Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hesen Mihemed Elî: Pêwîste gelên Sûriyê bi hevre kongirekê netewî lidar bixin

13/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
Hesen Mihemed Elî: Pêwîste gelên Sûriyê bi hevre kongirekê netewî lidar bixin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Hesen Mihemed Elî da diyarkirin ku bi hişmendiyekE tund û hişk Sûriyê nayê rêveberin û got: “Em bi hêvî ne, hikumeta Şamê biçe hevdîtinên li Parîse û bi riya Sûriyeke nenavendî gavên erenî bên avêtin”

Di derbarê pêvajoya dawiyê ya ku li Sûriyê dimeşe, zextên li ser hikumeta Şamê û hevdîtinên li Parîsê, Endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Hesen Mihemed Elî pirsên rojnameya Ronahî bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

 – Weke tê zanîn piştî ketina Rejîma Baas’ê li Sûriyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Piştî wê pêvajoyê destwerdana dewleta Tirk bi karê hindirîn yê Sûriyê zede bû û gelek caran wezîrê dewleta Tirk yên karê derve Hakan Fîdan serlêdan kir. Hûn armanca bingehîn ya van serlêdanên Hakan Fîdan çawa dinirxînin û pişt perdê de çi diqewim e?

Niha bi giştî nexşerêya Rojhilata Navîn ketiye di nav guhertinekê mezin. Planên ku bi hevpeymana Syces-Pîcot ve hatiye çêkirin ber bi guhertinê ve diçe. Ketina rejîma Baas’ê pergala Lozanê bidawî bû û Syces-Pîcot kete meriyetê. Ew plansaziyê bi şerê welatên beravê dest pê kir, bi bihara Ereban re hat domandin û sînor hatin bê wate kirin. Gelek kiryarên nû li herêman derxistin û niştecîhên herêmê re jî dan bawer kirin. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê, bi avakirina hikumeta Federal ew pergale hat berdewamkirin. Bi wê jî armanca wan yan bingehîn ew bû ku pergala ku heyî navendî nebe û girêdayî yek destê we neyê meşandin bû. Li wir de, armanca bingehîn serweriya du welatan li herêmê zêde kirin bû yek Îran, yek jî dewleta Tirk bû. Piştre mêze kirin ku di herêmê de xurt dibin li ser Îranê êrîş hatin destpêkirin. Ji ber ku tevger û rexistinên weke Hûsî û Hamas re piştgrî didan û ew jî weke gef li ser herêmê dihat dîtin. Bi wê êrîşê ve, serweriya Îranê li ser Sûriyê û Libnanê hat şkandin û bû sedem ku Tirkiye jî bikeve din av dorhelekê mezin. Ew biryargehên Yewninastanê çêkiribûn û li ser sînorên Sûriyê avakiribûn hewldan kirin ku wan têk bibin. Di vê pêvajoyê de du xalên mezin tên armanckirin, yek Tirkiye dê nav vê pêvajoyê de çawa cih bibe? Ya duyem jî Israîl û Sûdî Erebîstan bi hevpeyman Brahîmî hewildidin ku Tirkiyê herêmê de lewaz û tengav bikin. Ew planên tên meşandin jî piranî li ser axa Sûriyê tên meşandin. Ez hezdikim bal bikşînim li ser xalekê bingehîn rola Tirkiyê ew pêvajoya nû tê meşandin taybet li Sûriyê û bi gelemperî Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk ne weke leşkerî, di heman deme de jî ji aliyê aborî destwerdanê karê hundir yê Sûriyê dike. Ew rêya bazirganiyê ya ku Hindistan diçe Îmarat li vir de jî diçe Israîl û derbasî Ewropa dibe, li Tirkiyê de derbas nabe. Bi navê wê riyê kirin Rêya Pêşveçûnê û xistin meriyetê. Ew jî ji bona dewleta Tirk bû hincetek ku ya Tevgera Azadiyê dê têk bibe yan jî neçarî pere lihevkirinê bik e û di heman demê de ew kiryar û pêşketinên Sûriyê de çêdibin Tirkiyê pê bandor nebe. Ji ber wan sedemên bingehîn dewleta Tirk çûn li gel Rêber Apo ji bo pêvajoyekê bidin destpêkirin û hikumeta Tirkiyê di nav xeteriya têkçûyinê rizgar bibe. Hem aliyê aborî de têk çûbûn, ji ber ku rêyên bazirganiyê yên navnetewî ava bûn û di heman demê de jî serweriya Israîlê ya başûrê Sûriyê metirseyekê mezin li ser Tirkiyê ava kir. Ji ber ku armanca Israîlê ya mezin ew e ku xeta Dawûd li Sûriyê bidin avakirin ne. Ji ber wê jî pêvajoya Rêber Apo ya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk bandora xwe li tevahî Kurdistanê bike bi taybet Rojavayê Kurdistanê bike. Tirsa wan ya mezin ew e ku ger pêvajo gehişt serkeftinê, dê Tirkiyê bikeve qonaxeke din û statûya Rojavayê Kurdistanê jî mîsoger bibe. Ji ber wê çend xalên bingehîn hatina Hakan Fîdan hene yê hatina Şamê yek; avakirina serweriya xwe li ser desthiladariya Şamê, du; ger dewleta Tirk destwerdanê karê hikûmeta Şamê neke, dê bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Şamê lihevkirinek di navbera wan de çêbibe. Fransa, DYA û Brîtanya di wan mijaran de li ser hikumeta Şamê ya veguhez de pir zext çêdike. Ji ber ku Tirkiyê bang nehatiye kirin ku tevlî hevdîtinên li Parîse hatibû daxuyandin ku bê kirin û taloq bû ne hate kirin tevlî ne kiriban. Ji ber ku berjewendiyên takekesî yên hikumeta Şamê li gel dewleta Tirk hene. Tirk tenê dibejin Rêveberiyekê xwecihî dikare bê avakirin lê Rêveberiya Xweser nayê pejirandin û ji bona xwe weke xeterî dibînin. Tirkiyê jî dixwaze ku pirsgrika Sûriyê di nav xweybûnê derbikeve bibe neteweyî. Weke tê zanîn di navbera QSD’ê û navbera dewleta Tirkiyê de agirbestekê demkî heye em dixwazin ew agirbest bibe mayinde û Sûriyê bibe heremekê bi ewle.

