Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Eniya demokratîk li hemberî eniya desthilatdar hêza avaker e

10/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
Eniya demokratîk li hemberî eniya desthilatdar hêza avaker e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz  Silêman/Qamişlo

Eniya Demokratîk vebijêrka gelan e, di rewşa heyî ya niha de ew ê temsîla îradeya hemû gelan ku ne tenê gelên Sûriyê bike û ji bo hemû veguherînên demokratîk ên li herêmê jî, dê bibe modelekê, hem jî pêkanîna wê siberoja Sûriyê ji berjewendiyên navdewletî û desthilatdarî biparêz e.

Rêveberiyeke demokratîk li şûna aloziyên mezhebî

Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an, bi beşdariya Kurd û pêkhateyên din weke Ereb, Suryan, Asûr, li bajarê Kobanê dest pê kir. Armanc ew bû ku rêveberiyek demokratîk li şûna aloziyên mezhebî yên ji ber aloziya Sûriyê ya di 15’ê Adara 2011’an de derketiye û digel destwerdanên derve de veguheriye êrişên leşkerî, were avakirin. Di 18’ê Îlona 2013’an de Meclisa Gel a Rojava û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, ji bo destpêkirina projeya “Rêveberina pêvajoyê”, peymanek ji 9 bendan îmze kir. Bi pêkhateyên din ji Ereb, Suryan-Asûr, Tirkmen, Çeçen û Ermen re hevdîtinên ji bo lihevkirina ser teşeyê projeyê hatin kirin. Di 12’ê Mijdara 2013’an de, weke saziyekê amadekarî ku piştre Rêveberiyên Xweser werin avakirin, Meclisa Giştî ya Damezrîner a Rêveberiya Demkî ya Hevbeş hat ragihandin, lê beriya rojekê ji ragihandinê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji vê ragihandinê vekişiya, lê vê yekê bandor li biryara gelên herêmê nekir. Lewra di 21’ê Çileya 2014’an de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Cizîrê hat ragihandin, piştre Efrîn û Kobanê jî di heman mehê de hatin ragihandin.

Dema bajarê Reqayê di Cotmeha 2017’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, hejmara Rêveberiya Xweser û sivîl bûn 7; Cizîr, Efrîn, Firat, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor. Di 16’ê Tîrmeha 2018’an de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di kongreya xwe ya 3’yemîn de biryar da ku pêwîstî bi avakirina yek rêveberiyê heye. Di 6’ê Îlona 2018’an de komîteyek amadekar ku ji 70 endamî pêk hat, hat avakirin. Bi rêya wê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sazûmaniya xwe ya rêxistinî; ku ji Meclisa Giştî, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk hat, hat avakirin.

Netew-dewlet ne li gorî xwezayên civakên Rojhilata Navîn e

Rêveberiya Xweser xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo ku di gelek parêznameyên xwe de bi taybet di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de behsa wê yekê dike. Dema parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtin kirin û behsa têgeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir, ev yek ne tenê di çarçoveya modeleke Kurdî de girt dest, lê weke modela herî serkeftî ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîşan da. Rêber Apo diyar kir ku modela netewe-dewletê ne li gorî xwezaya pêkhatina civakên li Rojhilata Navîn e. Rêber Apo dibêje ku Rêveberiya Xweser ne li ser bingeha pransîba yek netewe, yek erdnîgarî û yek ol hatiye avakirin, lê li ser bingehên gelan, civakên cihêreng û li ser bingehên demokrasiyê hatiye avakirin. Ev yek zihniyeta netewe-dewletê derbas dike.

Rêber Apo dibêje: “Di pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, ya girîng vîna rêvebirina civakê ye. Civak erkên dewleta navnedî hêsan dike û xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ez li vir dibêjim ku navend erkên xwe radestî civakê dike. Di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tu dijberiya dewletê nîn e.” Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser rêbazek rêveberiyê li derveyî çarçoveya dewletê ye. Di wê rêveberiyê de civak kar û barên xwe li derveyî dewletê bi rê ve dibe. Ew di naverok û felsefeya rêveberiyê de ji rêbazê dewletê cuda ye. Rêveberiya Xweser xwe bi hikumeta navendî ve girê nade, heta di aliyê bersivdana pêdiviyên civakê û xwerêxistinkirina di gund, tax, bajar û herêman de, hewil dide navendîbûna dewletê, tegeh û zihniyeta nijadperestiyê ya dewletê lawaz bike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di hundirê civakê de ye û hemû civakê hembêz dike, bingehên wê vîn, daxwaz û pêdiviyên civakê ne.

Rêveberiya Xweser xwe dispêre rêzgirtina pirrengî û jiyana hevbeş

Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandina xwe ve, hewil dide modeleke rêveberî ya nû ya xwe dispêre rêzgirtina pirrengî û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên netewe, ol û civakî de, ava bike. Ji bo pêkanîna vê yekê, rêveberiyê xwe spart komek ji rêgezên ku nûnertiya adilane di her beşek civakê de, dike. Herwiha divê ev yek dûrî siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê bin. Yek ji van rêgezan têgeha neteweya demokratîk e. Ew jî bingeha fikrî û siyasî ya ku Rêveberiya Xweser jê dest pê kiriye. Li gorî vê têgehê, her pêkhateyek çi Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Tirkmen û hwd… xwedî maf in ku beşdarî rêvebirina kar û barên herêmê bibin. Divê nasnameya yek netewe û yek ol li ser pêkhateyan neyê ferzkirin.

