Esma Mistefa/Qamişlo
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso da zanîn ku Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan ne care yekemîn e ku tê lidarxistin, çawa di dîrokê de hemû pêkhate, ol û baweriyan di Sûriyê de hev du parastin, ev gav jî nûjenkirina wê ye û got, “Tirkiyê êdî divê rewşa Sûriyê di aliyê çareseriyê de ber çacavan re bigre ne di aliyê xetmandinê de”.
Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8’ê Tebaxî de hat lidarxistin. Têkildarî Konferansê û helwesta hikumeta veguhêz a Şamê, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan di demeke girîng de hat lidarxistin û dengvedanek di asta Sûriyê û cîhanê de ava kir. Gelo hûn vê gavê bi giştî çawa dinirxînin?

Rewşa di Sûriyê de dişibe girêkeke ku zû ji hev nayê derxistin, bi şêwazê heyî ev girêk venabe û ev yek bi zanebûn çêdibe. Aliyek tenê dixwaze bi yek helwest, yek ziman, yek dewlet û siyasetê derkeve pêş, ev yek jî bi siyaseta şiddetê, înkar û tunekirinê tê naskirin. Mixabin hikumeta veguhêz a Şamê di dema heyî de, rola pêkhateyên di Sûriyê de ji dîrokê û heya niha di ber cav re nagre.
Rola hemû pêkhateyan di avakriina Sûriyê de heye û kes nikare înkar bike. Rola Kurdan beriya sed salî di avakirina Sûriyê de roleke sereke ye û pêşengtiya civaka Sûrî kiriye, pêşengtiya parastina civakan kiriye, herwiha pêşengtiya siyaseta Sûriyê kirine ku Sûriyê bibe Sûriyeke demokratîk, komara hemû pêkhateyan ku dîrok vê îfade dike. Rola Ermeniyan, Suriyaniyan, Durziyan û Elewiyan jî heye ku ev yek di çarçoveya Şoreşa Sûriyê a Mezin de hemûyan xwe îfade kirin û li hember dagirkerî û gefên li ser Sûriyê dihatin xwarin roleke sereke lîstin. Di dema veguhestinê de jî dema derketina Firansa ji Sûriyê jî Kurdan li kêlek Durzî, Elewî, Xiristiyanî, Sûryanî û Ereban cih girtine û karîne Komara Sûriyê ava bikin û ber bi aramiyê ve biribana. Lê yê ku rê li pêşiya vê yekê girt wê demê Partiya Baas bû. Du partiyan xwe kirin yek û li ser esasê perçekirin, talankirin, perçekirina civakê , dûrxistina olan û li ser vê siyasetê nijadperestî dan meşandin û Sûriyê kirin komarekî Erebî.
Niha piştî zêdetirî 60 salî li ser rêjêma berê, ev rêjîm hat rûxandin. Ew partî zêdetirî 60 salê li ser esasê rewşa awerte birêve dibir, çima rewşa awarte birêve dibir ji berk u pêkhate hebûn. Dema ku qanûna rewşa awarte derxistin armanc jê bêdenkirina pêkhateyan bû û hemû pêkhate kirin mêvan û koçber. Wê demê mafek ji koçber û mêvanan re di welatekî de dernakeve! Di aliyê maf û hiqûq de hemû hatin înkarkirin û di tunekirinê re derbas kirin.
Niha ev hikumeta veguhêz a nû li gorî veguheziyê nêz nabe, li gorî hikumteke ku xwe hemdem dibîne, him nijadperest û olperest her wiha xeta Baasiyan pêk tîne. Qanûna rewşa awarte pêk tîne û xeta nijadperestî û olperestiyê didomîne. Ji bo vê bi vê şêwazî ev hikumet nikare dewam bike, siyaset û netewperestiyeke rast ku hemû pêkhateyan di nava xwe de biparêze, nikare ava bike.
