Birûc Resûl/Qamişlo
Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Xalid Omer diyar kir ku bi van kiryar û nêzîkatiyan hikumeta Şamê ya veguhêz û navendî wê çawa karibe Sûriyayeke Demokiratîk bide avakirin.
Di encama berxwedana 13`e salan a li Sûriyê de, sîstema netewperest a rejîma Baas hat hilweşandin. Niha jî hikumeta şamê ya veguhêz li gorî hişmendiya xwe tevdigere û dixwaze ku Sûrirya bi yey reng û netew were avakirin û birêvebirin. Di heman demê de biryarên ku dide, nîşan dide ku Sûriye ber bi sîstemek olperest ve diçe ku li Sûriya nû bi bêdengiya hikumeta veguhêz êriş, dagirkerî, koçberî û kuştin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Endamê Yekîtiya Parêzeran yê Kantona Cizîrê Xalid Omer ji Rojnameya me re axivî.

Xalid Omer di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku rejîma Baas hat helweşandin, bê guman ez wekî hilweşîn nabînim, tenê wekê serok komarê Suriyê hat guhertin, ama pergala siyasî wekî xwe ma. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin armanc ango daxwazên şoreşa me hatiye bi cih kirin. perovajî wê em dibînin ku sûrî bi awayekî navendî û olparest tê birêvebirin. Di dema rêjîma Baas de ew nêzîkatiyên olparest zêde tunebûn, lê piştî ku hikumeta Şamê ya veguhêz em dibînin ku nêzîkatî û kiriyarên olparestî zêde bûn. Hikumeta şamê ya veguhêz îro diwaze bi rengekî yel olî û mezheb Sûriyê bi rêvebibe, ji ber vê yekê ev yek bû sedem ku gelek komkujiyên mezin hatin kirin. Ev kiryar jî wê bibe sedem ku şerekî navxweyê di hindirê Sûriyê de were destpêkirin, her wiha komkujî li ser pêkhateyên Elewî, Durzî û xirstiyanan jî hatin meşandin. Bûyerên ku li beravê çêbûn ev yek û nêzîkatiyên çewt tekez dike, ku ev kiryarên ku niha hikumeta Şamê ya veguhêz li ser pêkhateyan û di bin navê îslamiyetê de dide kirin, wê tevahî gel li hemberî wî rabin û nerazîbûna xwe nîşan bidin, di heman demê de wê nikaribe Sûriyake Demokrat bide avakirin û bi rêvebibe.”
‘Eger rewşa Sûriya bi vî rengî dewam bike wê ber bi parçebûnê ve biçe’
Xalid da zanîn ku ew konferansa niştîmanî ya Sûrî li ser bingeheke şaş hat lidarxistin û wiha domand: “Konferansa Niştîmanî ya Sûriyê ya ku li ser esasekî şaş hat damezrandin û li kêleka wê destûra ku hate derxistrin, şaş hat dîtin, di heman demê de bandoreke neyinî li ser rewşa siyasî û metrsiyeke pir mezin li ser rewşa gelê Sûriyê cêkir. Li vir hat xuyakirin ku pêşeroja Sûriyê bi rêvebirina hikumeteke bi vî rengî wê tu aramî û ewlehiyê bi xwere neyîne. Ji ber ku me dît ew kesê sûcên şer, qirkirin û komkujiyan pêktînin, niha hikumeta Şamê ya veguhêz erkê rêveberiyê daye wan. Bi vî rengê heyî ger rewş berdewm bike wê Sûriyê ber bi parçebûnê ve biçe.”
‘Cihê ku jin lê tune be, ew cih seqet dimîne’
Omer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hikumeta Şamê ya veguhêz ger ku van kiryaran dewam bike, wê rê li pêşiya avakirina Sûriyeke demukratîk bigre, ji ber ku çavkaniya pirsgirêka jiyana gelê Sûriyê sîstema navendiya, ev sîstema navendî wê nebe çare ji gelê Sûriyê re. Herwiha em jî dibînin ku di hundirê Sûriyê de her pêkhateyek nayê qebûlkirin, tenê ew kesên zihniyeta wan wekî zehniyeta hikumeta Şamê ya veguhêz be, ew tê qebûlkirin û dikare xwe di nava her cihî de jî bigre, tenê bi yek rengî dixwazin. Ev yek jî gelê Sûriyê qebûl nake, gel ne gelê berê ye ku bitirse û dengê xwe neke, êdî li hemberî her bêmafî û zordariyê derdikevin, bi taybetî jî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta em dikarin balbikşînin li ser konferansa Niştîmanî ya Sûriyê, ew konferans temsîla gelê Sûriyê nake, ji ber ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de negirtin. Li vir hat diyar kirin ku hikumeta Şamê ya veguhêz tenê kesên wekî hişmendiya xwe dihewîne û wan di nava xwe de qebûldike. Di heman demê de heya roja îro rola jin di hundirê Sûriyê de wek rêveber nehatiye qebûlkirin. Wê demê bi van kiryar û nêzîkatiyan wê çawa karibe Sûriyake Demokratîk bide avakirin. Cihê ku jin lê tune be, ne gengaze ku kar û xebateke saxlem bimeşe.”
‘Guhertina ku di Sûriyê de hat çêkirin, tenê ji navê Esed bû Colanî’
Xalid Omer da zanîn ku tu guhertin li Sûriyê heya niha nehatiye çêkirin û wiha bê de çû: “Eger di Sûriya nû de hemû pêkhate û jin di nava xwe de nehewîne, wê rê li ber Sûriyeke demokratîk were girtin, bêguman heya niha hikumeta Şamê ya veguhêz ti guhrtinên erênî di nava xwe de nedaye avakirin. Ev jî wê bibe sedem ku temenê vê hikumetê kin be. Pêwîste guhertina Sûriyê ne tenê bi kesan be, lê belê pêwîste sîstem ji bingeh ve were guhrtin. Ji ber ku em di roja xwe ya îro de dibînin ku guhertinên hatin kirin, tenê ji navê Esed bû Colanî. Çareseriya Sûriyê ew e, ku ji dewleteke navendî bibe nenavendî û mafê her pêkhateyekê di nav de hebe û karibe tevahî gelê Sûriyê hembêz bike, da ku jiyaneka aştî û demokratîk di Sûriyê de were avakirin”.






