Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Herêmên Rêveberiya Xweser bûye qubleya ewle ya gelên Sûriyê

16/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
Herêmên Rêveberiya Xweser bûye qubleya ewle ya gelên Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Silêman Ereb da zanîn ku siyaseta qirkirinê û şerê mezheban di Sûriyê de ne nû ye, hikumeta vguhêz ya Şamê jî berdewamiya wê ye û got: “Gel gihişte wê baweriyê ku cihê herî bi ewle di Sûriyê de, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye,”

Komkujî û siyaseta qirkirnê ya ku di demên dawiyê de li ser mezheb û pêkhateyên di Sûriyê de têne meşandin, siyaseteke dijmirovî bû. Di encama vê yekê de jî gelek malbatên Elewî, Durzî û Xiristiyan berê xwe dan Herêma Rêveberbiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Têkildarî vê mijarê Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Silêman Ereb bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

Qirkirineke etnîkî û mezhebî ya sîstematîk li ser pêkhateyên Sûriyê tê meşandin. Her çendî Hikumeta veguhêz ya Şamê xwe ji van komkujiyan bê sûc digre, lê di esta yekemîn de ew berpirsyare. Gelo hûn helwesta hikumeta veguhêz a Şamê çawe dinirxînin?

Siyaseta qirkirinê ya ku li ser pêkhate û baweriyan tê meşandin, ji dema rêjîma Baas ve dihate meşandin. Em bala xwe bidinê bi rêya siyasetên tayebt yên weke înkarkirina çand, ziman û hebûna gelan, her wiha ferzkirina Kemera Erebî li ser herêmên Kurdan û koçberkirina gelan. Ev yek bi riya siyasetên tunekirin û qirkirina gel û pêkhateyan di Sûriyê de dihate meşandin. Dewletên herêmî û navnetewî di nava vê pilanê de cihê xwe digrin û niha jî piştgiriya wê di Rojhilata Navîn de tê kirin.

Îro desthilata nû ya Şamê bi itîfaqekî bi van dewletan re, dibe sedema komkujî û qirkirinên mezhebî û etnîkî ya gelên Sûriyê. Ev yek jî bi zanebûn û bi pilan tê kirin. Bi taybet komkujiyên li ser Elewiyan, bi vê hişmendiyê hate meşandin. Desthilata Şamê tu carî nikare xwe ji van kiryar û sûcan dur bigre. Komên çeteyan bi deh hezaran însan tunekirin û ew jî di bin serweriya wan de tevdigerin. Eger gotine em ê komîteyên çavdêriyê avabikin û lêpirsîn bikin, lê heyanî neha ne şopandin hatiye çêkirin, ne jî encamek ji vê yekê heyanî neha derketiye.

Heta niha jî ev hişmendî berdewamiya siyaseta dewlet-netewe û li ser gelê Kurd, Durzî, Elewî û Suryan bi rengekî rêk û pêk tê meşandin. Hikumeta Şamê ya veuhêz bi hemû kiryarên xwe û bi Sistema xwe ya navendî dibe sedem ku Sûriyê parçebibe. Destûr saz dike û cih nade ku pêkhate cihê xwe têde bigrin û ji derveyî xew tu kesî napejirîne. Bê guman ev zihniyet zihniyeta qirkirina gelan e, ger ev yek berdewambike wê rewşa sûriyê ber bi kûve biçe nediyare û wê şerê navxueyî rûbide.

Gelê Elewî, Durzî û Xiristiyan, berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser; ev jî nîşaneya wê yekê ye ku herêma herî bi ewle ev herême. Hûn Projeya Neteweya Demokratîk ji bo hemû Sûriyê û pêkhateyan çawa digrin dest?

Di pêvajoya 14 salên derbasbûyê de her tim gelên ku ji ber şer mecbûr diman ku berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser û ew ji xwe re weke cihê herî bi ewle didîtin. Mînakên wê jî pir diyar in ji wan; dema şerê DAIŞ’ê, şerê rêjîma Bass û opozisyonê, şerê bi dagirkeriya tirk re çêdibû. Gel bi van şeran re gihişt wê baweriyê ku cihê herî bi ewle ku têde xwedî li gelan û mirovahiyê tê kirin, herêmên Rêveberiya Xweser e. Ji ber li vir sîstemeke demokratîk heye, rêveberiyeke ku hemû gelan di nava xwe de qebûl dike û diparêze heye û heyanî niha jî wiha tê birêvebirin û naskirin. Ji ber vê yekê jî her kes berê xwe dide herêmên me.

