Volqan Elî
Gundî ga, çêlek, golik, (zêdetirê xwe van ajalan) li yek didin, li hev dikelivînin û jê re dibêjin ‘garan’. Yekî bezok û bi lingê xwe zîrek jî peyda dikin, dikin ‘gavan’ û didin ber vê garanê. Eger hejmara van ajalan çend be li gund yan jî navçeyê, gavan wê digire dibe çiya bi çiya, zozan bi zozan diçêrîne. Felaketa behsa mijara me jî, di van kêliyan de çêdibe. Hin golikên bê sûda Xweda jî, berûvajî rengê çermê wan, yan li laşê wan û bi piranî jî tam li eniya wan deqqek spî heye. Lewra biçe kuderê, di nava wê garan yan jî nexirê de kifş e. Dema devê xwe diavêje qewdek giya, ga û çêlekên şerîd ên garanê li ser patika wî ne. Ti car nikare ji usturehên gayên garanê yên bi bela xwe xelas bike.
Ev tiştê ku me li jor behsê kirî, bingehê bûyerê ye; di xwezayê de wisa ye. Lê pêşiyên me çi kirine? Ev rewş bi salan-deman şopandine, ku çarenûsa golikê bê sûd niha em wisa dizanin. Nexwe mê yê di nava vê keşmekeş û tevlîheviya bajaran de bi çi ‘hikmeta’ xwe, agahî ji ‘golikê beş’ bigirta. Ya din jî niha dema em dibêjin ‘golikê beş’, pêşiyên me ne tenê di wê maneya golikê belengaz û bê sûd de gotine ‘golikê beş’; zêdetirî xwe di maneya mecazî de wisa gotine. Niha dema yek karekî, helwestekê, gotinekê, li berûvajî civakê bike, bi pêş bixe, em jê re dibêjin ‘ka bisekin, wekî golikê beş xwe nede pêş’. Va em vê şîret û aqilmedariya xwe deyndarê pêşiyan in. Ez bawer im çîroka ‘golikê beş’ hate fêmkirin. Eger me nekarîbe derdê xwe bidin fêmkirin mînakek dawiya ku xwe gihandiye hawara me heye!
Her kes pê hesiye, wekî dibêjin di dawiya dawî de ‘siltanê-paşayê ker jî bihîst’; Tom Barack derket wekî Hikumeta Şamê biparêze yan jî ne berdevkê DYE be, yê Erdoğan be got, “Suriye yek dewlet e, yek milet e, yek artêşa wê heye, yek ala wê heye (ji ber ku Erdogan timî wisa dibêje), di nava dewletekê de dewleteke din nabe”. Tu dibêjî qey hinek bi hesreta dewletê dimirin. Her kes veciniqî! Çima? Ji ber ku dinya-alem bi gotinên DYE yên li dijî DAIŞ’ê, li dijî cîhadîstan gêj û mest bibû. Çima niha ewqas li pişta HTŞ’ê bû. Jixwe HTŞ jî hêzeke cîhadîst bû. Wê demê gelo dilê DYE bi cîhadîstan ve bû? Çawa ku ew deqqa spî ya li eniya ‘golikê beş’ hezar belayê ga û çêlekên garanê tîne ser ‘golik’, her kesî êrîşê Tom Barack kir. Hinekan ew derewand, hinekan ew rexne kirin. Hinekên wekî Erdogan jî pesna wî dan. Mînak, gelek navendên li DYE’ê bi rengekî anîn ziman ku tevlî fikrên wî nabin.
Li gundekî, li mezrayekê, eger di nava garanekê de ‘golikekî beş’ hebe, zerara biqewime bi golikê belengaz ve sînordar e. Her roj, dibe ku ji dest ga û çêlekên şerîd çend lêdanên giran bixwe. Lê belê hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn çarenûsa gelan diyar dikin, ew şensa wan tine ku herêmê wekî garanekî bibînin û ew bi xwe jî bibin ‘golikê beş’. Çawa ku Tom got, “yek dewlet, al, ol (dibe ku negotibe ol, em vê ji Erdogan bi deynê xwe digirin) û nizam çi, hemû bermahiyên DAIŞ, Tişrînê û bedewiyên (!) di serê Golanî de çûn ser rihê Durziyan. Bi sedan hatin qetlkirin û bi dehan kes hatin revandin. Cîhadîst hê jî ji bo gelê Durzî û Elewî gornebaştiyê dikin; ji bela vê gotinê. Wekî gurê harbûyî ne. Her dizûrin? Ev karê wan e. Karê wan jî li gorî xwezaya wan e. Ya girîng qeyd û bendê wan kê qetand?
Golikekî beş; Eger ne di maneya mecazî de be, zerara dibîne tenê pêre sînordar e. Lê ya ku Barack kirî, di encam de ne tenê manewiyata cîhadîstan bilind kir û ew şandin ser Durziyan: zerara wê ya mezin li DYE çêbû; eger ew fêm bikin. Çima? DYE digot, ‘ez li pey DAIŞ’ê me, El-Qeîde dijminê mirovahiyê ye, ez ê mirovahiyê rizgar bikim’. Bi rastî hinekê cîhanê pê bawer kir jî. Va ev sekna Tom Barack hemû li erdê dan: Ji ber ku her kes dizane Golanî di hemêza DAIŞ û El-Qeîdeyê de mezin bûye. Lewra dîmena di mejiyê cîhanê de ya humanîst a DYE derbeke mezin girt. Ev derbe eger neyê saxkirin (!), ji bo hêzeke hegemonîk xeteriya qedandinê mezin dike. Dinya-alemê ji xwe bê bawer dike. Ji ber ku hêzeke hegemon, ji bilî hêzê, bi baweriya bi xwe aniye jî dimeşe.. Dibe ku niha kêm be, lê eger timî wisa bidome, bi ‘beştiya ‘golikê beş’ timî xwe derewîn derxîne, hewce dike bi çarenûsa imparatoriyên Roma yan jî Osmanî bifikire; lewra ew di nava kaos û bê baweriya qewman de hilweşiyan!