 – Alî û derdorên ku dibin asteng ji bona hevdîtinên di navbera hikumeta veguhêz a Şamê û Rêveberiya Xweser de sedema bingehîn çi ye û ji ber çi dixwazin astengiyan ava bikin?

Hewildanên astengkirinê piralî çêdibin. Niha em bala xwe bidinê hikumeta Şamê ya vegûhez şêwaza vê ya rêvebirinê û pergala ku ji Sûriyê de hewildide pêş bixe berdewamkirina desthilatiya rejîma Baas’ê ye. Rêbazê wan yên ku li berava Sûriyê û Siwêda û Şamê pêk anîn, Sûriyê dixe dinav aloziyekê mezin de. Ew ji ber çi wan qirkirin û kiryaren li ser gel tînin ji ber ku nikarin peymana 10’ê Adarê pêk bînin û xwe didin rêbazên qirkirinê bingeh digirin. Ji ber ku naxwazin Kurd bibin hêz û gelên ku Sûriyê tevahî bijîn û xwe rêvebibin. Em hezdikin Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevre rêve bibin lê ew hebûna gelan napejirînin. Ew dixwazin bi zextan vîna gelan radest bigirin bi hevkariya dewleta Tirk ji ber wê naxwazin hevdîtin pêk bên. Ev di hişmendiya ku em li ser dezgehên çapemeniyê yên şerê taybet û eşîrên pêkhateyên Ereb li hemberî Kurdan sor dikin û ji bona çareserî li Sûriyê ava nebe. Di heman demê de jî, hewil didin ku di asta navnetewî de zextekê giran ava bikin. Ya duyemîn jî astengiya herî mezin destwerdana Tirkiyê ya karê hundirîn yê Sûriyê ye. Tirkiyê naxwaze mijara Sûriyê di bin serweriya wê de derbikeve. Weke ku dibêjin “Mirî li Sûriyê ye, serxweşî li Tirkiyê be” gotin di cih dabe rewş wisa ye. Ji ber ku hevdîtinên ku li Şamê re pêktên Fransa û DYA yanî hêzên hevpeymana navdewletî dun av de ye. Ji ber wê Tirkiyê heznake ji aliyê navnetewî de, mafê Kurdên Sûriyê bê naskirin. Piştî ev serlêdana Hakan Fîdan ji Şamê berê de, hevpeymana 10’ê Adarê de gelek xalên ku bi herêmên Rêveberiya Xweser yên ku bixwe rêve bibe, weke ku perwerde, balafirgeha navnetewî û hwd. li hemberî wê xwestin ku Dêrazorê radestî hêzên hikûmeta Şamê ya veguhez bê kirin. Di hevpeymanê de jî rêvebirina van cihan bi şêwazekê komînal û hevpar bê rêvebirin be. Hikumeta Şamê li ser ragihandina xwe ya şerê taybet ku wê hevpeymanê Rêveberiya Xweser hez nake cîh bîne didin xuyakirin û ev nerast e, berovajî ye. Ev konferansa pêkhateyan ya li Hesekê hatibû lidarxistin weke peyam bû û dewleta Tirk ji wana re gotibû “Pêwîst e ku ev konferansa ku wan pêkanîba, we kiriba wan xwe kir hikmet û lidarxistin wan hezdikin we têkbibin” wisa hewildan alozîyekê kûr ava bikin. Di rastiyê da jî hêza hikumeta vegûhez ya li Şamê niha nîn e ku Sûriyekê bi hevpar rêve bibe. Tirkiyê jî hewil dide ku rewşa Sûriyê aloz bibe, ji ber ku Sûriyekê demokratîk pêk bê, cihê dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê namîn e.