Konferansa ku hatiye çêkirin jî ne yekemîn care. Rêveberiya Xweser û pêkhateyên heyî di Sûriyê de ji hikumeta veguhêz kevintirin, di aliyê siyasî, exlaqî, civakî, çandî û dîrokî jê bi nirxtir û xurtirin. Û di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jê bi hêztirin, ev yek jî çawa wisa bû bi pêşengtî û rola jin a diyarker di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêkan bû, ev yek jî di çarçoveya avakirina civak, însan çawa azad û demokrat be û pêşeroja avakirina Sûriyeke demokratîk çawan ava bibe diyar dike. Konferans jî li ser esasê pirrengî û yekîtiyê çawa ku di silogana wê de diyar bû, hat lidarxistin. Gelek konferans berê hatine lidarxistin lê ev bi taybet hinek cuda bû, ji aliyekê ve rastî nerazîbûnê hat û rûxmî wê jî bandora xwe çêkir, lê belê aliyên razî û piştgirî dan vê yekê weke mînaka yekem di Sûriyê de hat dîtin, gelek bûn. Li pêşiya raya giştî zindî hat weşandin, ji Siwêda Hukmet Hijrî û ji civaka Elewî birêz Xezal Xezalî jî tevlî bûn, herwiha xelkê Idlibê jî beşdar bûn. Di heman demê de li ser asta cîhanî, ji aliyê kesayetên bi bandor, rêxistin û siyasetmedaran ve hate pesnandin. Tenê yên ku pesna wê nedan ew kesayetên nijadperestin û hikumeta veguhêz bû ku vê yekê weke bedîlê xwe dibînin. Vê konferansê di asta cîhanê de jî dengvedanek ava kir. Di asta Sûriyê de dibê weke vê konferansê bi piştgiriyeke navnetewî bê lidarxistin. Ji ber her tişt vedigere peymana 10’ê Adarê, ê niha çima hikumeta veguhêz bendên wê pêk nayîne.
Piştî Konferansê helwesta Hikumeta Veguhêz derket holê, hûn vê yekê çawa dibînin û gelo di mijara vekişandina Hikumeta Veguhêz ji civîna Parîsê destwerdaneke Tikî tê de heye yan na û hûn çawa dinirxînin?
Helwesta hikumeta veguhêz li hember vê konferansê em şaş dibînin û ne di xizmetê de ye, dema ku civîneke wisa red dike tê wateya korkirina aloziyê. Tu feyda ji Sûriyê û hikumetê nîne ku vê helwestê nîşan dide. Weke hikumet dikarî pêşwazî bikira ev gav, dikarî bigota we çima gropek ji me venexwendiye. Eger rast bi çareseriyê re ye wê ev yek bikira, lê ger ji xetimandinê re be; wê daxuyaniyên wisa bide. Ji bo bike hincet û rê li pêşiya diyalogê bigire, got ez naçim Parîsê. Ev yek jî hincetin lawaztiye hikumetê ye, weke ku me xwestiye em hevdîtinan bikin û biçin Parîsê. Dewletên têkildar pişniyarkirine, hevdîtin li ku dibe aliyên gerentor diyar dikin, em dixwazin werin gel hev û em ji bo Şamê pir dixwazin, em çareseriya Sûrî Sûrî pişniyar dikin, ew bi Sûrî Sûrî hevdu dikujin. Dema ku aliyên gerentor hebin dixwazin alîkar bin û deriyê me ji bo çareseriyê jî vekirî ne, li ku dibe em ê bikin. Ev hemû ji bo pêkanîna bendên itîfaqa 10’ê Adarê tên kirin, lê hikumeta heyê xuyaye naxwaze pêk bîne weke ku poşman bûye, ger wiha be bila li pêşiya raya giştî bêje, ji ber ne bi dizî ev peyman hat îmzekirin.
Ji ber wê yekê jî destwerdana Tirkiyê li Sûriyê heye, di bingeh de Sûriyê ji Tirkiyê vala nebûye. Tirkiyê di dema rêjîmê, di şerê Sûriyê û niha piştî rêjîm rûxiya jî her di Sûriyê de ye, di terz û meşandina siyasetê de dibe hinek guhartin çêkiribe. Berê rasterast êriş, komkujî û sûç dikirin, lê niha bi rêya bikaranîna hikumetê dike. Di êvara ku ev konferans tê çêkirin Hekan Fîdan tê Şamê, dibe roja din helwest li hember komxebatê datînin û di roja din de dibêjin em li Parîs amede nabin. Ev hêz û îmkan te ji ku anî? Em dizanin ku ew ne xwediyê van hêz û helwestana ne. Ew ji me re dibêjin hûn ecîndatê dewletên derve ne, wê demê hûn ecîndatê kê ne? siyaseta ku bi rêya dewletên navnetewî tê hereketkirin nabe ecînde ango amûrek di destê kesî de. Ev konferans jî ji bo netewbûnê, ji bo çareseriyê xwe kiriye amûr. Di vir de hê jî roleke Tirkiyê yê neyînî di Sûriyê de heye, tirkiyê êdî divê rewşa Sûriyê di aliyê çareseriyê de ber çacavan re bigre ne di aliyê xetimandinê de.
