Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kuantum kêrî çi tê?

23/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Ferezî yan jî teoriyeke pir berfireh e kûantûm. Bi vî halê xwe qet kêrî me nayê. Tu bikevî nav, ji hejmar û fikrên ecêb ecêb nikarî serê xwe rakî: mîna xîza di behrekê de… Lê hemû aliyê wê ne ewqas çetin e. ya din jî aliyê wê yê bi jiyanê re rasterast eleqadar heye; hîkmet û felsefeyeke jiyanê ye.

Dîsa jî ew jî bi qasî şiklê xwe yê ferezî yan teoriyê tevlî hev, têra xwe qerebelix bi sergêjahî ye. Ruxmî vê, du rêgez yan taybetmendiyên vê hîkmetê hene ku wekî ronahiya finda di şeveke tarî de rê pêş me dike: ya yekê, di jiyanê de qural û qêdiyên pir cemid, neguher tine; ev di asteke mezin de hişmendiya me nerm û muteherik dike. Bi vê, dibe ku qalib û dogmayên li ber jiyanê asteng in, werin derbaskirin. Ya duyemîn; jiyana pêşerojê, ji niha de bi temamî ne diyar e. Ji bo pêkhatina jiyanê gelek zêde îhtimal hene. kîjan hêzên civakî bi rêxistinî bin, bi amadekarî bin pêşeroj, jiyan li gorî wê şikil digire.

15’ê Tebaxa 1984’an li Dihê û Şemzînan li dijî dagirkeriya Komara Tirk, guleyê destpêkê hatibû teqandin. Bîlançoya vî şerî yê xwînavî gelek caran ji aliyê dijmin û hêzên welatparêzve kêm-zêde hatiye dayin. Ji vê zêdetir, em ê li ber ronahiya vê hîkmet û felsefeya kûantumê li du bûyerên dîrokî temaşe bikin:

Niha yek ê bêje “ma çi eleqaya felsefe û ‘guleya’ 15’ê Tebaxê yan jî bûyera vê dawiyê bi hev re heye?” Çawa tine! Hem jî ev eleqa ne hirde-virde ye; bi qasî erd û ezman e. Ji beriya 15’ê Tebaxê gelê Kurd bi her tiştî xwe ve koleyê dagirkeriyê bûn. Ya herî girîng jî koletî di hişmendiya me Kurdan de bû. Vê ‘guleya’ ji şewqê, wekî Zilfiqara Hz. Elî, ew girêdana koletî ya di mejiyê me Kurdan de qetand. Qalib û dogmaya koletiya di mejiyê gelekî de pê tarûmar bû. Êdî Kurdan karîbû bi jiyaneke azad bifikirin. Dema em vê dibêjin, derbeya li dijî dijmîn ketî yê vê hemleyê bê qîmet nabe! Dibe ku di van hemleyên destpêkê de çend leşkerên dagirkeriyê miribin lê ya herî girîng jî ‘guleya’ku li hişmendiya wî jî ketibû: “gelo muhayel Kurdistan li vê derê ne meftûn e”. Lê belê ev rastî ti car îtiraf nekir; her got “ez ê di çend saetan de, di çend rojan de, di vê operasyonê de kokê şervanên azadiyê biqelînim. Jixwe min ev yek, li Agirî û Dêrsimê kiribû!”

Ji roja destpêkê ya koletiya li ser gelê Kurd, heya bi pêvajoya dagirkeriya Tirk her xwestine qalib û dogmaya koletiyê di mejî û jiyana Kurdan de kûr bikin. Hêzên azadîxwaz ên gelê Kurd ti car serî netewandin e. Lê mixabin ji ber rêbazên têkoşînê her têkçûne. Vaye herî dawî Tevgera Azadiyê di vê de nûbûnek kiriye: têkoşîna li ber ronahiya zanist û felsefeyê.

Çawa ku hemleya 15’ê Tebaxa 1984’an qalib û dogmayên koletiya di mejî de tarûmar kiribû… bi heman armancê vê carê jî 11’ê Tîrmeha 2025’an, şervanên azadiyê bi fermandar û şervanên xwe, xwe berdabû qada şer. Ew bi amadekarî bûn, di asta herî bilind de bi rêxistinî bûn. Her kêliya vê hemleyê li İmraliyê hatibû honandin, di mejiyê şervanên azadiyê de ‘civaka Demokratîk’ şenber bibû.

Lê ferq û cudahiyek ji hemleya Tebaxê hebû… Vê carê li qada şer, dijmin yan jî fîzîka dijmin, cisma dijmin tine bû. Ya ku li holê hazir û amade bû vê carê ji serî heya binî hişmendiya dijminatiya mirovahî, çanda şer bû! Di vê kêliya dîrokî de dijminê şervanên azadiyê, ‘çanda şer’ yanî di manaya remzî (sembolîk) de çekên wan ên di destên wan de bûn. Naxwe, ji bo her şervanê/î ‘çeka’ wê/î bûka çavên wan bû. Dil nedibirin ku rojekê tozek li ser bikeve yan tiştek pê were. Lê ew fedayiyên azadiya gelan bûn. Eger bihata xwestin amade bûn, di her kêliyê de canê xwe jî bikin hezar qet.

Di berdêla çi de? ‘Çanda Şer’… Hem çekên xwe feda kirin û hem jî ev çanda bêbext tine kirin. Lê dîsa jî her der nebû cinet. Tenê nîşan dan ku divê ‘çanda şer’ were tinekirin… Ji bo Hişmendiya Azadiyê rê vekirin. Astengên li ber azadiya mejiyê civakê ji holê rakirin, qalib û dogmaya ‘bikuje, bimire’ di mejiyê dost û dijmin de şikênandin.

Hem jî ji serî heya dawî ji bo afirandina civakêk nû bi amadekarî bûn!

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.