Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyamend Elî: Çeka QSD’ê hebûn û parastina gelên Sûriyê ye

06/08/2025
in POLÎTÎKA
A A
Siyamend Elî: Çeka QSD’ê hebûn û parastina gelên Sûriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Berpirsê Navenda Ragihandin û Pêwediyan a YPG’ê Siyamend Elî diyar kir ku balkişandina hikumeta veguhêz a Şamê tenê li ser hêza leşkerî a QSD’ê rast nîne, ji ber pirsgirêkên dîtir û herêmên dagirkirî hene, hem jî xeteriya DAIŞ’ê berdewam e, QSD’ê bi dehê salan e gelên Sûriyê diparêze, lewma çeka QSD’ê hebûn û parastina gelên Sûriyê ye.

Derbarê daxwazên hikumeta veguhêz ku hêza QSD’ê çek deyîne û weke kes tevlî artêşa Sûriyê bibe, Berpirsê Navenda Ragihandin û Pêwediyan aYekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di 9’ê Tîrmehê de şandeyeke leşkerî û siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hikumeta veguhêz a Şamê re hevdîtin pêk anîn, piştî wê hevdîtinê hate eşkerekirin ku ji QSD’ê hatiye xwestin çekên xwe deyîne û wekî kes tevlî artêşa Sûriyê bibe, hûn vê yekê çawa dinrxînin?

Rewşa ku niha Sûriyê tê re derbas dibe rewşekî pir hestiyare, bi taybet piştî rûxandina rêjîma Baasê. Pêwîstî heye em jî wê dibînin ku êdî Sûriyê bi rêya diyalog, nîqaş û danûsatandinê pirsgirêkên heyî yên ku bi 10’ê salan nehatine çareserkirin, bêne çareserkirin. Yek ji mijarên bingehîn ku niha ev jî di danûstandinên ku li Şamê têne meşandin, ji hêla Rêveberiya Xweser, QSD û hikumeta Şamê ve.

Di demên dawî de mijarên ku herî zêde xwe dide pêş derbasbûna hêza QSD’ê di nav artêşa Sûriyê de, ew yek ji mijarên bingehîn ku têne nîqaşkirin. Bêguman hinek berovajîbûn di vê mijarê de heye ku dixwazin berovajî bikin, çeka QSD’ê ew hebûna QSD’ê, hebûna gelên Sûriyê û parastina gelên Sûriyê bingeh digre bi vê çekê. Derbasbûna nav artêşê nayê wateya ku em çekê deyînin, ji xwe ku çek nebe, wê demê QSD jî tune ye, pêwîstiya van danûstendin û nîqaşan jî em nabînin. Çekê QSD’ê bi 10’ê salan e gelên Sûriyê ji DAIŞ, komên terror, êrişên derve û hwd… parast. Îro jî aramiyekî ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyde dibe, ew jî bi saya şehîd û ev çekê ku di destê me de ye. Ji ber wê yekê ev çek dibe parastina gelên Sûriyê, dema ku QSD’ê di nav artêşa Sûriyê de cih bigre, bêguman ev artêş wê xwedî heybet û perensîb be, peresîbiyet û exlaqiyatê ku QSD’ê di cîhanê de her kesî nas kir, wê vê artêşê ya Sûriyê ya netewî wê biser bixe, hem jî wê xwedî rêzgirtinekî hem hundirîn hem jî derve be.

