Volqan Elî
Belê, wekî dibêje; ti kes nemaye ku nizanibe li cîhanê gel, bawerî û olên Sûrî pirsgirêkekê dijîn. Ya rast ew e; hemwelatiyên Sûrî ev pirsgirêk, weke dûpişkekî di hemêza xwe de dîtine. Kî ye xwediyê vî dupişkê bê bext? Her hal ti kes dernakeve û nabêje, “hema min ev dûpişk berdaye pêsîra gel, ol û baweriyên herêmê”.
Wê demê em ê çawa bizanin ku kî ye berpirsiyarê vê felaketa xwînxwar? Yan jî ew ê ev felaketa li ser gelên herêmê kengî û çawa çareser bibe? na, ew qas ne zehmet e da ku em bizanin kî ye berpirsê vê felaketa xwînxwar:
Dibe ku em tehlîlek pir berfireh a serdemê nekin. Hewce ye lê ji ber ku mijarê zêde berfireh dike, wekî dibêje mirov nikare ji daristanê darên li ber çav jî bibîne. Bi yek hevokê; Îslama radîqal a cîhadîst (her çendî gotina Îslamê di nav de hebe jî ti eleqaya wê bi Îslamê re tine) ji aliyê dewletên giregir ên Cîhana Rojavayî ve li dijî Sosyalîzma Pêkhatî wekî tedbîrekê xistin dewreyê (DYE, Îngîltere û hwd). Dema ku di salên 1990’an de Sowyet Rûsya têkçû, ev hêzên neo-faşîst ên cîhadîst wekî hêzeke provokasyona li dijî gel û baweriyên herêma Rojhilata Navîn, ji nû ve hatin dîzaynkirin. Ji Talîbana Efxanîstanê, Îxwanî Mislimîn, bigire heta bi HTŞ’ya îro wisa bûn bela serê Îslama rast, bûn bela serê gelê Kurd, Dûrzî, Elewî, Ereb, Efxan …
Hevoka duyemîn jî; ew bîrdoziya ku jê re cîhadîzm, Îslama siyasî yan jî Îslama radîkal tê gotin bi temamî provokasyonek li dijî baweriya Îslamê bi xwe ye. Lewra ji dema Selehadînê Eyubî, bi şûn ve hêzên emperyalîst ên Rojavayî, li gor (hêzên emperyalîst), dikeve şiklê berxikê (gel û baweriyên herêmê).
Ji ber wê yekê ye ku El-Qeîdeya di 2001’ê de li bajarên DYE’ê bi balafiran çalakî li dar xistibû, di rastiyê de ne bi Îslamê re lê bi hêzên hegemon re eleqadar bû. Ev jî ne sir û razek e, ew bi xwe li xwe mukur hatin ku çawa di hembêza xwediyên xwe de mezin bûne!
Dibe ku duh wisa bû lê îro jî ti kes venaşêre aşkere xuya ye: Mînaka herî dawî ya cîhadîst HTŞ bi hêzên hegemon ên cîhanê re li hev rûdinîn, ji wan piştgiriyê digire. Bila, eger li welatê jê re Sûrî tê gotin Elewiyên Peravê nehatibana jenosîdkirin, Durziyên ku diyariyên dîroka mirovahiyê ne di qirqirinê re nehatibana derbaskirin, Kurd bi xetereya heman çarenûsê re ne rû bi rû bûna, li Şamê û li vî yan jî wî bajarê Sûrî Erebên Sunnî jî di navê de bi jehra cîhadîst re nehatana jehrî kirin, bila hemû hêzên emperyalîst xalîçeyên sor raxistana li ber lingê Colanî. Li Parîs û nizanim kîjan payitextê pêşwazî bikirana! Mixabin ne wisa ye!
Colanî û HTŞ ji beriya ku bi ser Şamê de bimeşe her kes dizane ku li Idlibê wekî emîrekî Erdogan rûniştibû. Dema bazara Erdogan û hêzên emperyalîst li ser Colanî li hev hat, ew kirin emîrê Şamê. Parçeyek şekirê Şamê xistin devê Ehmedê Şeri yê nû û berê cîhadîstên wî jî dan Elewiyên peravê. Ev zêdetirê xwe hesabê Erdogan bû. Lê ne tenê yê wî bû. Cîhadîstên dev bi xwîn bi hezaran jinên Elewî revandin, kal û zarokên wan kuştin. Çima? Erdogan digot, “bila yek ol hebe” û ew cîhadîst jî ji bo pêkanîna vê amade bûn jixwe… Kerbela li Perava Sûrî di vê serdemê de dûbare bû! Bi xêra (!) kê? Gundê xuya dike ne hewceyî rêzana ye! Hesabên li ser welat û gelên Sûrî ne ewqas e. Dagirkeriya Tirk bi nexweşiya Osmaniyên nû, dixwaze li ser vî welatî bi her rengî bilîze. Nehêle ku Îsraîl serweriya xwe li vî welatî çêbike! Hêzên emperyalîst ên hegemon, timî dixwazin destê gelan di qiriqa hev de be da ku ew bi rehetî hespê xwe bimeşînin.
Hê çend hefteyan ji beriya vê li beravê Sûrî Kerbala bi sedan car hate dubarekirin. Îro dibe ku gelê bawermend ê Durzî li ber xwe da, xwe bi rêxistin kirin û li dijî terorîzma cîhadîst a DAIŞ, HTŞ û Firqet el-Hemze û nizam çi û çi, bi ser ketibe. Lê heya ku ev dupişkê jehrî di destê hêzên hegemon de be, ew xeter heye ku jenosîda Elewiyên peravê yan jî qirqirina li ser Durziyan, li cihekî din, li dijî baweriyeke cuda dubare bibe! Bawermendên Misilmanên Sunnî bi xwe yan jî Îsawiyên li vî welatî her li ber xeteyê ne. Lewra ji bo hişmendiya cîhadîst, ya girîng xwîn biherike, lê ne girîng e ku xwîna kê ye; Împaratoriya tarîtiyê wisa ava dibe!






