistina pêvajoyê tu gavên berbiçav navêtiye.

Di vê çarçoveyê de endamê Insiyatîva Parêzerên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocelan Xalid Omer ji Rojnameya me re axivî.

‘Niha pêwîst e dewleta Tirk gavan biavêje’

Xalid Omer destnîşan kir ku Rêber Apo û Tevgerê Azadiyê erkê li ser milê xwe kirin û wiha got: “Tevî ku Rêber Apo pêşengiyê ji pêvajoya “Aştî û Civaka Demokaratîk” re dike, lê hîn tecrîd li ser berdewam e. Herwiha çi gavên ku ji Rêber Apo û Tevgerê Azadiyê duhatin xwestin hatin kirin. PKK’ê kongra xwe ya awarte lidarxist, biryara xwe ji nû ve avakirinê dan, têkoşîna çekdarî hat seknandin û meresîma şewitîna çekan hat lidarxistin. Edî hemû gavên pêşîn li ser dewleta Tirk e. Lê heya niha dewleta Tirk tu gavên ber bi çav neavêtine. Pêwîst e di destpêkê de bi awayekî lezgîn guhertinê di milê qanûnî de çêbike, da ku ji nû ve Rêber Apo bê darzandin, biryarek ji dadgehê derkeve û Rêber Apo sûdê ji mafê hêviyê bigire. Lê berovajî vê dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine. Eger gav ji aliyê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de neyê avêtin û ev pêvajo were seknandin, wê şerê çekdarî ji nû ve were destpêkirin. Ev jî wê aloziyek mezin ava bike û ne ji berjeweniya herdu aliyan e.”

‘Her kes xwesteka dîtina Rêber Apo dike’

Omer diyar kir ku kampaniya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikim piştgiriya banga Rêber Apo ye û wiha domand: “Piştî ku banga Rêber Apo ya “Aştî û civaka Demokratîk” derket, her kes di wê baweriyê de ye û dewleta Tirk jî di wê baweriyê de ye ku mifta Aşîtiyê di gîştî Rojhilata Navîn de, di destê Rêber Apo de ye. Her kas dixwaze hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin, ji bo ku armanc û helwesta xwe diyar bikin. Yek ji armanca wan hevdîtin e, ya din jî tecrîta ku li ser Rêber Apo dimeşe divê were seknandin. Dewleta Tirk tenê kesên ku ew dixwaze hevdîtinê, bi Rêber Apo re bike rê li pêşiya wan vedike. Em wek Insiyatîva Parêzerên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocelan di 19’ê Tebaxê de me daxuyanî ji bo raya gîştî da, ku em jî tevlî vê kampanyê dibin û piştgiriya wê dikin. Daxwaza me ji bo rûspiyan, nivîskaran, endizyaran, memosteyên zanîngehan û rewşenbîran dikin ku tevlî vê kampamyê bibin da ku em daxwazê wan ji sekretêrê gîştî yê netewên yekbûyî, ji meclîsa Ewropa, wezîrê dadê yê dewleta Tirk re û ji hin saziyêm mafê mirovan re rêkin.”

‘Serxistina vê pêvajoyê erkê her kesî ye’

Endamê Insiyatîva Parêzerên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Apo bang li tevahî gelê cîhanê kir, ku xwe di serxistina vê pêvajoyê de erkdar bibînin. Ji zarokê 7 salî haya kalên 70’ê salî, endizyar, nivîskar, parêzer, memoste, ciwan, xwendekar, tevahî sazî û dezgeh divê helwesta û erkê ku dikeve ser milê wan di serkeftina vê pêvajoyê de bikin. Herwiah ya herî girîng pêwîst e, jin cihê xwe di serkeftina vê pêvajoyê de bigire, helwesta xwe diyar bike û erkê li ser milê xwe bike. çawa ku jinê serkêşî ji Şoreşa Rojava re kir divê serkêşiyê ji pêkanîna vê pêvajoyê re jî bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.