Di demekê de li seranserî Sûriyê bê aramiyek tê jiyankirin ku tê de kuştin, şer û pevçûn bidawî nebûye, komkujiyên li ser gelê Elewî û Durzî jî vê yekê piştrast dike, di heman demê de gef li ser Kurdan jî didome, li aliyekî din jî xeteriya DAIŞ’ê berdewame, lewam daxwazên ku ji QSD’ê tê xwestin çek deyîne, hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Kirîza ku niha Sûriyê tê re derbas dibe, bûyerên biêş ên ku di dema nêz de çêbûn, bi taybet mijarên ku li beravê milê Tertoz, Laziqê, Ceblê û bi awayekî giştî, herwiha teqînên ku niha em dibîzin li gelek cihan çêdibe, hem jî êrişên derve ku têne kirin, di heman demê û herî dawî ya herî biêş ku gelê Siwêda rastî komkujiyekê hat. Ev bûyerên bi vî rengî bê baweriyê ava dike, helbet civaka Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û hwd… ên ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, metirsiyekê bi rûdana van bûyer û komkujiyên han ên ku li herêmên dîtir pêk tên, jiyan dikin. Di bingeh de jî hîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê hene, bê çek, bê rêxistinekî leşkerî ewlehî û istxbaratî çawa xwe ji evqas kirîzan derbas bikin, wê demê hebûn û tunebûna vî gelî dikeve nîqaşê de û xeteriyên mezin jî bi xwe re tîne. Gelê kurd jî yê herî zêde êş û azar kişandine ji van êrişan di dîrokê de ku tê naskirin. Ji ber wê yekê gotina çekdanîn, gotinekî ne ji rêzê ye yan jî ne di cî de ye, divê ku em nîqaşê li ser hûrgilî, tevlîbûn û awayê artêşê bikin, herwiha di belavbûna leşkerî de nîqaşan pêş bixin, nêrîn derkevin. Lê kêleka din jî heqîqetekî li ser erdê ye ku niha di hikumeta Şamê de artêşekî heyî nebûye temsîlçiyê giştî civaka Sûriyê, nebûye peresîpên artêşa, em dibînin rojane şer di navbera gropan de hene, rojane pirsgirêkên cidî bi vê artêşê re çêdibin, hem ji esayîşa wê û hem ji artêşa wê. Ji ber wê yekê hîn zûye ku em niha vê bînin ser ziman wek “çek deyînandin” xeteriyên mezin hene, ji ber wê em vê yekê niha guncav nabînin, lê em dikarin vê artêşê jî pêş bixin.

Piştî banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, gef û êriş li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn berdewam e, ev tê çi wateyê?

Piştî banga Rêber Apo û vekirina deriyê çareseriyê û derbasbûna qonxeke nû ji pêvajoyekî nû re, ew roniyek da hemû civakên ku îro di Rojhilata Navîn de jiyan dikin, pirsgirêkên û kirîzên heyî hemû wek roniyeke vê bangê dibînin, da ku ji wê tengbûna van pirsgirêkan derkevin. Helbet di serî de gelê Kurd, Sûriya jî bibandor de, ew bang bandora xwe li ser tevî herêmê kir, yanî îro çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêguman wê bandorekî xwe yê erênî li ser herêma Sûriyê, Îraq, Îran û herwiha herêmên giştî jî bike. Pêwîst e em sûdekê ji vê bangê bikin ku derfeteke mezin a dîrokî ketiye destê gelê vê herêmê de, ji bo em birastî jî biencam bikin û bi armancê xwe biser bikevin, divê em li vê bangê xwedî derkevin. Em jî wek hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî pir cidî em li ser vê bangê disekinin, rêyên çareseriyê, roniyê, danûstendinê, mase û nîqaş wê bingeha hemû têkoşîna me be. Ji ber vê yekê dervî wê na çi hêz an aliyekî ku bixwaze tevliheviyekî derxe, bi êrişekê yan derxistina tevliheviyekê di herêmê de, ew tê wateya ku şer dirêjkirin, pirsgirêk mezinkirin, kurkirin û kirîzên bi vî awayî ên ku 14 salan xelas nebûye li ser xaka Sûriyê, dirêjtir dibe û temenê wê mezintir dibe. Lewma em tim bang dikin ku ev bang û deriyên çareseriyê ku niha li Bakurê Kurdistanê vebûne, em dikarin jê sûd jî bigirin, bi taybet jî weke Kurd di pleya yekem de dikarin pêşengtiya vê bikin.

