Hemza Sêvo/ Qamişlo
Sikretêrê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Sûriyê, Ciwan Siko da zanîn ku Rêveberiya Xweser omîda gelên Sûriyê ye û got, “Dewleta Tirk û desthilata Şamê berê Sûriyê didin parçekirinê.”
Ji dema ku rêjîm têkçû û desthilata Şamê ya veguhêz hat ser hikum, geşedanên pir bilez û komkujiyên mezin derheqê pêkhateya Elewî, Durzî û Suriyanî pêk hatin.
Li paşperdeya kiriyarên xerab ên desthilata Şamê gelek hêzên navdewletî hene ku dixwazin gelên Sûriyê qir bikin û siberoja Sûriyê tarî bikin. Li hemberî van kiriyaran jî gelên Sûriyê riya çareserkirina pirsgirêkên xwe, sîstema Rêveberiya Xweser dibînin.
Derbarê heman mijaran de sikretêrê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Sûriyê, Ciwan Siko ji rojnameya me re axivî.
‘Desthilata Şamê nikarîbû gelên Sûriyê biparêze’

Ciwan Siko diyar kir ku desthilata Şamê ya veguhêz nikarîbû pêkhateyên Sûriyê biparêze û wiha anî ziman:”Piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina vê desthilata nû veguhêz, hêviya hemû gelên Sûriyê ew bû ku rewş were guhertin û armanca gelên Sûriyê ya destpêka aloziya Sûriyê pêk were ew armanca ku ji bo wê, li hemberî tivingên rêjîma Baas rabûn. Lê mixabin rêjîmeke desthilat û dîktator têkçû, li şûna wê rêjîmeke xwedî hişmendiyeke radîkal bi cih bû. Ketina rêjîmê ne ew e dema ku serokê komarê bireve û li şûna wî yekî din were, divabû ku zihniyet were guhertin, hem jî rêzdarî ji gelên Sûiyê re were girtin. Em dikarin bibêjin ku kiriyarên desthilata Şamê û komên çete yên girêdayî wê kiriyarên xerab ji Efrînê li hemberî gelên Sûriyê dan destpêkirin heya Berava Sûriyê, hem jî teqîna Dêra Şamê û pêkanîna komkujiyên li ser Durziyan. Vê desthilatê gelek komkujî û kiriyarên xirab li hemberî gelên Sûriyê pêk anîn, ev yek tekez dikê ku desthilata Şamê nikare bi darê zorê desthilata xwe bidomîne.”
‘Xeta ku Colanî li ser dimeşe wê encamên xerab bîne’
Siko destnîşan kir ku xeta ku Colanî li ser dimeşe wê encamên neyînî bi xwe re bîne û wiha domand: “Çendîn dewletên Erebî û piştevanên wî hewldan kirin ku Colanî bikin Ehmed Elşeri, lê Colanî nebû Ehmed Elşeri.Desthilata Şamê ya veguhêz li ser xeta xwe ya taybet dimeşe, ev xet jî ne cihê hêvî û omîda gelên Sûriyê ye. Xeta ku Colanî li ser dimeşe wê encamên nebaş bi xwe re bîne ji ber ev desthilat pirrengiya Sûriyê û mafê hemû pêkhateyên gelên wê qebûl nake. Colanî bi riya mîta dewleta Tirk berê Sûriyê ber bi xerabûn, şerê navxweyî û parçebûnê ve dibe. Hrwiha dihêle ku hin aliyên din vê tevlîheviyê bixe hincet ku destwerdanê bike. Em dibînin ku li Siwêdayê ev kesên ku bi navê eşîreyên ereban kiriyarên xerab dikin, ev kesên wiha di bingeha xwe de çeteyên DAIŞ’ê ne û nûnertiya erebên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin. Hemû êlên Ereban bi daxuyaniyekê piştgirî dan QSD’ û tekez kirin ku ev kesên wiha nûnertiya pêkhateya Ereb nakin. Di dema heyî de divê desthilata Şamê, hem jî hemû komên biyanî li ser van kiriyaran bên cezakirin.”
‘Rêveberiya Xweser omîd û hêviya gelên Sûriyê ye’
Sikretêrê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Sûriyê, Ciwan Siko da zanîn ku Rêveberiya Xweser omîda gelên Sûriyê ye û wiha got: “Bêguman Rêveberiya Xweser sîstema herî guncav û serkeftî ye ji bo rêvebirina Sûriyê, ev ne gotina gelê Kurd tenê ye, saziyên navnetewî û rêxistinên civakî vê yekê tekez dikin. Ji ber ku berî rêjîma Baas bikeve û piştî wê jî heya roja îro jî cihê herî bi ewle, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herêmeke xwedî ewlehî, xweşî, wekhevî û demokratiyê ye, hemû pêkhate bi hev re xwe diparêzin, hem jî rêvebirina xwe dikin. Ev tecrube tekez dike ku dikare bibe tecrubeyek ji bo hemû deverên din ên Sûriyê. Rêveberiya Xweser îroj hêvî û omîda hemû pêkhateyên Sûriyê ye. Piştî van geşedanên Siwêda û Berava Sûriyê, pêkhateya Elewî û Durzî jî tekez kirin ku Rêveberiya Xweser riya çareseriya hemû gelên Sûriyê ye, niha daxwaza wan ew e ku ev sîstem li gel wan jî pêk were. Li ser asta 14 salan gelên Sûriyê gelekî westiya, gelek kes hatin kuştin, koçberî û komkujiyên mezin pêk hatin. Em êdî bang dikin ku dem dema wekhevî, aramî û rawestandina xwînrijandinê ye.”






