Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

16/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
Ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer

Di destpêkê de em di şexsê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê de yên bedena xwe ji bo gelan helandin li hember şehîdên azadiyê bejna xwe ditewînin. 14’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de deriyeke mîna bihuştê ji gelan re vekir. Ji ber dijminê bav û kalan her tim gelê Kurd dipelçiqandin û digotin, Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye.” Dixwestin Kurdan di nava dojehê de ‘terbiye’ bikin. Wan hevalan li dijî înkar û imhaya Kurd û Kurdistanê serî li beramberî dijminê qirker rakirin û mîraseyeke berxwedanê ji me re hiştin. Bi sekna xwe ya bi heybet di nava gelan de baweriya bi serkeftinê ava kirin û ruhê rêhevaltiyeke herî rast dan diyarkirin.

Bi mîras û têkoşîna wan hevalan me xwe bi çek û rext kir. Me xwest rûmetbilindiya wan heya lûtkeyên çiyayên asê belav bikin. Di kesayeta wan hevalan de me xwest em bi çand û hevaltiya wan xwe perwerde bikin û  pratîze bikin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê beriya bikevin girtîgehê de jî bi sekn û xebatên xwe di nava Tevgera Azadiyê de mînakên herî berbiçav bûn. Bi uslûb û terzên xwe mînakên berbiçav bûn. Di zindanê de dijmin dixwest îradeya wan bişkîne û wan teslîm bigire. Lê wan hevrêyan bi dirûşma “Berxwedan Jiyan e” bersiveke herî mezin bi ruhê Apocîtîyê raber kirin.

Li dijî êrîşên bê exlaqî û der mirovî, li hember ferzkirina teslîmiyetê wan hevalan berxwedaneke ku wê zêdetirî  50 salî bidome û  serkeftinan qezenc bike pêş xistin. Em dikarin bêjin ku bi sekn û berxwedana wan hevalên şehîd em xwe bi rêxistin dikin û pêş bixin. Em her tim  kesayeta wan ji xwe re mînak digirin.

Em wekî gel û tevger jî deyndarên wan hevalan e. Wan şehîdên mezin ji bo azadiya gelan bedena xwe helandin. Mizgîniya yekîtî û hevgirtina gelan şehadeta xwe diyarî mirovahiyê kirin. Di hindirê zindanê de jî gelek kadroyên PKK’ê û welatparêz ji têkoşîn û kesayeta van hevalan bandor dibin û xeta berxwedanê esas digirin.

Ji bo em xeyalên wan hevalan pêk bînîn pêwîst e em keramet û fedakariya wan bikin bingehê civakeke komînal û demokratik. Em wekî şoreşger û milîtan soza xwe dubare dikin ku heya dawiyê li pey şopa wan bin. Heya avakirina civaka demokratîk, komînal û  sosyalîst em ê têkoşîna xwe li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo pêş bixin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.