Amara Baran/Qamişlo
Endamê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmet Hebîb diyar kir ku hikumeta veguhêz a Şamê cihê ku li gor hêvî û daxwazên gelên Sûriyê tevbigere berovajî wê roj bi rojê desteka civakê wenda dike û bi taybet a pêkhateyan.”
Di Derbarê rewşa Sûriyê de Endamê desteya têkiliyên derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmet Hebîb bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.
Ji destpêka ketina rêjîma Baas gelê Sûriyê bi hêvî bû ku rewşa Sûriyê ber bi aramiyê û çareseriyê ve biçe sedem çi bû ku rewşa heyî ji berê xirabtir bû?

Guhartinên ku piştî ketina rejîma Baas rûdan, di bingehê xwe de bi destê hêzên navdewletî û heremî pêk hat û bi taybet piştî ku gropên bi ser îranve girtin hedefa xwe û lewaz ketin. Leşkere rêjîma baas bi tena xwe man û li beramber hêzên ji HTŞ’ê jî li ber xwe neda û di hefteyekê rêjîm ket û deverên bin serweriya rejîma Baas de bûn ketin destê HTŞ’ê de. Bi ketina rejîma Baas gelê Sûriyê bi hêvî bû ku rewşa Sûriyê hîn baştir bibe û li seranserî Sûriyê aramî, aştî û çareserî pêkwere.
Lê li ber hişmendiya heyî û gavên tek alî ku hikumeta demkî davêje rewşa heyî hîn azûltir bû, ji ber ku hikumeta Sûriyê ya veguhêz bi tena serê xwe û bê ku pirrengiya Sûriyê û mafên gelê Sûriyê li ber çavan bigre rewşa Sûriyê srûbino kir û Sûriyê kire rewşeke ji berê xirabtir û alûziyên heyî hîn kûrtirkirin.
Gavên ku hatine avêtin yekem tişt Hikumeta veguhêz ya Sûriyê pêwîst bû ku konseyek veguhêz a demikî avakiriba, ew konseya demkî wê dikarî li ser meseleya destûrê bisekiniya. Herwiha û li gorî wê yekê li ser mijara kesên ku sûç kirine rawesete û wan dadgeh bike. Xalên girêdayî mijara artêşê wê bi çi awayî were rêxistinkirin û hemû sazî wê bi çi rengî werin tenzîmkirin. Ev hemû ji aliyê vê konseyê ve wê bihatibane birêvebirin. Lê ev yek nekirin û di destpêkê de hemû karmendên saziyan ji kar derxistin û valakirin, artêş belav kirin, hema hema hemû saziyên dewletê vala kirin û tiştek bi ser hev de nehêştin. Piştî demekê dema ku dîtin sazî bi vî şêwazî nayên birêvebirin. Bi vî şêwazî hikumeta Sûriyê ya veguhêz li şûna ku alûziyan çareser bike, bi vê nêzîkatiya xwe bingeha avakirina alûziyeke nû di Sûriyê de avakir. Xelkên ku di van saziyan de kar dikirin, bi yek carî xwe derveyî erk û karê xwe dîtin, ev yek bû sedema nerazîbûnan. Bi kurtasî hiştina artêşek ji karmend û rêveberiyên saziyan derveyî kar, bi tena serê xwe nerazîbûneke pir cidî derxist holê. Her wiha artêşek ji kesên bê kar avakir.
Naha pir eşkerye ku rewşek dervî kontrolê bi rêve diçe. Di heman demê de nêzîkatiyeke giştî li hember gelê Elewî hat kirin, li şûna ku kesên sûcdar dadgeh bikin, û waha adaletê pêkbînin, mijar xistin çerçeva tayfêde. Di vê mijarê de dibe ku haya me ji mijarekê hebe ewjî, artêş û saziyên ewlekariya rêjîma baas ne tene elewîbun, bi tabet di dema şerde hejmarek mezin ji sunniya pêk dihat, yanî kuştinên bi ser sunniyan de hatî bi destê berpirsyarên rêjîmêbu ji herdu tayfabun. Nahajî tayfekirina van qirîza tiştekî gelek xetere.li ser pêkhateya Elewî komkujî pêkhat û di encamê de nerazîbûnên gel li hemberî van kiryarên dijmirovî derketin holê, ji ber ku hikumeta Sûriyê ya veguhêz li şûna ku rewşa heyî ji hemû milî ve li ber çavan bigre û xwe bi gel bide qebûlkirin, berûvajî wê birîn û êşên gel girantirkir. Hikumeta Sûriyê ya veguhêz di bingeh de ket nava rewşeke ku çawa xwe di hundirê Sûriyê de hakim bike û bi sistemekî navengî Sûriyê birêve bibe.
