Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nenavendîbûn wê  kirîza Sûriyê bi dawî bike û wekheviya gelan pêk bîne ’

27/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Nenavendîbûn wê  kirîza Sûriyê bi dawî bike û wekheviya gelan pêk bîne ’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Perwîn Yûsif anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantiya mayîndebûna Sûriyke pirreng e  û got, “Hikûmeta veguhêz ya nû hê jî bi zihniyeteke navendî tê birêvebirin, ev jî dibe sedema têkbirina ewlehiya Sûriyê bi giştî.” 

Piştî ketina rejîmê û desteserkirina Heyat Tehrîr El-Şam (HTŞ) ya di 8`ê Berfanbara 2024`an, rewşa Sûriyê bi giştî hat guhertin. Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif diyar kir ku ji dîroka ketina rejîma Baas de, Sûriyê di xaçerêya dîrokî radiweste. Perwî Yûsif di hevpeyvîneke taybet de bersivên pirsên rojnameya me da.

Hevpeyvîn wiha ye:

Piştî ketina rejîma Baas û destederkirina Heyat Tehrîr El-Şam (HTŞ) ji desthilatdariya Sûriyê re, hûn rewşa Sûriyê bi giştî çawa dinirxînin?

Bê gûman piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ku zêdetirî 14`e salan dewam kir, danasîna rewşa siyasî li Sûriyê îro dihêle ku mirov têkeve wê baweriyê ku welat li ser xaçerêya dîrokî derbas dibe. Piştî ketina rejîma Baas û bi guhartinên ku ji dawiya sala 2024’an pêk hat herwiha bi hatina desthilateke nû ya demkî, îsbat kir ku pirojeya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareserkirina pirsgirêkên heyî ye. Mirov dikare vê bêje, rêveberî bûye hêviyên avakirina Sûriyeke demokratîk. Bê gûman ev yek jî încex bi nenavendîbûnê pêk were. Lê hikûmeta veguhêz hê jî bi zihniyeteke pir navendî tê birêvebirin û nenavendîbûna demokratîk li ser yekîtiya Sûriyê weke xeteriyekê dibîne. Lê berovaje, lewra ya rast ew e ku wê nenavendîbûn garantiya mayîndebûna Sûriyê ye. Lewra tevî hemû zextan aramî, xizmetguzarî û ewlehiya herêmê peyda kiriye. Lê ji bo têkbirina binesaziya herêmê, ji aliyê  dewleta cîran ku desteserkirina vê hikûmeta demkî hêsan dike, di vir de diyar dibe ku ji bo aramiya neteweyî, pêwîstî bi peymaneke civakî ya nû ku mafê hemû pêkhateyên Sûrî cihê xwe tê de bigirin were nivîsîn.

Hikûmeta veguhêz a Şamê bi çi rengî li dosya nenavendîbûna Sûriyê  dinêre?

Di danûstandina hikûmetê ya dosyaya nenavendîbûnê de, hê jî dosya sînordar dimîne. Di bin sernavên ‘Reforma rêveberî’ yan jî ‘Entegrasyona saziyî’ de projeyan pêşniyar dike. Lê di bingeha xwe de ew ji dervî diyaloga sînorkirî dernakeve dibe ku di kîjan kêliyê de, ji aliyê navendê ve were vekişandin. Li hember vê yekê, ji projeya me ya Rêveberiya Xweser daxwaza nenavendîbûna destûrî ya zelal dike ku ji rêveberiyên herêmî re zagonsazî û rêveberî dayîne. Herwiha di nava artêşeke neteweyî de rêveberiya çavkaniyê digire nava xwe û hêzên ewlekariyê yên herêmî tenê hevkariya parastinê be. Tişta ku îro tê pêşniyarkirin tenê weke şikliye. Lewra heta niha hêviyên herî kêm ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk nayne û ne jî gelên herêmên başûr an jî rojavayê Sûriyeyê di nav de parêzgeha Siweyda ye ku di heman demê de li şûna sozên vala, dest bi daxwaza formekê hevkarî rasteqîn kiriye.

Ji bo çareserkirina pirsgirîkên heyî hewldanên hikumeta veguhêz rastîn hene yan jî tenê soz in?

Çareserkirina pirsgirêka reforma siyasî, ne bi pirbûna lidarxistina konferans û civînan ne. Lewra ya girîng hebûna rêvebirê siyasî yê ku ji bo çareserkirin û pêkanînê bibe bersiv. Ji bo wê em vê dibêjin bê nivîsandina destûreke nû ku nenavendîbûnê pêk bîne, ziman û çandan nas bike, jin û ciwanan di pêvajoya siyasî de xwedî roleke girîng bin, herwiha mafdayîna hemû pêkhateyan ta ku cudahiya olî di nav gel de were rakirin ji bilî vê yekê wê ti çareserkirin nîn bin. Çimkî çareserkirin bi pirbûna name û sozan nayê pîvan, lê belê bi parastina ser gepa nanê jiyanê rê li ber hilweşîna nan, genim, av û elektrîkê tê pîvandin. Îro encamê êriş û krîza li ser binsaziyê ya ku bi sala ye dûm kir, girantir dibe.

