Volqan Elî
Hosteyên şoreşê, di dema xwe da ‘Şerên Gelan’ wekî ‘Cejnên Gelan’ pênase kirine. Ji ber ku di şer û pevçûnan de ji bo gel û civakan dibe ku îhtimala jiyana azad jî peyda bibe, eger gel û civak bi rêxistin bin, ev dahurandin, ji bo hemû rewşên aloziyê derbasdar e. Mînak, di pêvajoya piştî şerê cîhanê yê duyemîn de welatê Vîetnamê bi dehan sal bi dagirkeriya dewletên emperyalîst re rû bi rû ma. Lê ev pêvajoya şer û pevçûnê bi saya rewşa bi rêxistinî ya gelên Vîetnamê, bi serkeftineke bêhempa bi encam bû: Gelên cîhanê, hêzên şoreşger ên wê demê ev rewş bi şiyareke wisa anîn ziman; “Yek, du, sê, hê zêdetir Vîetnam!”. Bê guman ev pêşketin li ser mîrasê manewî yê Şoreşa Mezin a 17’ê Oktobira 1917’an pêk hatibû. Jixwe keda bi îhtişam a gel û gerîlayên Vîetnamê her di dewreyê de bû.
Çi heyf û mixabin e ku hêzên hegemon ku li dijî gelê Vîetnamê di dewreyê de bûn, îro jî li Sûriyê li pişta perdeyê ne. Çawa ku hêzên şoreşger, ji serpêhatiyên gelan tecrûbe derxistine, hêzên hegemon jî ji têkçûnên xwe tecrûbe derxistine. Ji ber vê yekê ye ku deh sal ji beriya vê li cîhanê, li welatê Sûriyê rêxistinên cîhadîst ên wekî El-Qaîde û DAIŞ’ê, ji bo ku gel û baweriyên li herêmê bikevin qirika hev, wekî ‘darikê hewdelê’ hatine bikaranîn. Îro jî bi vê rola bêxêr, HTŞ, radibe!
Çi hêz e ev HTŞ? Me hewl da em li jorî bi hevokekê bidin naskirin. Lê ev kar ne ewqas hêsan e. Dema ku dibêjim ‘ne ewqas jî hêsan e’ ev, ji aliyê nazarî ve wisa ye. Naxwe tu lê binêrî di van heft-heşt mehan de vê HTŞ’ê çi kiriye û çi nekiriye, mirov dê bizane ku HTŞ ‘darikekî hewdelê’ ye; yan ‘darikekî bi sêr ku hemû pirsgirêkên welatê Sûriyê çareser bike’.
Piştî ku HTŞ bi piştevaniya hêzên hegemon, çû li Şamê li ser textê desthilatdariyê rûnîşt, karê wê yê destpêkê bû komkujiya li ser serê gelê Elewî. Çû li beravê xwîna bi hezaran Elewî rijand, bi sedan tecawiz û kuştin; wekî ku Elewiyên Ereb ji Colanî re gotibin ‘tu nikarî biçî li Şamê li şûna Esed rûnî’. Na, ne Elewiyan û ne jî ti kesî tiştekî wisa negotiye. Dibe ku Colanî wisa fêm kiribe. Ji ber wê yekê, çawa li ser kursiyê Esed rûnişt bi demeke kurt berê xwe da Elewiyên ne rexistinkirî û bê amadekarî. Gava ku şûrê cîhadîstan li ser patika Elewiyên Tartûs û aliyê Sahilê bû, ji ber vê yekê Colanî bi îhtimalekî mezin ji kêfan difiriya!
Efendiyên Colanî ku ew ji ser textê rezîltiyê anîbûn Şamê û kiribûn ‘wezîr’ ji vî karî memnûn bûn! Ma çima jê razî nebûna? Karê xwe baş kiribû, fitne û fesadî xistibû nava gel û baweriyên li Sûriyê. Fîtne û fesadiya heyî, hê jî mezintir kiribû. HTŞ’ê ku ji sponsorên xwe yên navneteweyî û bi taybet jî ji dagirkeriya Tirk, aferîn (her bijî!) û bi her şiklê alîkarî girtibû, jixwe ji destpêkê ve di serî de gelê Sûniyên Ereb ên wekî wê ne bi fikra cîhadîst radibûn û rûdinîştin, li Şamê û li derdorê tengnefes kiribûn.
Karê duyemîn ê mezin ê HTŞ’ê, bû êrîşa li ser Suweydayê û derdora wê. Lê encama ku jê dixwest nekarîbû bi destê xwe ve bîne. Çima? Ji ber ku ne di asteke temam de be jî, gelê Suweydayê xwe bi rêxistin kiribû, di astekê de yekîtiya xwe çêkiribû. Ev nayê maneyê ku li wê derê her tişt pir hêsan bû, ti berdêl nehatin dayin. Jixwe, çi li beravê qewimî, hêzên cîhadîst hewl dan li vê derê jî heman tiştî bikin. Lê li berxwedana civaka Durzî terpilîn, her çendî ji aliyê yekîtiya hundurîn ve li hin astengan rast hat jî di encam de Berxwedana Dîrokî Ya Civaka Durzî bi ser ket! Her çendî di vê serkeftinê de berteka Îsraîlê ya li dijî hikumeta demkî û desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi roleke girîng rabûye, lê dîsa jî rola esasî Civaka Durzî lîst.
Bê guman berxwedana bêhempa ya Civaka Durzî destpêkê ji bo wan bixwe, encamên berbiçav afirand: Pir di ser re derbas nebû, civaka birêxistinî ya Durzî hewl da ku rêveberiya xwe ya xweser çêbike. Avakirina hin saziyên xwe yên din ên cuda ragihandin. Halê hazir em van pêşketinên dawî, bi temamî nizanin. Sedema wê: Hem ev pêvajo pir taze ye û hem jî hê xetereya qirkirina hêzên cîhadîst ji ser wan bi temamî ranebûye.
Vê berxwedana civaka Durzî, encameke din jî afirand ku layiqê navê wê ye. Bi qasî tê zanîn wekî peyv ‘suweyda’: Dilê mirov herêma herî bi liv û tevger a laş e. Di heman demê de ji ber vê taybetmendiya xwe, hin herêmên dil xwediyê ezm û aloziyên mezin in. Vaye tam di nîvenga vê herêmên tev bi alûzî û qeyran de hin xal û nuxte hene (suweyda) ku wekî stêrkek di şevên tarî de dibiriqe û derdora xwe ronî dike; aramî û selametê li derdora xwe belav dike. Heman wekî vê, bawermendên Durzî bi berxwedana xwe riya ronahî ya selamet û serkeftinê pêş civaka xwe kirin. Vaye ev berxwedana Durziyên Siwêdayê, ne tenê ew nêzîkî selametê kirin, ji bo tevî bawerî û gelên welatê Sûriyê bû mînakek bijarte ku jê ders derxin!