Di serî de li ser gelê Elewî û bi hinceta ku bermahiyên rejîma Baasin komkujî pêkanî. Herçiqasî ku di dema Esed de di nava kar û cihên taybet û istixbarata Sûriyê de, ne tenê elewî hebûn, lê berûvajî wê yekê ew kirin hedef û qirkirin li ser wan pêkanî û gelek ji wan qetilkirin û jin revandin, tecawiz kirin û ev yek bû sersebeb ku gelek Elewî ji cih û warên xwe koçber û penaber bibin.
Dibe ku di asta Rêveberiyê de di nava rêveberiya Baas de Elewî hebûn, lê li kêlek wan Sûnî jî hebû û bi hezaran kesên Sûnî di bin sîwana wan de kar dikirin. Herwiha bi destê Suniyan Sunî hatin kuştin, ev yek ji aliyê rêjîma Baas ve dihate meşandin û ew jî mîna lîstokekê li ser gel dihate meşandin. Lê rejîma Baas him Elewî û him Sunî jî kirin qurbanê siyaseta xwe. Hemû jî ji bo parastina desthilata xwe kir. Angu rejîma Esed ewqas siyasetên qirêj didan meşandin da ku desthilatdariya xwe berdewam bike. Di dema îro de jî hikumeta Sûriyê ya veguhêz jî li gorî wê siyasetê tevdigere, Ji ber wê yekê tişta ku niha tê kirin gelek xetere û dawî lê nayê.
Hevdîtinên we bi hikumeta Şamê a veguhêz re gihiştin çi encamê û astengiyên heyî çi ne?
Di mijara astengiyan de yek pirsgirêkekî bingehîn heye, ew jî di mijara entegrasyon çi ye, famkirina me ji entegrasyonê re çi ye û ya wan çi ye; di vir de pirsgirêkekî cidî heye. Di serê wan de entegrasyon; teslîmkirin e, em jî dibêjin qebûlkirina a lihember hev e. Ew ê jî me nas bikin, em ê jî wan nas bikin, em ê bi hev re hinek saziyên nû ava bikin. Mîna artêş, saziya ewlekariya hundirîn, hikumet, perleman û hwd. Ev divê bi ked û hewildanên hevbeş bên kirin û li gorî wê saziyên dewletê ava bibin. Ji milekî din ve jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weke ku tenê Kurd hene; em wisa nafikirin, pêkhateyên din yên Sûriyê jî hene, ew jî derveyî çareseriya siyasî di Sûriyê de ne. Angu pêvajoya veguhêz a ku çêbûye, divê her kes tê de cihê xwe bigre û nêrînên hevbeş derbikevin.
Kongreya Netewî ya ku hatiye lidarxistin, qaşo Kongreya Netewî ya diyalogê hat lidarxistin ku welatekî ewqas tê de pirsgirêk hene, helbet ne gengaze ku di kongereyekî wiha de hemû alûziyên Sûriyê bên çareserkirin. Lê ruxmî vê yekê jî kongire hate lidarxistin û hikumet jî hat îlankirin û niha jî tê gotin ka bila her kes tevlî me bibe. Dema ku em ji wan re bêjin ka bile yek du wezaretan bidin me, ango nûnerên me jî bile di rêveberiyê de hebin, wê bêjin em nadin. Di parlemenê de pêwîste em nûnerê xwe diyar bikin, lê derfetê vê yekê jî nadin me. Yek alî tevgerandin heye, mantiq û nêzîkatiyeke şaş ji entegrasyonê re heye.
Dibêjin welatiyên ku di nava rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe digrin û ji ber ku ne wan erkdar kirine, amede nînin ku qebûl bikin û bêjin ev jî saziyên dewletê ne. Nikarin bêjin kesên ku birêve dibin em wan qebûl dikin û ji tiştekî wiha re jî ne vekirî ne. Dema tu li hember viya ne vekirî be, tê wê wateyê ku di nava 3 Milyon însan de zêdetirî 200 hezar kes li ser kar in, dikare bêje em van qebûl nakin û ne karmendên dewletê ne. Di vir de astengiya herî mezin a entegrasyonê li pêşiya diyalogê derdikeve ev yek e.
