Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armaca hikumeta veguhêz a Şamê parçekirina pêkhateyên Sûriyê ye’

30/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Armaca hikumeta veguhêz a Şamê parçekirina pêkhateyên Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Edîtorê Beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Ehmed Mihmed destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Şamê bi aramnca ku ol û yekrengbûna xwe li ser pêkhatiyên li herêmê ferz bike, komkujiyan li dijî geê û pêkhateyên Sûriyê pêk tîne.   

Di derbarê rewşa dawî ya li Siwêdayê de edîtorê Beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Ehmed Mihmed bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Hêviya gelên Sûriyeyê ew bû ku piştî ketina Rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz a Şamê,  aşîtî û aramî li Sûriyê pêk were, lê berovajî wê rewşa Sûriyê aloztir bû. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Piştî ketina Rêjîma Baas bi hevkariya hêzên navdewletî hikumeta veguhêz a Şamê hate ser deshildariyê, herwiha xewin û xeyalên tevahiya gelên Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke wekehev û demokratîk were avakirin û her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê da xuyakirin. Lê mixabin piştî hatina hikumeta veguhêz a Şamê ew xewin û xeyalên gelên Sûriyê pêk nehatin. Em dibînin ku ev hikumet di 8’ê Adarê de li dijî civaka Elewî gelek komkujî pêk anîn û heta roja îro jî ev komkujî berdewam dikin. Di dema dawî de gelek komkujî li dijî pêkhateyên Durzî jî hatin pêkanîn. Ev hikumeta bi vî rengî bi tu awayî nikare nasnameya hemû pêkhateyên ku li herêmê dijîn hembêz bike, ji ber ku Sûriyê welatekî pirrengîn e û gelek pêkhate lê jiyan dikin. Ji ber vê yekê bi tu awayî gelên Sûriyê vê hikumeta bi vî rengî napejrînin.

Di heman demê de, heta niha Şoreşa Rojava negihiştiye armanca xwe û armaca gelên Sûriyê ew bû ku şoreşgerên di wê demê de derketin zihniyeta li Sûriyê hatiye ferzkirin, biguherînin. Herwiha kesên desthildar werin rakirin û li şûna wan kesên din werin danîn, ji ber bi hişmendiya Rêjîma Baas hikumeta Şamê ya veguhêz desthildariyê dide meşandin. Ji ber vê yekê heta roja îro armanca gelên Sûriyê di şoreşa xwe de pêk nehatiye, heta vê demê şer û pêvçûn li herêmên Sûriyê berdewam dikin.Herwiha pêkhateyên Sûriyê tên hedefgirtin û ratsî komkujiyan tên, hîn jî gef li pêkhateyên din yên li Sûriyê tên xwarin. Lewma di desthilatê de tenê yek rengî û yekalîbûn heye, hikumeta veguhêz a Şamê hizir, ol û yekbûna xwe li ser hemû pêkhateyan ferz dike. Ji ber vê yekê jî heta niha şoreşgerên Sûriyê yên ku ji destpêka şoreşê de cihê xwe girtin e, negiştine armanca xwe û demek dirêj li pêşiya wan e ku vê hişmendiya li Sûriyê biguherînin.

-Piştî komkujiyên li peravê êdî li Siwêdayê jî li dijî Durziyan komkujî hatin pêkanîn, armanc ji van komkujiyan çi ye û berdewamiya vê yekê wê çi bi xwe re bîne?

Ev demeke ku hikumeta veguhêz a Şamê li dijî gelê Durzî kiryar û komkujian pêk tîne û bi armana ku yekalîbûn û ola xwe li ser wan ferz bike, bi çi rê û rêbazan be dixwaze vê yekê pêk bîne. Dema ku dibîne ew nikara serweriya xwe li ser pêkhateyên li Sûriyê ferz bike komkujiyan pîk tîne. Tu cuhdahî di navabera hikumeta veguhêz a Şamû û rêbazê leşkerî yê rêjîma Baas tune ye. Piştî sala 2011’an çawa ku sîstema rêjîma Baas li hemberî şoreşageran û gelên Sûriyê yên ku azadî û aştî dixwestin, tang û topên xwe xistin meryetê û komkujî li dijî wan pêk anîn. Ev hikumeta veguhêz a Şamê jî rêbazên rêjîma Baas bi kar tîne û tu guhertin di wê hişmendiyê de tune ye.

