Volqan Elî
Bi rastî ez bi vê serenavê nefikîbûm. Lê dîsa jî vê xwe li ser gotarê ferz kir. Hûn ê bêjin, “ma te ji bo vê gotarê çi serenivîs fikirîbû?” hema wisa ne lezînin… Min digot, bila vê carê serenivîsa me ev be: ‘Ji bo PDK’a Mala Barzanî kar û şuxulek pêwîst e, kî li derdora xwe ‘şuxulekî qenc’ peyda bike bila ji kerema xwe agahî bide vê Malê’. Lê dengê ji nava dîrokê dihat alîkariya min kir. Min dît, pêwîstî bi ev çend hevokek dirêj tine. Va ev gotina pêşiyên me yên nûranî, ez ji derd û xemekê, wisa xelas kirim. Xwendekarên nebihîstibin yan jî pê nezanibin ku ev Mala naskirî (Mala Barzanî) çi karî dike, divê mirov bêje ku ew jî li gorî wê li ‘şuxulekî qenc’ bigerin. Dema ez dibêjim ‘şuxulekî qenc’, li gorî vê Mala Mezin ‘qencî’ çi be ew…
Xwendekarên dil bi rehm wê bêjin “me fêm nekir, hineke din jî veke. Çi kar û şuxulî dike, ev Malbata reben? Em bizanin…” Hema ez bi kurt û kurmancî ji we re bêjim; karê Qebîl dike û timî li pey birayê xwe Habîl e. Timî çavên wan li ber deriyan e… Ka kîjan cîranê wî yê xêrnexwaz çav berdaye mal û milkê welat ku hema dest bike qirika birayên xwe û li ser mîrasê pêşiyan lotikan biavêje! Na, em zêde nabêjin! Em li tu kesî neheqî jî nakin û dîrokê û pêşiyên me ev heq, ne daye me û ne daye ti kesê din.
Sal 1946’an payiza dereng a vê salê ye. wext û zeman piştî şerê cîhanê yê duyemîn e. Dewr û dewran qulupiye, hêzên wekî Rûsyaya Sovyet û DYE û Brîtanya li hev kirine. Ji ber vê yekê, Komara Mihabadê ku pişta xwe dabû Sovyetê, bi ber bayê felekê ketibû. Eşîr û fermandarên gewre yek bi yek terka Komara Qazî Mihemed ku bi destê xwe ava kiribû, didan. Hê artêşa Îranê negihîştibû Mihabadê, Mele Mistafa Barzaniyê min û te bêhna xwe li cem Stalîn berda. Piştî çend mehan, Qaziyê Pêşawa, ji ber xiyaneta birayan, li meydana Çarçira ku Komar îlan kiribû hate darvekirin.
Hûn ê bêjin, “ma Rûsya çi da Mala Barzanî”. Di belgeyên dîrokê de tomar kiriye: Mala Barzanî li wir 12 sal dimîne. Tevî eşîr û çekdarên li dora wan. Di deh salên pêşde çi dike? Hemû di arşîvên dîrokê de tomar kirî ne. Bi hezaran serê şoreşgerên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di dîrokên cuda de bi çend quruşan firotine Şahên Îranê, firotine Iraqê. Hesabê Silêman Muînî, Dr. Şivan, Seîd Elçi di nava rûpelên dîrokê de maye. Sûnd û peyman bi DYE’re, çêkirine û li dijî Abdulkerîm Qasim, heta Sadamê ku em jê re dibêjin faşîst e, şer dane destpêkirin. Di pêşberê çi de? Ji DYE’ê û îranê soz girtine ku ew ê otonomî bidin wan (mala Barzanî). Lê mixabin…
Ya herî dawî, ya herî giran bûye. Tevgera Azadiyê li dijî dijminê gelê Kurd şerê çekdarî di 1984’an de, daye destpêkirin. Têkoşîna çekdarî 41 salan berdewam kiriye, vê Malbatê timî li cem dijminê gelê Kurd cihê xwe girtiye. Ji ber vê yekê, li cem dijmin qîmet û rûmeta wan her zêde bûye. Her ku agahiya wargehek gerîlayên azadiyê daye dijmin û dijmin, ev Malbat bi xalîçeyên sor pêşwazî kiriye û rêya bazirganiyê jê re vekiriye. Ketiye rêzên destpêkê yên dewlemendên cîhanê. Li aliyê din bi sedan keç û xortên gelê Kurd jî, bêyî ku gilî û gazincan bikin ketine hemêza axa sar.
Hûn ê bêjin, “encam”?
Rêber Apo bi bangawaziya kiribû, dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Eger ev pêvajo bi serkeftî encam bibe, wê gelek derdor bê şûxul û kar bimînin. Yek ji van jî Mala Barzanî ye. Çima? Wê êdî nikaribe agahiya gerîla bide dijmin, nikaribe li dijî wan cur bi cur şer bimeşîne. Wê demê dijmin çima xalîçeya xwe ya sor qirêj bike, çima jê petrol bistîne û çima li ser hesabê Malê pere bixe banqayan? Eger yek, çavê xwe berde destê xelkê ku pê debara xwe bike, ew ê carekê xwe bimeşîne, du caran xwe bimeşîne, lê cara sêyemîn vala vegere. Va em li dîrokê meyze dikin ji me re wisa dibêje; Vê malê Komara Mihabad erzan firot, xwe meşand. Xwîna şoreşgerên Başûr û Rojhilat bi destê xwe rijand, xwe meşand. Çendîn gerîlayên azadiyê, bi balafirên bê mirov ê dijmin, şehîd bûn bi saya vê Malbatê, lê dîsa jî ew bê şûxul û bê îş man.
Çi gotiye pêşiyên me: Çavê li deriyan, xwelî li seriyan!






