Dîlan Mulhim\Qamişlo
Berdevkê Fermî yê QSD Ebcer Daûd diyar kir ku xeteriya DAIŞ’ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûrî zêde bûye. Herwiha Daûd destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Şamê rê dide DAIŞ’ê ku xwe zindî bike û kiryarên ku niha li Sûriyê dibin vê yekê tekez dikin.
Piştî ketina Rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz a Şamê xeteriya DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Ji ber ku ji dema ku hikumeta veguhêz a Şamê hatiye li ser desthildariyê, Sûriyê di nava loziyeke mezin de jiyan dike. Herwiha hikumeta veguhêz a Şamê bi hişmendiya DAIŞ`ê komkujiyan li dijî tevahiya gelê Sûrî pêk tîne.
Derbarê xetriya DAIŞ’ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Ebcer Daûd ji Rojnameya me re axivî.
‘Xeteriya DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê zêde bû ye’
Ebcer Daûd anî ziman ku hikumeta veguhêz a şamê rê dide DAIŞ’ê ku xwe zindî bike wiha got: “ Tu cudahî di navbera hikumeta veguhêz a Şamê û DAIŞ’ê de tune ye. Ji ber ku ev hikumeta bi hişmediya DAIŞ’ ê rojan e komkujiyan li dijî gelên Sûriyê pêk tîne û kiryarên ku niha li Sûrî diqewimin vê yekê tekez dikin. Helbet ev jî dibe derfetek li pêşiya DAIŞ’ê ku xwe di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji nû ve zindî bike. Di heman demê de, piştî ketina rêjîma Baasê, li gelek deveran tevlîhevî û valahiyek ewlehiyê çêbû, ji ber ku leşkerên rêjîma Baas çek û embarên xwe bêyî ku radest bikin hiştin û bi vî awayî şaneyên DAIŞ’ê gelek çek û cebilxaneyan bi dest xistin, li gelek deveran dixwazin ku êrişên xwe bidomînin. Kiryarên ku niha hikumeta veguhêza a Şamê li dijî gelên Sûriyê pêk tîne. Herwiha hewldanê vê hikumetê rê didin çeteyên DAIŞ’ê ku êrişên xwe pêk bînin. Ruxmî ku Hêzên Sûriya Demokratîk dawî li hebûna DAIŞ’ê anîn, lê hebûna wan di aliyê hişmendî de hîn jî heye. Di heman demê de, gelek şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî hene û hewl didin ku li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê êrişan pêk bînin.”
‘Operasyonên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî berdewam dikin’
Ebcer Daûd eşker kir ku xeteriya DAIŞ’ê zêde bûye û wiha berdewam kir: “ Di demên dawî de di Sûriyê de gelek guhertin pêk hatin, van guhertinan derfet da şaneyên DAIŞ’ê ku liv û tevgera xwe zêde bikin û êrişan pêk bînin. Di heman demê de ew sûdê ji valahiya li hin deverên Sûriyeyê digirin. Kampa Holê jî yek ji cihên sereke ye ku şaneyên DAIŞ’ê hewl dide ku xwe bigihînê. DAIŞ dixwaze li komapa Holê êrişan pêk bîne. Helbet ev yek metersiyeke mezin li ser tevahiya cîhanê çêdike, ji ber vê yekê pêwîst e ku hêzên navdewletî bi erkê xwe rabin û vê yekê paşguh nekin. Oprasyonên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî berdewam dikin û ji bo ku xeteriya DAIŞ`ê ji holê rabe, divê em têkoşînê berdewam bikin. Çawa ku 13 salan li pêşiya çavên cîhanê şervanên QSD`ê YPG û YPJ`ê li dijî DAIŞ`ê têkoşîn û berxwediyeke bêhempa dane meşandin û heta îro jî ev têkoşîn berdewam dike. Lewma ji bo ku xeteriya DAIŞ’ê ji holê rabe, pêwîst e em asta têkoşînê xurt bikin û operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî berdewam bikin.”
‘Pêwîst e em di aliyê ewlehî û parastinê de baldarbin’
Ebcer Daûd axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e zarok û malbatên DAIŞ’ê yên li kampan werin perwerdekirin, da ku hişmendî û hizrên wan were guhertin. Ji ber ku zarok û malbatên DAIŞ’ê li ser kuştin, serjêkirina û xwînê hatin mezinkirin. Herwiha gelek girtîgeh li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê yên herî sûcdar li wan girtîne, ev çeteyên di van girtgehan de hertim pilan dikin ku ji zidanan birevin. Di heman demê de, şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî di girtîgehan de dixwazin ku êrişên xwe pêk bînin, ji ber vê yekê pêwîst e em di aliyê ewlehî û parastinê de baldar bin.”
‘Pêwîst e dewletên navdewletî mijara xeteriya DAIŞ’ê bi aweyekî cidî bigirin dest’
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Ebcer Daûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e hêzên Navdewletî mijarên xeteriya DAIŞ’ê bi aweyekî cidî bigirin dest. Ji ber ku divê demê de xeteriya DAIŞ’ ê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê zêde bû ye.”






