Kurdyar Dirê`î
Di dirêjahiya 14 salan ji kirîza Sûriyê, mûxalefeta li himber rêjîma Eseed nebû bersiv ji daxwazên gelên Sûriyê re, yên di çarçova azadî, wekhevî û demokrasiyê de bûn , lê tersî wê bû bersiv ji ecendeyên Tirkiyê û Qeter re û hin jî bûn bingeh ji himbêzkirina rêxistinên mîna Elqaîde û DAIŞ’ê re, ku di encamê de him rêjîma Eseed di nava xwe de riziya û him jî mûxalefet di nava xwe de bê wate ma, mijarên demokrasiyê, wekheviyê û biratiya gelên Sûriyê di rojeva wan de nema, li şûna wê tewanbarkirina hevdû, gawirkirina pêkhateyan, guhertina armancan ji helwişîna Elesed ber bi ji holêrakirina gelê kurd û ferzkirina sîstemeke îslamî radîkal li ser Sûriyê û belavkirina zuhniyeta Îxwanelmuslimîn û cîhaddistan cih girtiye, ev rewşaya ketiye xizmeta jihevxistin, wêrankirin û nebawerkirina pêkhateyên Sûriyê ji hevdû re, ku ketiye xizmeta dewletên herêmî û hin hêzên navdewletî de, û temenê kirîza Sûriyê dirêj kiriye.
Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de alternetîveke demokratîk, pir reng, wekhevî, angu xweseriya demokratîk bi zuhniyeteke demokratîk û li ser bingehê biratiya gelan hatiye avakirin, lê belê herdem rastî êrîşên mûxalefetê di bin buhaneya cudekariyê, Tirkiyê di bin buhana terorê de û hin hêzên navdewletî bi buhaneya berçavgirtina metirsiyên Turkiyê û berjewendiyên xwe de hatiye, ango weke alternetîv nedane pêş, ev tiştaya bi sîstematîk hatiye kirin ku nedixwestin Sûriyê têkeve li ser rêya çareseriyê û aramiyê de. Di 8’ê Berfanbara 2024 de rêjîma Eseed hilweşiya. Piştî hilweşîna rêjîma Beşar Elesed û dawîhatina li sîstema Bass ya zêdeyî 60 salî berdewam kir, rengê Sûriya nû, mijara demokrasiyê, nenavendîbûn û dawîanîna li şer û pevçûnan ketiyê rojevê de, lê belê yên anîne li ser serdestiya Sûriyê tu nirx û pîvanên wan rojevan di xwe de nahewîne û di eynî demê de beşeke ji Al-Qaîde ne û di lîsteya terorê de ne!
Cihê matmayînê jî ew e ku ji wan dixwazin ku demokratbin û hemî pêkhate, ol û mezheban himbêz bikin! Sûriyeke nû ava bikin! Gelo zuhniyeteke cîhadist, çawa demokrasiyê û pirrengiyê bipejirîne! Em dikarin bêjin ku bi sîstematîk alternetîvekeî cîhadist li şûna Eseed bicî kirin, ku bikeve xizmeta pirojeya jihevxistina deverê de, sîstemeke mîna Bakur û Rojhilatî Sûriyê ku li Şamê bi cî bibe, bê guman dê nekeve xizmeta parvekirina Sûriyê de. Serokê HTŞ’ê an jî Heyet Tehrîr Al-Şam Alcolanî, ji nava Al-Qaîdê de derketiye, bi DAIŞ’ê re tevgeriyaye, xwe ji DAIŞ’ê cuda kiriye û Cebhet AL-Nusra avakiriye û herî dawî jî tevgera xwe bi navê HTŞ bi nav kiriye, di nava lihevkirineke herêmî û navdewletî de derbasî Şamê bûye û xwe weke serweriya demekî binav kiriye. Li şûna ku hêzên demokratîk alternetîvê Eseed bin , endezyarên nexşekirina Rojhilata Navîn ya nû Elcolanî kirine elternetîv, ku plana perçekirin û jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn û Sûriyê cîbicî bikin.






