Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe

31/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Ya Star! Dapîr û bapîrên me çi xweş anîne ziman: “Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe …” Armanca me ne serpêhatiya bizinekê ye lê rejîmeke li îflasê dayî ye. Ya ku me kiriye tenê ew e; ev gotina pêşiyan, me dubare aniye bîra xwe. Çima? Ji ber ku rewşa Rejîma nû ya Sûriyê, yan jî hewldanên vê dawiyê yên Şeybaniyê destê rastê yê Colanî bi rastî jî hema bêje dişibe rewşa bizina me ya ‘kol’.

Tê zanîn, piştî ku hikumeta HTŞ’ê pê bawer bû ku hinekê cihê lingê xwe çêkiriye, dest pê kir erênî peyam bide Rûsyayê. Jixwe ji bo ku navbera xwe û Rûsya çêbike, têkiliyên ku dagirkeriya Tirk biribû li ser kendala nakokiyên bi DYE û Ewrûpayê re, xuya ye ew jî bi kar anîne. Angu aqilê Tayip û Hakan Fîdan rê pêş Şeybanî kiriye. Eger Şeybanî bi ya dagirkeriya Tirk bike, wekî gotinek pêşiyên gelê Tirkmen dibêje ne xuya ye sibe-du sibe difna Şeybanî li çi biqelibe: Gotineke gelerî ya Tirkmenan wisa dibêje: “Yê ku rênîşanerê wî/ê qijik be, difna wî nizanim ji çi tiştî dernakeve”.

Armanca rejîma demkî ya Şamê ew e ku bi rêya têkiliyên bi Rûsyayê re Îsraîlê bloke (asteng) bike. Ji bo vê yekê dixwaze (Şam) Rûsya bi şiklekî xurtir vegere binkeyên xwe yên li Peravê. Heta hêza Rûsya li başûrê Sûriyê çalaktir bibe. Ne tenê wê derê, cihên ku berê Rûsya li wê derê hebû, Şam, hewl dide Rûsya dîsa li wan deran çalak bibe. Yek ji wan, firokxaneya Qamişlo ye.

Yek dibe ku bêje “Ma çi pêve heye, ev têkiliyên dîplomatîk in. Rejîma Colanî jî wekî hemû desthilatdariyan hewl dide tewazina hêzên cîhanî çêbike.” Eger evqas be, bila em bêjin tu rast dibêjî. Lê rejîma demkî ne tenê bi vê maye. Çi kiriye? Piştî serê vê salê êrîşê Elewiyan kiriye û ew ji jenosîdê derbas kirine. Bi wê jî qîma xwe neaniye, êrîş biriye li ser gelê Durzî, ceribandinên komkujiyê kirine û hê jî belaya xwe ji wan venekiriye.

Dibe ku hewara Elewiyan ti kesî nebihîstibû, lê dema ku şûrê cîhadîstan li berxwedana gelê Durzî terpilî bû, ji ber ku Îsraîlê ev destdirêjiya wan ji bo xwe wekî xetere dît, karîbû bertek nîşan bide û vê jenosîda li ser Durziyan di astekê de bide seknandin.

Vaye tam jî di vê mijarê de hiş û aqlê dagirkeriya Tirk xwe gihand hewara rejîma demkî ya Şamê: “Eger hûn (Şam) karibin Rûsyayê vegerînin başûrê Sûriyê, dibe ku hewldanên li vê derê yên Îsraîlê sînordar bimînin”.  Ji derveyê bandora Îsraîl-Rûsya li qada Sûriyê, tewazina DYE û hêzên kiwalisyonê, her hal ji aliyê Colanî ve nayê hesabkirin. Ji ber ku hesabê DYE û hêzên kiwalisyonê ew bû, HTŞ’ê bînin Şamê ku karibin rejîma şikestî ya Baasê tasfiye bikin. Bi ya xwe kirin jî. Hedefa wan a duyemîn jî bandora Îran û Rûsya li vê herêmê tasfiye bikin. Ew miraza wan jî pêk hat.

Niha rejîma nû gihaştî (gihaştîbûna vê rejîmê mijara nîqaşê ye) rêveberiya veguhêz a Şamê hewl dide, bi rênîşanêriya Tayip û Hakkan Fîdan, Rûsyayê li ber Îsraîl, DYE û Ewrûpa çêbike! Angu xwe bixe paş parastina Rûsya! Dîsa di rojên dawî de tê gotin taîfeya Colanî û berdevkên wî, dixwazin pereyên nû yên Sûriyê li Rûsyayê bidin çapkirin. Ev mijar di qada siyaseta dewletan de pir hate nîqaşkirin. Demên destpêkê gotin, nizanim li Qatar… Ew nebû hate gotin Almanya. Pirsgirêk çi ye, em nizanin. Ya ku em dizanin, niha jî dibêjin ‘li Rûsya’. Dibe ku mijara herî bê guneh xuya dike, ev be! Lê hesabên paş perdê ne ewqas bê guneh û paqij in!

Niha mirov dikare çi bêje, ji bo vê siyasetê! Ma yek nabêje, gelo DYE û Îngîlîzîstan û Ewrûpayê ji bo çi tu (HTŞ’ya Colanî) birin Şamê? Ma ne ji bo ku Baas’a ku destê li herêmê yê Rûsyayê bû, qut bikin? Belê! Ji bo ku mirov vê bizane, ne pêwîste mirov bibe ewliya û siyasetmedarekî serkeftî. Ji ber ku ew bi xwe vî tiştî dibêjin. Yanî mêrikan “mal şewitandin da ku mişk bikujin. Tu çi dikî?” HTŞ çi dike? Bi aqlê dagirkeriya Tirk radibe û rûdine. Hewl dide Rûsya, Îsraîl, DYE û Ewrûpayê li ser heman benikê canbazan bide leyistikandin.

Ma em ê çi bêjin! Ji me tê ku em karibin tiştekî bêjin? Ya ji destê me were, ew e; em xwe bidin aliyekî û li pêşiyên xwe guhdar bikin: “Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe.!”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.