Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘QSD`ê bûya Hêviya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê’

17/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘QSD`ê bûya Hêviya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberê Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox diyar kir ku di demekê ku nîvê xaka Sûriyê hatibû dagirkirin û gelên herêmê di bin gefên êrişan de bûn damezrandina QSD’ê bû hêviyeke mezin, QSD serketinên mezin bi dest xistin û bi van serkeftinan bala cîhanê tevî kişand.

Di demeke ku komên çete yên mîna DAIŞ, El Nusra û gelek komên din bi piştgiriya dewletên mîna Tirkiyê êrîşî Sûriyê dikirin, Hêzên Sûriya Demokratîk li ser bingeha parastina xak û gelên Sûriyê ava bû. Di nava 10 salan ji têkoşîneke bê hehmpa de, QSD’ê dikarîbû bibe hêza parastina gelên Sûriyê û ji tevahî cîhanê re bû mînak.

Derbarê mijarê de Rêveberê Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox ji rojnameya me re axivî.

Mehmûd Qeremox di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Damezrandina QSD`ê ne bi awayekî hesan û normal bû, lê belê di nava şert û mercên pir girand de hat avakirin. Di wê demê de gelek êriş û tevlîhevî di giştî herêmê de hebûn. Bi taybet êrişên çeteyên DAIŞ’ê ku bi dilekî sar mirov şerjêdikirin, jin direvandin û difirotin û komkujî di derheqê gelên herêmê de pêk tanîn. Ne tenê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xeterî û metirsiya çeteyên DAIŞ`ê çêbû, lê xeteriya wan li ser Rojhilata Navî û tevahî cîhanê hebû. Li herêmê roj bi roj tevlîhevî zêdetir dibû. Di bin navê îslamî de çeteyan komkujî pêk tanîn, dixwestin ku her kesî bikin bin kontrola xwe de. Bi vî rengî dixwestin herêmê dagir bikin û gel bikin koleyê xwe. Ji ber vê yekê pêkhateyên herêmê nikarîbûn vê zehniyeta reş qebûl bikin û li hemberî wê derketin. Yê ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin û li Kobanê çete têk birin, şervanên YPG_YPJ`ê bûn, li kêleka YPG û YPJ`ê jî gel hebû ku her kes piştgiriyê dide zarokên xwe yên di çeperên şer de. Li ser vê esasê me hevgirtina pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît, Lewma Hêza Sûriya Demokiratîk QSD`ê hat avakirin ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe di nav de bigrin.”

‘Bi alîkariya gel QSD`ê gihiştiye vê hêza bilind’

Mehmûd diyar kir ku QSD`ê li ser esasê parastina mafê gelan hat avakirin û wiha pêde çû: “Ji ber êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwîstî bi avakirina QSD`ê çêbû. Ev yek jî li ser daxwaza gelên herêmê hat kirin. Dema ku DAIŞ’ê êrişî gelê Kobanê û Sirînê kirin, gel bang li QSD`ê kirin ku werin wan ji nav destê van çeteyan xilsa bikin. Îro bi şervanên QSD’ê, DAIŞ li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate tunekirin. Bêguman hêzên QSD`ê li ser bingeha berxwedanî û parastina mafê gelan hatiye avakirin, ew bûye hêviya herî mezin ji tevahî gelên herêmê re. Dema ku gelek bajar û bajarok ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin me xwest ku gel bi baweriyeke mezin xwe bi xwe rêve bibe. Ji ber vê yekê piştî demekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin. Di vê rêveberiyê de tevahî pêkhateyan cihê girtin. Bi alîkariya gel QSD`ê gihiştiye vê hêza bilind.”

 ‘Tirkiyê hewl da ku QSD`ê tune bike’

Qeremox di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hêzên QSD`ê di bingeh de pir zehmetî kişandin, ji ber ku li hemberî komên çete yê herî xeter serî hildan û jiyanek nû ji bo tevahî gelên Sûriyê dan avakirin. Ji ber vê jî bi hemû hewldanên xwe xwest ku xwe fedayî gel û welatê xwe bike. Bingeha QSD`ê ne hindike lê belê pir kûr û xurte, ji ber di nava xwe de cihê her pêkhateyekê çêkir. Niha jî têkiliyên QSD`ê bi desthiladariya Şamê re li ser vê bingehê ye ku mafê her netewekî were parastin û Sûriyeke ne nenavendî were avakirin. Dewletên hegemon ên wek Tirkiyê ku destekdayîna çeteyên DAIŞ`ê dikirin, di heman demê de gel bi destê wan dihat qetilkirin. Ev dewletên bi vî rengî ti carî pêş nakevin û aştiyê di welatê xwe de jî nabînin. Hemû hewildanên Tirkyê jî tenê ji bo ku pirojeya Rêveberiya Xweser bişkîne. Ev 400 sal e ku xewina Osmaniyan dagirkirin û talankirina gelan bû. Her tim xwstin ku gelê Kurd tune bikin û wan bixin bin kontrola xwe de. Lê ji ber ku QSD`ê yekemîn hêz bû li Sûriyê li hember vê desthiladariyê û zihniyetê derket û şer kir, ev yek ji desthetdaran re giran tê û ne qebûlkirin çêdibe, Tirkiyê jî her diçe dixwaze pirojeya QSD`ê têk bibe. Di asta yekemîn de yê ku Sûriya xirab û talan kir Tirkiya bû, ne rêjîma Baas bû. Ji destpêka Şoreşê û heya roja me ya îro jî Tirkiyê dijminatîya Kurdan dike û û naxwaze ku Kurd bi mafê xwe bang bikin. Di heman demê de wê gelek piroje ji bo tunekirina Kurdan pêk anîne. Lê heya vê rojê jî ti pirojeyên wê li hember QSD`ê bi ser neket. Em heta dawiyê jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin û her serkeftinên me bi saya Rêber Abdullha Ocalan e. Zilim û zordariya ku Sîstema Baasê li ser Sûriyê dimeşand û bi taybet li ser Gelê Kurd dihat meşandin, bi saya QSD`ê hat şikand. Dema mirov bixwaze civakeke pêşketî ava bike pêwîst e gava destpêkê wekhevî û demorasiyê pêş bixe û esas bigre.”

‘Hemû  pêkhate dixwazin ku QSD`ê berpisiyarê parastina wan be’

Rêveberê Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berxwedaniya Bendava Tişrînê a gel nayê şîrovekirin, ji ber ku gelê me bi hemû hêza xwe li piştî QSD`a xwe bû û dijmin têk bir. Berxwedaniya Tişrînê ne berxwedaniyek normal bû lê belê ew destanek bû û ket dîroka Kurdan de. Gel me li bendavê xwe dan ber mirinê, da ku bendava xwe radestî dijminê hov nekin. Berxwedaniya Bendava Tişrînê ji bo dijmin nameyek bû ku her kes bizanibe gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serê xwe ji dijmin re na tewînin. Ji ber ku QSD`ê bi nav û mafê her pêkhateyekî bang dike ewqasî bi hêz bûye. Lewma bila desthiladariya Sûriyê bizane ku wê tu carî Sûriyayeke bê demokrasî û wekhevî newe avakirin. Dema ku gelê Durzî û Elewî banga QSD`ê dikin ku wan ji nav destê komên çete xilas bikin, xwedî sedemekî ye, ji ber ku îro QSD`ê nunertiya gel dike û parastina her mirovekî li Sûriyeyê erka xwe ya bingehîn dibîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.