Komkujiyên li ser Siwêdayê û berxwedana gelê Durzî ji hikumeta Şamê ya veguhêz, herem û cîhanê re çi da isbatkirin?
Rewş û komkujiyên ku li Siwêdayê hatine pêkanîn, ew jî dişibe rewşa Beravê. Çima rewşa Siwêdayê bi vî rengî teqiya? Siwêda di dema Rêjîma Baas de jî ne bi awayekî hişk di bin kontrola hikumeta Esed de bû. Ji destpêka alûziya Sûriyê ve, ew herem xwedî sekneke xwe ya bê alî bû. Mînak bi fermî ji hikumetê re gotin em zarokên xwe naşînin leşkeriyê, em tevlî şer û komkujiyan nabin, lê em li dijî we jî nabin xwedî helwest. Rêjîma Baas jî ev yek ji durziyan qebûl kir û rewşekî xweser ji Durziyan re hebû. Lê hikumeta veguhêz ya Sûiryê û hîn tu baweriya gel qezenc nekiriye û bêyî ku taybetmedî û xweseriya ku Durziyan ji xwe re avakirine li ber çavan bigre, yekser xwestin wan jî bixin di bin serweriya xwe de.
Mesela ketina bin kontrolê, an jî ketina di nav hev de û entegrasyonê ji hev du ferq dike. Hikumeta heyî ev rewş negirt ber çavan. Ji ber wê li ser Durziayn mîna Elewiyan komkujî hatin meşandin. Herwiha komên ne Sûrî bi hejmareke mezin di bin siya hêzên ewlekariyê ya hikumetê de hatine bi cih kirin. Dema li her derê pirsgirêkek derdikeve û ketina wan a nava tevgerê de, wê helbet komkujî û qirkirin çêbibin. Ji bo wê jî hikumeta veguhêz helwesta xwe li hember van kesan diyar nekiriye. Her tim ji hêzên derve re dibêje hinek dem bidin me, em ê çareser bikin û kontrol bikin, lê her kes dizane ku bi vî rengî nabe û nayê kontrol kirin. Her wiha her carê komkujî çêdibin dibêjin hin kesan cilên artêşê li xwe kirine û wisa dikin, dema komkujiyên Beravê çêbûne tu encama ku kê ev komkujî kirine, derneket holê. Wê di rewşa Siwêdayê de lêpirsîn çêbibe, ger careke din wiha bibe wê demê bi rastî rewşa Sûriyê ber bi xeteriyeke mezin ve diçe.
Pêşeroja Sûriyê wê ber bi kûve biçe û senaryoyên ji bo pêşeroja sûriyê çine?
Li ser Sûriyê bi giştî pêşbirkek heye, di Rojhilata Navîn de Sûriyê rolekê xwe ya girîng heye û ew pêşeroja Rojhilata Navîn diyar dike. Kî çiqas xwedî rol be, ew dikare mifteya Rojhilata Navîn bike destê xwe. Di nav wê pêşbirkê de herê zêde gelê Sûriyê êşa wê dikşîne û bi qirkirin, komkujî û bi penaberiyê re rû bi rû dimîne. Ger hikûmetekê ku nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê bike neyê avakirin; bi yek alî bi vî rengî biçe, wê şerekî navxweyî rûbide. Di roja îro de jî dîmenekê bi vî rengî heye û şerekî navxweyî di bin navê ol, mezheb û netewan de tê meşandin, lê dawiya vî şerî wê gelek xirab e. Pêwîste rêveberiya demkî careke din deriyê xwe ji diyalogê re veke.
Ji ber vê yekê pêwîste ku gelê Sûriyê bi hevre bikevin nava diyakogê û piştgiriya hevdû bikin û neyên leyostokên hêzên cîhanî û heremî yên ku dixwazin di navbera gelan de dijatiyê çêbikin. Pêşeroja sûriyê ji bo herkesê girîng e, ji bo diyarkirina pêşeroja sûriyê pêwîste yekîtî û hevgirtina gelan pêk were.






