Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi ramanên Rêber Apo PKK carek din dibe sazûmankerê aştiyê

19/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
Bi ramanên Rêber Apo PKK carek din dibe sazûmankerê aştiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Mîdye Miqted

Rastiyek heye ku di nava wê de gelek rastî hene divê bên vegotin û di ferhenga paşguhkirinê û ne wêrekbûnê de nemînin,weke “Derketina ji taritiyê ber bi ronahiyê,zindîkirina giyana mirovbûnê ji tinebûnê.” Ev ne hevokek xeyalî an efsûnî ye, ango ji ber kelecana zêde tê vegotin lê belê ev rastiyeke ku ji kurahiya dil û mejî weke berhema dawîkirina koletiyê bi domdar hat, rojane mezin dibe û her ku diçe ronahiya Ocelanîzim ji çar perçeyên welêt hiltên û pêlên xwe li cîhanê belav dibe. Ji destpêka derketina rêbertî,avakirina PKK,derxistina 6 manîfestoyên ku gotin bi gotinên wê dîroka 5 hezar salên koletiyê ji paşguhkirinê azad dike û hêza bidawî kirina aloziyên pêşerojê radixe ber çavan, her wiha banga bi dawî kirina şer û vekirina riyên ber bi siyasetên aştiyan e, Rêbertî bi van hemûyan bi rastî karîbû bi milyonan kes ji civaka ku tarîtiya koka wê vedigere netew-dewlet ber bi ronahiyek bi çêja demokrasiyê ve bibe.Karîbû di cewhera mirovanda mirovahiyê bide qezenc kirin. Rêberek enternasyonalist weke Abdullah Ocalan tevî ku ev zêdeyî çariyek sedsalê di nava dîlgirtenekê de ye lê belê tenê ew bû hêza vejînkirina azadiyê ji ber ku azadiya rast di fikir de da pênase kirin û ji xwe de da destpêkirin. Karîbû pir bi awayekî wêrek bibe mirovek sosyalîst û li hember pirsgirêk û çînayetiyê bibe hêza bi dawî kirina perçebûn û polîtikeyên antî azadî,aştî,edaletê,rêbertî ji tinebûnê hebûnek mayinde da ava kirin. Dewletên feodal û birjûwa yên ku serî li hember azadîxwazan radikin û şer dikin îro gav ber bi felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve didin avêtin lê dîsa jî ew hişmendiya serdest ku ewqas sal xwe bi saya wê  li ser piya ragirtine ji xwe nedan veqetandin mînakên vê yên zindî jî hene Rêber Abdullah Ocalan ji bo geşkirin û ji nûve azad kirina peyva aşitî ji nava sînorên şer û çengan ,di 27’ê Sibatê de bangek dîrokî kir û têde bidawî kirina şer daxwaz kir. Di nava Rojhilata Navîn pêşî li qurbanbûna gel di pêşiya mezin kirina xeta kapîtalizmê girt. Lê dewleta Tirk yek ji wan dewletên ku yekem şerê xwe li dijî erdnîgariya Kurdistanê û serî rakirinê gel li hemberê wan,berxwedana bi dawîkirina şerên bi mebesta ji kok rakirina kurdan,têkoşînek bi xwîn a dem dirêj kir. Yên herî zêde bi wêrekî ji bo xelasiya gel ji fanîtiyê û geşkirina rihê şoreşgertiyê di dilê kurdperweran de Gerîlayên Azadiya Kurdistan bûn. Yên ku li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û parastina nirxên wî gelî 50 salî tekoşîn dan dewam kirin bi vîneke ji pola îro carek din wê wêrekiyê di xwe de ava kirin û ji bo partîzekirina perspektifên rêber Abdullah Ocalan ya pêkanîn aşitî û pûçkirina şer li pêşberî cîhanê gavek pir dîrokî û binirx avêtin,çekên xwe danîn. Heya niha dewleta tirk li hember wêrektiya PKK ,li hember peyama rêbertî ya ku dibe hêza pêkanîna ronesansek bi aştiyê barkirî,ti gavên şênber nedaye avêtin.Ma ev bi serê xwe ne binpêkirina pîvanên exlaqîn e?

Ji dîrokê bêhtir çîrok her ji nifşên nû re tên vegotin îro jî piştî demek dirêj çîroka hilgirtina çekê ji bo pêkanîna aştiyê ya PKK’ê bi dawî bû çîrokek nû tê destpêkirin ji vêcarê xeta siyasetê li pêş e,dawî nebû lê carek din PKK’ê li ser vê erdnîgariyê şîn dibin lê bi rengekî din. PKK çekên xwe radest nekirin lê dan ber agir ma ev bi serê xwe ne şopandina rêça nemirên ku canê xwe di oxira aştiyê de dan weke Bêrîtana?  Kî di dîroka cîhanê de gavek bi vê awayî da avêtin!!!

Ji vir û şûnde yê ku tê xwestin hişmendiya kemalîzimê ji holê bê rakirin gavên şênber ji aliyê dewleta Tirk ve bên avêtin û navbeynkarê aştiyê Abdullah Ocalan ji nava zindana Îmralî bê derxistin ji ber ku ger dewlet ji piratikbûnê xwe bê par bihêle wê dîsa pêkanîna aştiyê veguhere şêwaza xwe ya destpêkê.

Ev pêvajo ji ya destpêkê hesas û girîngtir e bi qasî ku girîng e di asta navneteweyî de ewqas jî xeternake ger tenê ji yek alî ve were birêve birin. Hewcedariya vê pêvajoyê bi hişmendiyek demokrat heye ku bikaribe bi awayekî adil serdestî,perçebûn û înkarbûnê vala derbixe û li şona wê pîvan û têgehên weke azadî,aştî,biratî demokrasî bi riya siyasetê tacîdar bike . Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi teqezî di sala 1993’an got ku “PKK’ê heya mirinê bi biryaran ve girêdayîne ne” îro PKK bi vê gava dîrokî carek din baweriya ku rêbertî di wan de daye çandin xwedî li wê baweriyê bi derketin….

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.