Di nerîna we de sedemên sereke yên xwepêşandanên li Siweydayê yên li dijî hikûmeta Şamê çi ne?

Xwepêşandanên li Siweydayê redkirina li dijî hilweşandina têkbirina jiyanan û mafxwarinê bû.

Ji bo jiyaneke demokratîk dirûşmên rûmet û azadiyê bilindkirin qirkirina nasnameya Durziyan û têkbirina dosya ewlekariyê red kirin. Ya herî girîng jî ev tevger parçebûna desthilata navendî radixe ber çavan û teqez kir ku pêwîstiya her pêkhateyek herêmî bi şêwazekî Rêveberiya Xweser heye ku mafên wan misoger dike nîşan da. Bi taybetî dema ku Siweyda di hefteyên dawî de ji aliyê hin eşîrên Bedewî rastî êrişên çekdarî hatin. Ev yek li ber çavên hêzên hikûmetê yên ku ji bo parastina sivîlan tevnedigerin pêk hat lê hikûmetê ji bo parastina gel tiştek pêşkêşnekir ev jî bû sedema kûrkirina kirîzê. Ev yek hişt ku hestê civaka Durzî xurtir bibe ku hikumet yan nikare wan biparêze yan jî ew bi xwe êrişên van çekdaran hêsan dike. Di encamê de êdî xwepêşandan nema tenê ji bo krîza debara jiyanê ye, êdî bû qêrîna dijî siyaseta heyî ku zext li civakeke tê kirin tenê ji bo ku daxwaza mafên xwe dike.

Ji bo pêkanîna daxwazên xwepêşandanan, hikûmet çawa tevdigere? Qirkirina, îhmalkirin an diyalog?

Ji aliyê xwe ve hikûmet daxwazên gel paşguh kir û di riya ewlehiyê de zextên ne zindî pêk anî. Ji bo pêkanîna aramiyê bi kesayetiyên herêmî re hinekî hewldan kir lê bi sozên xwe ne girêdayî bû. Ji bo diyaloga çareserkirinê hikûmetê ji aliyê xwe vet ê rê neda. Herwiha ev rêbaz li herêmên din jî pêk tine.  Ev tê wateya ku nerînên pêkhateyan paşguh dike. Mirov dikare li vir tekez bike ku, bêdengiya li ser mafxwarina nasnameya gel ne çareseriye, berovajî wê, çareserkirina kirîza Siweydayê niha xwecihgirtina nûnerê wê di qada siyasî û mafdayîna wê di nava destûreke nû de hebe.

Rewşa Siweydayê bandoreke çawa li herêmên din yên Sûrî kir?

Serhildana Siweydayê li hemû parêzgehan belav bûn, bêdengî şikand û pirsa nenavendîbûnê weke hewcedariyê derxiste holê. Lewra wekî çareseriya neteweyî ne parçeyî ye tê hilbijartin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yek bi lidarxistina konferans û diyalogan ji bo yekkirina helwestên pêkhateyan diyar bû ku gelê Sûriyê gihîştine wê baweriyê ku ji bo paşerojeke demokratîk, wê bi jiyana hevbeş were avakirin. Li parêzgehên din jî hişmendiya gel zêde bûye ku, hikûmeta navendî êdî nikare daxwazên civakê pêk bîne. Lewra ji bilî dayînapeymaneke civak nû ku nenavendbûn cihê xwe tê de bigire, wê ti çareserî pêk neyê. Bi perspektîfa Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk de aloziya Sûriyê ne qeyrana herêmeke taybet an pêkhateyeke tekane ye, ew qeyraneke sîstemeke temam e ku nikaribû pêşketinê îsbat bike. Di heman demê de tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû mînak û hêviyeke ji bo avakirina Sûriyeke federal a demokratîke. Tevgera Siweydayê mîna berxwedana Cizîrê ya li dijî dagîrkeriya Tirk û mîna israra Reqa û Dêra Zorê ya li dijî DAIŞ’ê hemû xal in ku piştrast dikin ku Sûriyeyî daxwaza dewleteke wekhev dikin. Ev jî wê bê nenavendîbûnê were avakirin ji bilî vê yekê wê ticarî aramî pêk neyê. Lewra ya herî girîng û pêwîst  hevkariyeke rasteqîn ya di navbera hemû pêkhateyan de were avakirin û artêş û dewlet bi rengekî ku gel biparêze li şûna ku wan qir bike ji nû ve were avakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.