Ekîn Isyan
Şoreşa Rojava 13 sal in li hemberî hemû zehmetî, êrîş û dorpêçan li ser piyan e. Li hundir û derve li hemberî hemû astengîyan, şoreş roj bi roj firehtir bû. Di nav şer, windahî û wêranîyan de, şoreşeka ku ji cîhanê ra bibe hêvî pêk hat. Bê guman, ev roj bi saya şehîdên bêhejmar hatin. 33 Şehîdên Pirsûsê jî di nav wan nemiran de cih girtin. Di dîroka şoreşa Rojava de wek xalek girîng a zivirînê, divê komkujîya Pirsûsê bê vegotin.
Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku dewleta Tirk a girker û înkarker ew piştgirî dikir, li Kobanê berxwenek efsanewî hat nîşandan. Di berxwedana Kobanê ya ku wek Stalingrad a sedsala nû di dîrokê de cih girt, Îslama siyasî ya paşverû ya çeteyên DAIŞ’ê têk çû. Di vê berxwedanê de welatparêz, anarşîst, sosyalîst, enternasyonalîst û komunîst jî hebûn. Bi taybetî, enternasyonalîzma hevgirtinê dîsa zindî bû. Çav û guhên hemû cîhanê li kolanên Kobanê bûn. Li dijî êrîşên çeteyên tarî yên DAIŞ’ê, berxwedaneke mezin hat meşandin. Wek ku di sîrû antîfaşîst a dîrokî tê gotin, “No Pasaran ji wan ra ne veşartî bû”; şervanên ji her ziman û neteweyî bi hev re şer kirin û Kobanê azad kirin. Di wê demê , Erdogan gotibû “Kobanê ket, wê bikeve” û armancên xwe anîbû ziman. Lê Kobanê neket û bi berxwedana xwe, dengê şoreşa Rojava li hemû cîhanê belav kir. Di vê berxwedanê de, di nav gelek şervanên nemir , welatparêzên sosyalîst û komunîstên marksîst-lênînîst jî hebûn.
Me bi hev re parast; Em ê bi hev re ava bikin
Di sala 2015’an , li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ciwanên di bin sîwana Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst de kom bibûn, hemleyek destpêkirin. Bi dirûşma “Me bi hev ra parast,em ê bi hev re ava bikin”, hemleyek ji bo çûna Kobanê hat destpêkirin. Pêngav, li şûna kampên havînê yên ku her sal dihatin rêxistinkirin, armanc dikir ku ciwan rûyê xwe ber bi şoreşê ve bizivirînin. Ji her beşên civakê, bi pêşengîya ciwanên sosyalîst, mirov hatin ba hev. Di çarçoveya hemleyê de, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, xebatên ristan, park, pirtûkxane, nexweşxane û zanîngehê û herwiha xebatên cûrbecûr ên di çarçoveya xizmetên şaredarîyê de hebûn. Armanca sereke, ev bû ku mirov karibe destê xwe bide şoreşê û kolanên Kobanê yên bi berxwedanek mezin azad bûne. Bi mirovên li erdnîgariya şoreşê re hevdîtin, di navbera gelên Tirkiyê, Bakurê Kurdistan û gelên Rojava pirek ava kirin. Bi vî awayî, xwestin fikra şoreşê bigihînin mirovan.
Ciwanên sosyalîst, di çarçoveya hemleyê de, xebatên berfireh kirin. Ji karkeran heta kedkarên malê, ji bijîşkan heta xwendekaran, gihîştin her beşên civakê. Bi pêşengîya ciwanan, bi sen mirovên Ermenî, Çerkez,Tirk, Tirkmen, Laz û Kurd, bi alîkariyên ku kom kiribûn, ketin rê. Kom berî ku sînorê Kobanê derbas bike, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Naven Çandê ya Amara hat ba hev. Di 20’ê Tîrmehê , daxuyanîyeka çapemenîyê li r xistin û dê sînor derbas bikirana. Lê di dema daxuyanîya çapemenîyê , çeteyên DAIŞ ew kirin hedef. Bombeyek zindî di dema xuyanîya çapemenîyê xwe teqand. Di wê kêlîkê ku dirûşmên “Ji Arîn heta Sibel, em ber bi serketinê ve dimeşin” dihatin qîrîn, teqîn çêbû. Naven Çandê ya Amara bû cihê êrîşa hovane.
Ev hemleya ciwanên sosyalîst, planên dewleta Tirk a dagirker û înkarker têk bir. Yekbûna gelan û îhtîmala belavbûna şoreşê bi vê yekê, dewleta Tirk a dagirker û înkarker ditirsand. Çeteyên DAIŞ yên ku dewletê xwedî û perwerde dikirin, dema êrîşî şoreşa Rojava dikirin, li sînorên Tirkiyê, çek û lojîstîk ji wan ra dihat dayîn. Li bajarên nêzî sînorên Tirkiyê, kampên perwerdê yên çeteyên DAIŞ hebûn. DAIŞ gelek êrîşvanên xwe bi îmkan û derfetên dewleta Tirk perwerde dikir û amade dikir. Komkujîya Pirsûsê jî yek ji encamên van derfetan e.
Piştî êrîşê, polîsên Tirk nehiştin ku birîndar bigihêjin nexweşxaneyan. Hem li wesayîtên ku birîndaran dibirin û hem li Navdên Çandê ya Amara bombeyên gazê hatin avêtin. Nehiştin ku ambulans derbas bibin. Piştî komkujîyê, gelek rastîyên din derketin holê û îspat kirin ku dewleta Tirk ev êrîş bi taybetî plan kiriye.
