Dilîn Ehmed/Qamişlo
Parêzer Xalid Omer diyar kir ku ji ber biryarên hikûmeta veguhêz a Şamê ne di destê wê de ne, hevpeymana di navbera Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta veguhêz a Şamê Ehmed El-Şera ne ketiye warê piratîkê de.
Hilweşîna ji nişka ve ya rejîma Eseed, gelek bûyerên bi bandor derxiste holê, bi taybetî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lewra siyaset û karê rêvberiya nû ya Şamê, ne dûrî hişmendiya rejîmê ye. Herwiha ji bo mafdayîna gelê kêm yê ku ji aliyê rejîmê ve hatibûn dûrxistin, gelek bûyer qewimîn. Hikûmeta Şamê mîna hişmendiya rejîmê û zêdetir ji despêkê û heta roja îro dest bi mafxwarina gelê kêm yê ku bi hezarê sala dijîn kir. Komkujiyên ku di derheqê miletê Elewî û Durziyan qewimî vê yekê diyar dike. Hilweşandina rejîmê nebû çareserkirina aloziya Sûriyê û azadiya wê.
Gel bi berxwedana xwe mafê xwe ji qirkirinê parast
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrî, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi taybetî gelê Kurd, ji bo parastina mafê xwe, rêya sêyemîn hilbijart û bi berxwedan û têkoşîna xwe, dest bi avakirina birêvebirina xwe ya xweser kir. Ji bo parastina destkeftiyên gel 27`ê Sibatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ya “Aştî û Civaka Demokratîk” li bajarê Qamişlo “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hat lidarxistin. Armanca sereke ji konferansê yekîtiya partiyên Kurdî û avakirina şandeykê ji bo danûstndina bi hikûmeta Şamê re bû.
10’ê Adara 2025’an de li paytexta Sûriyê Şamê di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şera de hevpeymanek hat îmzekirin. Xalên sereke yê hevpeymanê mafdayîna gelê kêm yê li Sûriyê û vegera koçberan ji bo cih û warên wa û rawestandina êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Piştî demekê ji konferansê şendeyeke hevbeş hat avakirin û bi hikûmeta Şamê re dest bi dan û standina kir.
Derbarê rêkeftina hevpeymana di navbera Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Şamê Ehmed El Şera de 10’ê Adara 2025’an hatibû imzekirin, parêzer û Mamosteyê Zanîngehê Xalid Omer ji rojnameya me re axivî .
Parêzer Xalid Omer di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku biryarên Şamê ne ji serê wêne ew piranî biryarên xwe ji tirkiyê ve digire, ev jî sedema sereke ji ne aktîfkirina yan jî bê berzivhiştina hevpeymanê ye. Ji aliyekî din ve jî ew bi xwe ketiye bin berpirsyariyekê mezin de hen ji aliyê dewletên derve. Herwiha lawazbûna karê wê, ev yek dihêle ku hevpeyman li ser rûyê erdê neyê bicîkirin. Lê ya girîng ewe ku divê em bizanibin ku niyeta bicîkirina vê îmzekirina hikûmeta Şamê çiye.”
Xalid Omer da xuyakirina ku hikumeta veguhêz a Şamê li ser hişmendiya rêjîma Bassê dimeşe û wiha domand: “Desthilatdariya niha qebûl nake ku Sûriyê bibe dewleta nenavendî, lewra dixwaze ew bibe xwediyê tevahiya biryaran yê girêdayî gelê Sûriyê bi tevahî. Ev yek tê wateya ku heman hişmendiya rejîma Eseed e û nêzîkatiyê wê yê ji bo Rêveberiya Xweser tê dûbarekirin. Hikûmeta veguhêz a Şamê di dema derengxistina hevpeymanê de dixwaze ji dewletên navneteweyî de bidin nîşandan ku QSD`ê aktîfa hevpeymanê dereng dixe. Lê bê gûman ev yek berovaje, Şam naxwaze lewra çavên wê li destkeke navneteweyî ye ta ku bi şert û mercên xwe dest deyîne ser hemû xaka Sûriyê tevlî herêmên Rêveberiya Xweser.”
Parêzer Xalid Omer destnîşan kir ku pêwîst e tevahî aliyên Sûrî li hev bicivin da ku kirîza Sûriyê bi dawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Bê gûman mirov nikare bandora destekên derve li ser hevpeymanê înkar bike. Lewra hin dewletên aktîf hene ji bo berjewendiyên xwe, naxwazin ev hevpeyman zû bi zû pêk were. Lê hikûmeta Şamê nizane ku eger ev îmzekirin di demeke kurt de bi cî neyê, wê ew bikeve bin bare perçekirina Sûriyê. Lewa divê ew nekeve bin bandora deswerdanên derve. Bandora derengxistina lihevkirina hevpeymanê pir mezine, lewra di nerîna min de ev hevpeyman çareserkirina aloziya Sûriyê ye û çarenûsa pêşeroja wê ye. Ji bow ê divê hemû rêxistin û partiyên aktîf yên li Sûriyê dimînin bi hev re li ser maseyekê bicivin û hemû pirsgirêkên heyî çareser biki. Ta ku dawiyê li kirîza Sûriyê bînin.”






