Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Baweriya gelê Sûriyê bi hikumeta veguhêz ya Sûriyê nayê

23/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim

Rêjîma Baas a ku 60 salan li ser desthildariyê ma, di 8’ê Çileya 2024’an de hate hilweşandin, herwiha weke tê zanîn piştî ketina Rêjîma Baas HTŞ`an jî hikumeta veguhêz a Şamê ya ku Serokê wê Ehmed El- Şera bi armanca hevkariya hêzên navdewletî hate li ser deshildariya.  Xewin, hêvî û xeyala tevahiya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke wekhev û Dîmokratîkî were avakirin. Di heman demê de, tevahiya gelê Sûriyê kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê dane xuyakirin. Lê mixabin piştî hatina hikumeta veguhêz a Şamê li ser desthildariyê ew hêvî, xewin û xeyalên tevahiya gelên Sûriyê hatin şikandin. Ev hikumeta veguhêz a ku serokê wê Ehmed El-Şera tenê yek rengî û yek alîbûnê dixwaze bide pêkanîn, hewl dide vê hişmendiyê  li ser gelê Sûriyê feriz bike, komkujiyên ku li berava Sûriyê hatin kirin vê yekê tekez dikin. Sûriyê welatekî pir rengîye û gelek pêkate lê dijîn, ji ber vê yekê ev hikumeta bi vî rengî pêwîste ku mafê hemû pêkhateyan biparêze û hembêz bike. Ev hikumet mafê hemû pêkhateyan û bi tayebet mafê jin di destûra Sûriyê ya nû de paşguh dike, ji ber vê yekê gelê Sûriyê bi tu awayî vê hikumeta bi vî rengî qebûl nake. Em dibînin ku ji dema ku hikumeta Şamê ya veguhêz hate li ser desthildariyê aloziya Sûriyê hîn kûrtir bû, ev hikumeta veguhêz a Şamê hikumeteke çêkirî ye û bi piştevaniya hêzên heremî û cîhanî hate ser desthilatiyê û wê baweriya gelê Sûriyê negirtiye û nikare Sûriyê bi rêve bibe. Ev hikumet bi hişmediya DAIŞ’ê komkujiyan li ser jinan û tevahiya pêkhateyên Sûriyê dide meşandin û dixwaze ku reşkirinê di navabera pêkhateyên herêmê de derxe hole û armanca wê parçekirina Sûriyê ye. Ev hikumeta veguhêz a Şamê kesên sûcdar û kojerên mirovan di nava rêveberiya xwe de erkdar dike. Serçeteyê mîna Mihmed Casim Ebû Emşa û Hatim Ebû Şeqra ên ku destê wan di kuştina jinan û gelek welatiyên Sûrî de heye weke fermandar di nava artêşa Sûriyê de wan bi cih dike. Piştî wê dîsa me dît ku hikumeta veghêz a Şamê serçeteyê girêdayî dewleta Tirk a dagirker û kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra weke fermandarê ferqeya 86’an li herêmên Dêre Zorê, Reqa û Hesekê hate erkdar kirin. Ev serçeteyên bi vî rengî ku di nava hikumeta veguhêz a Şamê de tên erkdarkirin zagonên mafên mirovan binpêkirine û bi hezaran sûcên şer kirin e. Ev serçeteyên di nava hikumeta veguhêz de cihê xwe digrin di asta navnetewî de jî mîna kesayetên tûndrew û sûcdar têne naskirin. Ev kesên sûdar bi tu awayî wê nikaribin Sûriyê bi rêve bibin û ev şêwazê ku HTŞ’ê pê Sûriyê bi rêve dibe wê rewşa heyî hîn bêtir alûztir bike.

Komkujiyên ku di 8’ê Adarê de li dijî civaka Elewî û ji beriya wê li ser Elewî, Xiristiyan, gef û tehdîdên li ser Kurdan têne meşandin rastiya hikumeta Sûriyê ya veguhêz û hişmendiya wê radixe ber çavan. Helbet ev yek xeteriyeke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dike û fikarên tevahiya gelê Sûriyê ji bona pêşeroja Sûriyê hene û ew baweriya xwe bi vê hikumetê nayîne. Tevahiya pêkhateyên Sûriyê, Sûriyeke Demokratîk û ne navendî dixwazin û dibêjin ku sîstema herî guncaw ji bo Sûriyê sîstema ne navendiye. Ji bo ku  Sûriyeke Demokratîk û ne navendî were avakirin, pêwîste tevahiya pêkhateyên Sûriyê bi erkê xwe rabin û li dijî siyaseta şerê taybet ya ku tirkiyê û çeteyên pêve girêdayî dide meşandin her tim di nava têkoşînê de bin û ji bona siberoja Sûriyeke demukratîk yekîtî û hevgirtina xwe xurtir bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.