Ji bo pêkanîna vê rêgezê bi awayekî pratîk, Rêveberiya Xweser di tevahî saziyên xwe de sîstema hevserokatiyê pejirand. Mêr û jin ji pêkhateyên cuda di rêveberiya meclis û rêveberiyan de hene. Ev ne tenê hevsengiyekê di navbera her du zayendan de pêk tîne, lê temsîlkirina wekhev a neteweyan misoger dike. Rêveberiyê di meclis û desteyan de rêbaza beşdarî û temsîlkirina her pêkhateyekê bi kar anîn. Di van saziyan de nûnerên ji tevahî pêkhateyan li gorî rêjeya niştecihbûnê û hebûna wan a erdnîgarî hene. Endamên van saziyan an bi rêya hilbijartinan an jî bi rêya lihevkirinên di navbera meclisên gel tên vebijartin, ji bo ku were misogerkirin ku her pêkhateyek temsîla xwe hebe, bi taybet ev tiştê ku berê hatibû paşguhkirin.

Ruhê hevgirtin û hevkariya pêkhateyan parastina herêmê xurt kir 

Rêveberiyê girîngiyek mezin da ziman û çandê. Zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanên fermî nas kir û ev ziman di dibistanan de hatiye pejirandin. Dezgehên çapemeniyê bi her zimanekî hatin avakirin, derbirîna çandî û olî ya serbest hat teşwîqkirin. Wê jî hişt nasnameya her pêkhateyekê were parastin û hestên wan were xurtkirin.

Ev pergala rêveberî bi rêya komînan û meclisên gel li ser bingeheke gel a berfireh hat avakirin. Ev sazûmanî ji hêla şêniyên li taxa û gundan bi xwe tê birêvebirin. Ew şênî yekser beşdarî dayîna biryaran û çavdêriya performansa rojane ya xizmetguzariyan dibin. Herwiha rêveberiyê saziyên ewlehî û parastinê ava kirin, tevahî pêkhate jî di avakirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’, YPG û YPJ’ê de beşdar bûne. Vê yekê ruhê hevgirtin û hevkariya parastina herêmê li dijî gefan xurt kir.

Rêveberiya Xweser ewlebûna pêkhateyan e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke demokratîk a bêhempa temsîl kiriye, wê derfet daye her kesî ku li gorî Hevpeymana Civakî, bi awayekî çalak beşdarî birêvebirina kar û barên xwe bibin. Rêveberiya Xweser tevahî pêkhate hembêz kirin.

Eniya Demokratîk vebijêrka Gelan e di rewşa heyî ya niha de, paradîgmaya ku temsîla îradeya gelên Sûriyê bike, paradîgmaya Rêber Apo ye. Neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk ji bo gelan çavkaniyên herî mezin ên têkoşînê ne. Ji bo xwe gihandina vê pêvajoyê, lazim e li Sûriyê vebijêrka gelan di nava cepheyekê de were bi rêxistinkirin. Eniya Sûriya demokratîk, ji bo ku gelên herêmê, Sûriyeke pirrengî, federal û demokratîk înşaa bikin amûrek e. Ev cephe dê ne tenê daxwazên gelan îfade bike, temsîl bike û bi vê ve sînordar bimîne; di heman demê de li beramberê hêzên navneteweyî alternatîfeke xurt pêk bîne. Di encamê de, eniya demokratîk ne tenê ji bo azadbûna gelên Sûriyê, ji bo gelan û ji bo hemû veguherînên demokratîk ên li herêmê jî, dê bibe modelekê. Ev cephe, siberoja Sûriyê ji berjewendiyên navdewletî û desthilatdarî biparêze.

Rola jinê di enya demokratîk de parastî ye

 Wekî ku eniya demokratîk parastina pirengiya pêkhate û civakan dike, eyîn demê parastina rol û mafê jinan jî dike. Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêre gelan û bi destê jinê ye, rol jinê parast, mînaka wê avakirina hêzeke jin bi navê YPJ’ê ku ji cîhanê re bû hêvî, herwiha cihgirtina jin di nava hemû qadan de biryara guhertina zihniyeta desthilatdariyê bû. Bi vê yekê em dikarin bêjin ku eniya demokratîk bi hemû aliyên xwe temamkere û li dijî eniya desthilatdar hêza avakere.

Ji ber ku niha Sûriyê piştî hilweşandina rêjîma Baas aloziyeke din a şerê mezhebî jiyan dike ku hikumeta veguhêz eyînî rêjîma Baasê rengê pêkhateyên Sûriyê nahilbijêre û dewamiya desthilatdarî û navendîbûnê dike, ev yek jî rê li ber komkujî, kuştin û talanên mezin vekiriye. Hikumeta veguhêz heger rengê nijadperestiyê neguherîne, dîsa paşguhkirinê bikar bîne, wê dîsa pêkhate bê maf bîmin û Sûriya ku ew dixwazin tê de azad, wekhevî û demokrasî hebe, nayê avakirin. Lewma bendê bingehîn ê ku Sûriyê ji vê aloziyê derxîne ku eniya demoratîk tê de bê avakirin. Ji ber bi vê siyaseta niha tu pêkhate hetanî mezheba Sunî jî sûdê nagirin, berovajî wê zêdebûna kiryarên dijmirovî lê pêş dikevin. Divê hikumeta veguhêz jî ji rêya ku niha li Sûriyê dide meşandin veger, ji ber ev rê temên wê kurt dike. Lê heger ew jî xwe di çarçoveya eniya demoratîk de bide avakirin, wê guhertinên mezin ên ber bi Sûriya nû ya tê xwestin, bên kirin. Ji ber Sûriya îro ji her demê zêdetir hewcedarî demokratîkbûnê ye, êdî dema desthilatdariyê divê bê qedandin û tecrûbeyên bi salan ên hatine jiyankirin ku pêkhate dihatin tunkirin, neyên dûbarekirin. Bi şerê nijadî Sûriyê nayê avakirin, lê dema hevqebûlkirinê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.