Bandora Tirkiyê li ser neçaresrkirina pirsgirêka Sûriyê, herwiha armanca wê ji van destwerdanan çi ye?
Em û Tirkiyê cîranên hev in û pêkhateyên li gel me li gel wan jî hene tenê cografî hatiye perçekirin, ji ber wê jî em hev du baş nasdikin. Bi hev du re me salên durûdirêj di dîrokê de jiyan kiriye, lê tirkiyê keda hemû gelan û pêkhateyan înkar dike. Vê yekê di Sûriyê de jî dike. Niha Tirkiyê di welatê xwe de behsa demokrasiyê û biratiyê dike, lê di Sûriyê de viya nake û nahêle kesek behsa biratiyeke bi adalet bike. Tirkiyê bi banga Rêber Apo ji bo aramiya Tirkiyê dest bi hin gava kiriye, Lê ji wa pêvajoya Aştiyê dibêje bila Sûriyê bandor nebe. Di kurkirina êriş û kawusan de aktîve, lê di çareseriyê de hîn kurtir dike. Ji ber wê yekê jî bi van destwerdanan nahêle ku aloziya Sûriyê çareser bibe. Bê guman siyasetekî wan li ser Sûriyê heye di aliyê herêmî de, mînak Israyîl, Îran, tirkiyê hebû her wiha Rûsiya û Emerîka heye ê Tirkiyê dibêje çima ez jî nîn bim. Ev ne pîvanekî siyasî exlaqî ye ne pêvanekî leşkerî exlaqî ye û cîrantiyê ye. Ji bo çareseriya Sûriyê divê Tirkiyê bibe hêzeke gerentor mînak ji bo civîna li Parîsê bê çêkirin Tirkan cav lê bûn û nehêşt çêbibe. Çima rê neda? Ma Tirkiyê li bendê ye ku Lozanekî din çê bibe, Civak niha li bendê ye ku Sîvereke din çê bibe. Divê Tirkiyê hinek di vir de xwe biguhere û bibe alîkar ji êşa ku Sûriyê kişandiye re. Ji bo vê pêvajoyê çawa ku îsrarek di Tirkiyê de heye divê di Sûriyê û Îraqê de jî hebe.
Di wê konferansê de her kesî ji hemû pêkhate, mezheb û olan, mesaj û hêviyên xwe diyar kirin, tişta ku divê ji vir û şûnda bê kirin çi ye?
Ev gav wê dewam bikin, çawa ku me di dîrokê de bi hev re jiyan kiriye, em ê niha jî bi hev re jiyan bikin û tu pirsgirêk di nav me de derneketine. Lê me got Rêjîma Baas her kes ji hev dur xist. Ji bo vê jî ev modela demokratîk e. Modela civaka demokartîk, avakirina exlaq û civakeke wekhev ev e. Çawa ku di dîrokê de hemû pêkhate, ol û baweriyan di Sûriyê de hev du parastin, niha ev nûjenkirina wê ye. Her kes di vê konferansê de bi zimanê xwe û çanda xwe tevlî bû. Pirrengiya ku hatiye derketin, ev konferans bi wate kir. Her wiha di tu welatan de bi tayebt di Rojhilata Navîn de tiştek wiha derneketiye, tenê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibe. Ev konferans bi ziman û mafê hemû pêkhateyan hat lidarkirin û di asta cîhan û navnetewî de bandor kir. Her wiha di Konfransê de hemû beşdarvana yekgirtin û piştgiriya xwe ji Hêzên QSD’ê re tekez kirin ku QSD’ê hêzekî netewî ye. Di heman demê de di encamnameya dawiyê de her kesî piştgiriye Yekrêziya Sûrî Sûrî kir ku divê Sûriyê her kesî di nava xwe de hembêz bike.