Komkujîya Pirsûsê bû bûyerek ku têkçûna proseya çareserîyê û plana dewleta Tirk a şer ragihand. Piştî komkujîya Pirsûsê, bi şertên faşîzmê yên roj bi roj girantir bûn, xwestin gelan teslîm bigirin. Demildest piştî vê, di 10’ê Cotmehê de, komkujîya gara Enqereyê çêbû û 103 mirovan jîyana xwe ji dest dan. Gelek kesên ku di nav wan parlamenterên HDPê jî heyî hatin binçavkirin. Cezayên girtîgehê yên giran, xirabûna şertên zindanan, girantirkirina tecrîda li Îmralîyê, destpêkirina êrîşên giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdewam kir. Di vê pêvajoyê de, armanc astengkirina tevgera girseyî, belavkirina tirs û bêhêvîtîyê bû. Ji bo tirsandina şoreşgeran û teslîmgirtina tevgera neteweyî ya Kurd, êrîşên hovane hatin kirin. Ji bo têkbirina şoreşa Rojava, êrîşên dagirkerîyê hatin kirin. Bi tora sîxûrên MÎTê, planên ji hundir ve têkbirina şoreşê hatin çêkirin. Di vê pêvajoyê de, hevrêyên nemirên Pirsûsê bi biryarrî rêya xwe berdewam kirin.
Hemla ku ciwanên SGDF’ê li dar xistibû, ji alîyê siyasî ve di cihê ku rê li pêvajoyê vedike de bû. Hem derfetên afirandina tevgera şoreşger a yekbûyî bû û hem jî xwe spartibû perspektîfa şoreşa yekbûyî û şoreşên herêmî. Bi gotina “Me Kobanê bi hev re parast” banga xwedîderketina li bedelên hatine dayîn dikir. Bi gotina “Em ê bi hev re ava bikin” bang li hemû gelan dikir ku tevlî şoreşê bibin û şoreşê mezin bikin. Di êrîşê de 33 rêwîyên xeyalan nemir bûn. Gelek mirov birîndar bûn. Di nav de 33’an Çerkez, Tirk, Laz û Kurd hebûn. Pirsûs bû çalakîyeka ku mirovên ji neteweyên cu bi hev ra bibûn stêrk. Yekîtî û hevgirtina gelan û sînornebûna di navbera parçên Kurdistanê de , yek ji mînakên herî mezin bû.
Di nav 33 kesan 10 jin hebûn. Jinên ku temen, pîşe û neteweyên wan cu bûn, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê nemir bûn. Di nav 33 kesan pêşengên ciwanên sosyalîst hebûn. Cebraîl Gunebakan di rêbertîya ciwanên komunîst bû û yek ji rêxistinkerên çalakîyê bû. Polen, Ezgî, Ayn, Büşra, Ece û jinên ciwan ên kadroyên pêşeng ên ciwanên sosyalîst bûn. Okan û Alican ên hîn pir ciwan hebûn. Yunus Emre, Nurullah, Emrullah û ciwanên Kurdistanî şervanên bêwestan ên xewna şoreşê bûn. Cemîl Yildiz, Nazgûl Boyraz, Duygu Tuna, Îsmet Şeker û navên din, di her temenî wek karkerên şoreşê di dîrokê cih girtin. Nartan û Ferne serkêşîya goven ku gelên Kurd û Çerkez destê hev girtibûn, kirin. Alper, Çağş, Evrim Deniz, Kasim, Koray, Melî, Murat, Nuray, Osman, Serhat, Vatan, Veysel, Sîleyman, Uğur, Erl, Nazli û Mert, goven wan mezin kirin. Kervana xeyalên 33an hat rêzkirin.
Piştî komkujîyê, tewîya gelek kesan demeke dirêj berdewam kir. Piştî vê komkujîyê, hin kes wek gazî jîyana xwe berdewam kirin. Şandina nemiran li gelek bajaran veguherî çalakîyên biheybet. Malbatên şehîdên Pirsûsê platform ava kirin û têkoşîna edaletê domandin.
Ciwanên Komunîst ên Şoreşger li ser Şopa 33’an in
Di şoreşa Rojava , hevrêyên 33 nemirên Pirsûsê di xeta welatparêzîya sosyalîst dimeşin, her sal bi bîranînên ku li r dixin, 33an bibîr tînin. Bi dirûşma “Dê xeyalên wan nîvco nemînin”, Ciwanên Komunîst ên Şoreşger ên di heman rêyê dimeşin, bi xebatên xwe xeyalên şehîdên Pirsûsê temam dikin. Parastina şoreşê, li dijî girkerî û mêtingehkarîyê têkoşîn, di sengerên şer ji bo şoreşa Rojava şer kirin, rêxistinkirina çalakîyên wek Tişrîn û grevên birçîbûnê, di şopa şehîn meşîn û bi sekneka layiqî wan, di nav ciwanan xwe rêxistin dikin.
Bi komkujîyê, hêvî û xewnên şoreşê hatin hedefgirtin. 10 sal di ser komkujîyê ra derbas bûn. Îro, cihê ku şoreşa Rojava gihîştiyê careka din îspat kir ku xeyalên şehîdên Pirsûsê nîvco neman. Kolanên Kobanê her kêlî bi berxwen û têkoşînê girtî ne. Ew zarokên ku di salên komkujîyê biçûk bûn, îro di nav refên YPJ û QSD’ê , di Tabûra Şehîd Serkan şer dikin û şoreşê diparêzin. Şoreşa Rojava dikeve saleka nû ya têkoşînê û nemirên Pirsûsê careka din bi rêz û minetrî bibîr tîne.