Li ser tevahiya gelê Sûriyê heman siyaset tê meşandin; ev yek di komkujiyên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyan jî hatin meşandin heman yeke. Dibe ku dema rejîma baas hilweşiya û hikumeta veguhêz hat şûna wê, hêviya gel hebû ku ewlehî û aramî li Sûriyê pêkwere. Lê berûvajî vê yekê tişta ku dihate hêvîkirin pêknehat û rewşa heyî xirabtir bû.

Bi geşedanên dawiyê yên ku li Sûriyê rûdidin dîsa heman yek tê meşandin. Gelo Hikumeta nû bi vê nêzîkatiyê wê çawa bikaribe hemû pêkhateyan hembêz bike û çareserî wê çawa pêkan bibe?

Hikumeta veguhêz ya Şamê bi vê terz û hişmendiya xwe nikare hemû gelên Sûriyê di nava xwe de bihewîne û temsîla gelê Sûriyê bike. Dibe ku niha bi şêwazekî ji şêwazan li Şamê cihê xwe çêkiriye, lê di rastiyê de serweriya wan li ser piraniya Sûriyê nîne. Li herêmên Beravê Elewî, li herêmên Başûr weke Siwêda û Deraa durzî vê sîstemê qebûl nakin, her wiha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirin û danûstandin pêkhatin û ev siyaset cihê çareseriya bingehîn ji bona hemû pirsgirêkên tevahiya Sûriyê ye.

Ji ber wê pêwîste hikumeta şamê ya veguhêz li xwe vegere û sîstemeke ku hemû pêkhat, mezheb û civak tê de werin qebûlkirin esas bigre. Bi taybet her kes beşdarî avakirina Sûriya nû bibe. Em vê Projeya Netewa Demokratî ya rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, ne navendî kar dikin û pêwîste her kes di avakirina wê de beşdar bibe. Êdî gav û piratîkên ku li Şamê tên kirin nayên qebûlkirin, gelek giringe ku Sûriyê ji vir û pê de bê parastin. Ger wiha nebe wê gelê Sûriyê careke din temenê vê yekê bide.

Tevî dewama komkujiyên desthilata Şamê li dijî pêkhateyên Sûriyê, dewlet û aliyên navneteweyî têkiliyên xwe pê re xurt dikin û çavên xwe ji kiryarên wê digirin. Hûn van nêzîkatiyan çawa şîrove dikin?

Netewên Yekbûyî, Hêzên Hegemon yên cîhanî ji bo nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ya şamê gotin ku wê çavdêriyê li ser desthilata nû bikin, lê xuyaye ku çavdêriya wan ne di asta ku tê xwestin de bû. Heger bibînin ku çawa sîstemeke tund, tenê yek rengî diparêse bi mejiyekî nijadpereste û olpereste dixwazin hikumet, perlaman û destûrekî nû avabikin. Gelek caran jî gotin ku divê mafê hemû pêkhateyan di Sûriye nû de bê parastin. Bi rastî jî ev gotin gelê Sûriyê ji bîr nekiriye. Pêwîst e ew çavdêrî û helwestên heyî yên gelê Sûriyê bi giştî bibînin. Ji bo wê heger ew çavê xwe digrin ew pirsgirêka herî mezin û bi xeter e ku berê Sûriyê ber bi alûziyeke mestir ve dibin.

Divê zext li ser hikumeta Şamê ya veguhêz bê kirin ku her kes di nava sîstemeke guncaw de hevdu qebûl bikin û bi hev re jiyan bikin. Her wiha modêla Rêveberiya Xweser li Bakur û rojhilatê Sûiyê, sîstema ku hatiye avakirin û Hevpeymana Civakî modêla herî rast û guncaw a avakirin û birêvebirina Sûriyê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.