Heqîqetekî ku niha berê her çavekî li QSD’ê ye, raste QSD’ê îro hêza parastina vî gelî ye, lê gerek em ji bîr nekin ku pirsgirêka me ne tenê QSD’ê ye, pirsgirêk ne tenê artêş e. Hîn li kêleka wê bi dehan pirsgirêk vê civakê hene, pirsgirêkê, çand, ziman, qebûlkirinên destûrî ne, hebûna gelên herêmê di serî de gelê Kurd li ser xaka Sûrî de bi çi awayî be, ev pêwîst e bêne çareserkirin, hiqûq û mafên vî gelî di destûra Sûrî de wê çi bin. Aramî û parastina vê bi çi şêwazî bin, heta çi radeyê dikare biazadî û demokrasî herêma xwe birêve bibin û hwd… Lê dixwazin hikumeta Şamê tenê bal bikşîne ser wek hêza leşkerî, helbet em vê rast nabînin, pirsgirêkên dîtir hene, lê kêleka wê herêmên dagirkirî hene wek Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ku bi melyona mirovên me bi taybet gelê Kurd ji malê xwe bi darê zorê hatine derxistin, guhertinên demokrafîk li ser xaka Sûriyayê niha hene, ev ewlewiyatên me ya hikumeta Şamê ku pêwîst e van pirsgirêkan çareser bike. Tenê di çarçoveya leşkerî nîqaşkirin ew pir guncaw û rast nine, ji ber wê yekê pêwîst e her koşeyek bal li ser bê kişandin, bi taybet pirsgirêkên dîrokî ku bi sedê salan dirêj kirine. Hejmarekî mezin a gelê Kurd bê nasnameye, bênasnebûyîn wê demê hebûna wî di Sûriyê de nîne ku nikare di bin sîwana vî welatî de jiyan bike, gelo me heta niha ev çareserkirine, heta ku em xwe li ser davêjin û berê xwe didin QSD’ê. Û di cihê QSD’ê de êrişên ku li ser herêmê tên kirin, her kes bi QSD’ê hewcedare.

QSD’ê bi vî awayî dikare di nava artêşa Sûriyê de cihê xwe bigre, bi tecrûbeya xwe ya zêdeyî 10 salan dirêj kir berî wê YPG û YPJ’ê ku ev 14 sal in nemûne û tecrûbeyên şer ên herî pispor û pêşketî di destê wê de hene, perensîbên wê yên ku li ser hatine avakirin, perensîbên vê civakê ne. Dikare di artêşa Sûriyê de rolekî pir mezin bilîze di avakirin, pêşxistin, nêzîkatî, rêziknameya wê de û heta di parastin, mijarên ewlehî û istxbaratî de jî wê xurtbûnekê bide vê artêşê. Halê heyî QSD’ê nikare gavek dî bi paş de bavêje û careke din herêmê bixe destê hêzên ku tecrûbeyên wan nînin an hêzên ku guman li ser wan hene. Em bi xwe jî dizanin di hundirê vê artêşê de gelek astengî hene ku bi navên cûda û bi taybet kesên ku radijine beyreqa DAIŞ’ê siloganên bi vî awayî dihildibijêrin, ew ne li gorî perensîbên civaka me ne. Ji ber wê dem û têkoşîn jêr divê ku gav bi gav encex ev pirsgirêk bêne çareserkirin. Di dawî de em dikarin vê bêjin QSD’ê wek hêza leşkerî YPG û YPJ’ê, QSD û hêzên me Asayîş, Ewlehî û Istixbaratî erek û berpirsyartiya me ye ku em niha di van rojên hestyar de gelê xwe biparêzin û astengiyên ku niha li ser me tên ferizkirin, bi rengekî serkeftî em derbas bikin. Da ku rastî jî em aktîv bibin ku di avakirina welatekî wek Sûriya de nenavendî bi demokratîk, pirrengî, hiqûq û edalet bê meşandin, em xwe tê de dibînin û di pêşengtiya wê de jî bi taybet hêzên me leşkerî û rêveberiya me ya xweser dikare rolekî mezin bilîze, ev jî wê bandorekî erênî bi xwe re ji Sûriyê re bîne, ji bo civak û derûberê Sûriyê û danûsetendên wê li ser asta navdewletî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.