– Sedema bingehîn ya ku xwe vekêşandina hikumeta Şamê ya vegûhez ji civîna Parîsê çi bû û di heman demê de jî hûn weke nûnerekî MSD’ê nêrînen we li ser vê biryarê çi ne?

Heya niha ti daxuyaniyên fermî ji aliyê nûnerên hikumeta Şame ve negihiştine destê me. Lê li ser dezgehên ragihandinê yên nêzî wan gotin tên gotin. Em weke MSD’ê bi hêvî ne ,ne rast be û xwe paş de nekişîn e. Ev agahiyên ne rast hewildana kûrkirina alozîyên di navbera gelên Sûriyê de ne. Ew gotin valaderxistina welatên hevpeymana navdewletî de cih digirin in. Em bi hêvî ne, ev gotin ne rast bin û hikumeta Şamê biçe Parîsê û pirsgirikên gelên Sûriyê li wir bên nîqaşkirin û bi wî awayî Sûriyeke nenavendî bê avakirin. Dibê ev agahiyên wisa kêmekê ji bona bertekên Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê pîvandin tên gotin. Em weke MSD’ê bi israrin ku biçin û hevdîtin pêk bên. Ji ber ku hikumeta Şamê ne xweser tevdiger e û zext ji aliyên hêzên heremî re li ser wan tên kirin. Ji ber ku pirsgrêka Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî pirsgrikekê navnetewî ye. Ev hevdîtîn bila hezbikin Şamê bin, hezdike Parîsê bin hezdikin herêmên Rêveberiya Xweser bên kirin lê bingeha wê pêwîst e Sûriyeke nû ava bikin û gel bixwe rêve bibin be. Pêkhateyên Sûriyê pêwîst e hişmendiya Sûriyeke navendî xêlas bin û rêveberiyekî nenavendî û ya hemû ol, baweriyan bigire din av xwe de hebe. Demê rejîma Baas’ê de bi hişmendiya Erebî dihat rêveberin niha jî hewil didin bi Islamî rêve bibin. Ev nayê pejirandin û Sûriyê pirreng û pirzimanî ye. Em dixwazin bêjin ku em pêvajoyekê girîng de derbas dibin û çarenûsa gelên Sûriyê dî bê diyarkirin. Pêwiste em gelên Sûriyê tevahî bi hevre kongirekê netewî lidarbixin. Ji ber ku niştecîh û welatiyên Sûriyê di wê astê da ne ku bi xwe rêve bibin û hêzekê pir mezin heye. Ji ber ku hewcedariya Sûriyê ji aşitî û demokrasîyê heye. Ev konferansa ku 8’ê Tebaxê jî hatibû lidarxistin peyameke girîng ya hewildanên demokrasiya Sûriyê bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.