Armaca sereke ya hikumta veguhêz a Şamê parçekirina pêkaheyan ne û tişta ku li sîstema Baas zêde dike ew e ku karibe pêkhatiyên li herêmê li dijî hev bide bikaranîn. Herwiha bi rengekî ku tevliheviyê di nava pêkateyên li Sûriyê de bide avakirin mîna vê yekê ya herî dawî dixwest bide diyarkirin ku şerê sine, dûrzî û elwiyan derdikeve weke ku hikumeta têkilya wê bi tiştekî bi vî rengî tun ye. Daxuyaniya herî dawî ya komîta şopandina komkujiyên li herêmên peravê ev yek da diyarkirin. Dixwaze pêkhateyan li dijî hev bide şerkirin, da ku desthilata xwe zêdetir ferz bike. Ji ber vê yekê em hertim tekez dikin ku hişmendî ew hişmediye, rêbazên ku dema rêjîma Baas bikartanîn niha jî tê bikaranîn. Hikumeta veguhêz a Şamê hin rêbazên zêdetir bi tundî ji ya rêjîma Baas dide meşandin.

– Binketina hewldanan li Siwêdayê û qirkirina gelê Dûrzî vala derket, berxwedaniya gelê Durzî bi serket,  vê berxwedaniyê çi di Sûrî de isbat kir?

Tişta ku li Siwêdayê hate jiyankirin dide diyarkirin ku çiqasî civak bi rêxistinkirî be wê ew civak serkeftinan bidest bixe. Herwiha wê ew civak tu carî têkçûnê qebûl neke, tu rêxistineke civakî, siyasî û xweparstinê di wê herêma Peravê de tune bû. Di encamê de Elewî rastî komkujiyên pir mezin hatin, hikumeta veguhêz a Şamê dikarîbû bi riya hêza xwe ya leşkerî di wan herêman de xwe bi cih bike û serweriya xwe ferz bike. Lê li Siwêdayê civaka Dûrzî rêxistbûna xwe ava kirbû, heta rêxistbûna xwe di asta mecalis, hêza xwe ya leşkerî ji bo bervaniya xwe, hêzên xwe yên cewherî û hwd ava kirbûn. Lewma hikumeta veguhêz a Şamê bi êrîşa xwe ya leşkerî nikarîbû civaka Durzî li Siwêdayê têk bibe. Ji ber vê yekê dema ku gel birêxistinkirî be li kîjan herêma Sûriyê be wê hikumeta veguhêz a Şamê nikarîbe wê civakê tune bike. Nîşana ku tiştê civaka Durzî bi serxist berî wê xwe birêxistin kirbû, dizanîbûn ku armanc çi ye û berê wan bi kîjan aliyê ve ye. Ji ber vê yekê me dît ku di vê dema dawî de çiqas êrîş bi ser Dûrziyan de hatin, lê îradeya civaka Durzî bi ser ket.

Tekeze ku çiqas civak birêxistinkirî be wê ewqas serkeftinan qezenc bike. Ji ber vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an û heta niha tevî ewqas êriş û zehmetiyan jî  destkeftiyên pir mezin tên qezenckirin  û heta îroj têkoşîn berdewam e. Çavê wan lê bû ku piştî ketina rêjîma Baas, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev sîstem têk biçe, lê ev yek pêk nehat. Ev 8 mehin ku sîstema Baas têk çûye, lê hîn jî sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêze û aliyekî sereke yê Sûriyê ye, herkes dixwaze pê re diyalogê bike da ku Sûriyê ber bi aramiyê ve bibin.

 -Li hemberî vê hişmendiya tundirew pêwîst e têkoşîneke çawa ji aliyê gelê Sûriyê ve were kirin?

 Li hemberî vê hişmendiya hikumeta veguhêz a Şamê, pêwîst e gelên Sûriyê şoreşa xwe berdewam bikin. Ji kesên ku piştî têkşûna Bass tevlî hikumeta veguhêz a Şamê bûne tê xwestin ku nêrîna xwe bugherin. Niha ji gelê Sûriyê tê xwestin ku vê şoreşa xwe berdewam bikin û li dijî vê hikumeta ku hatî ferzkirin xwe birêxistin bikin. Lewma helwestên xwe bidin diyarkirin û yekîtiya xwe ava bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.