Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo rewşa Îranê ber bi ku ve dê biçe?

13/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
Gelo rewşa Îranê ber bi ku ve dê biçe?
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Profîsorê ji Rojhilatê Kurdistanê Sîvan Seîd anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Sûriya Demokratîk bûne hêzek parastinê ya sereke ji bo tevahiya Sûriyê û got, “Wê heman hêza QSD’ê li Rojhilatê Kurdistanê bê dîtin.”

Di 13’ê Pûşperê de şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Îranê de derket  û 12 rojan dewam kir. Di encamê de herdu aliyan ziyanên mezin dîtin.

Debarê nirxandina rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê Profîsorê Alîkar ê Lêkolînên Rojhilata Navîn li Rohilatê Kurdistanê Sîvan Seîd ji rojnameya me re axivî.

‘Îhtîmalek mezin e ku şoreşek di hundirê Îranê de lidarkeve’

Sîvan Seîd di destpêkê de bal kişand li ser rewşa Îranê û wiha anî ziman: “ Berî şerê Îran-Îsraîlê dest pê bike, rewatiya dewletê tune bû, ev yek me dît dema hibijartina ku tenê ji sedî 10 ji gel beşdarî hilbijartinên berê bûn. Herwiha di warê aborî de hatiye hilwişandin, welatî bi zor û zehmetî jiyanê diqedîne. Rêjîma Îranê şerê xwe yê bi welatên din re wekî hincet bi kar aniye da ku rê li ber gel bigire ku mafên xwe bixwazin. Li her welatekî şer kir da ku rê li ber şerekî navxweyî di welatê xwe de bigire. Rêjîma Îranê ev 45 sal in bi vî rengî tevdigere. Ji xwe piştî şerê 7’ê Cotmehê, rêjîma Îranê piştgirên xwe winda kir, wek Hizbullah û Hamas. Piştî şerê Îran-Îsraîlê û hedefgirtina pisporên wê yên di çêkirina otomî de dixebitîn, ew qels bû.”

Sivan Seîd îşaret kir ku piştî rawestandina şer du îhtimal hene: Ya yekem, şer dê ji nû ve dest pê bike, an jî îhtîmalek pir mezin heye ku şoreşek li hundir Îran derkeve û wiha got: “Du xalên girîng hene:  Ya yekemîn Emerîka û Îsraîl pirsgirêka wan di warê mafên mirovan û demokrasiyê de li Îranê an li her deverek din de tune ye. Me heman tişt li Iraq û Afganistanê jî dît. Piştî bîst salan Talîban hate ser hukim tevî hebûna NATO’yê li wir. Ji bo hilweşandina dewletê ti pirsgirêkek wan tunebû, lê pirsgirêk nebûna çekên netomî û nebûna gefê li ser Îsraîlê bû. Niha wan serkeftinên xwe bi dest xistine. Ya duyemîn, di hundir de muxalefetek pir bihêz tune ye, lê li Kurdistanê heta radeyekê rêxistinkirî ye.”

‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî berdewam e’

Sîvan Seîd diyar kir ku di pêşî de herî girîng e ku bizanin ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku li Kurdistanê bi şehadeta Jîna Emînî dest pê kir hîn berdewam dike û wiha dewma kir:  “Lêbelê, şoreş rêyek cûda girtiye û li navenda Îranê û herêmên din pêşketinên cûda çêdibin. Divê gel daxwazên xwe zelal bike. Eger hikumet bê rûxandin tu amadekirin an berdêl tune ye, gel di vê yekê de xemsar e bi taybet li navendê Îranê. Muxalefteke pir xurt tune ye ku welat bigre dest an jî derbeyeke biçûk çêkin. Gelê Kurdistanê bi tevahî amade ye. Nêzîkî 7 an 8 salan e ku ew xwe ji hêla exlaqî û siyasî ve rêxistin dikin. Mixabin, partiyên me yên siyasî yên li derveyî Kurdistanê ne amade ne. Heft partiyên Kurdî li rojhilatê Kurdistanê civiyane, lê gel dê li benda wan nemîne heya ku ew xwe rêxistin nekin û yekîtiyek siyasî û leşkerî ava nekin. Yekîtiyek xurt pêwîst e, çi neçarî be an dilxwaî be.”

‘Îran piştî şerê bi Îsraîl re şikestinekê dijî’

Sîvan Seîd bal kişand li ser Hizbullah û Hamas ku çawa li derveyî Îranê li dijî welatên ku dixwestin bandora xwe ya Şîe berfireh bikin şer dikirin û wiha got: “Bi vî awayî Îran derbên mezin nedixwar. Lêbelê piştî şerê Îran û Îsraîl, niha ew şikestinekê dikişîne, êdî hêza wê ya derveyî nema ye. Cîhana Sunnî ji vî şerî bi qasî Îsraîl, nemaze Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî kêfxweş e, lê naxwazin ku ev şer bibe sedem ku dewlet tam bikeve, yanî hevsengiya hêzan ji bo Suuniyan pir giringe. Ji ber ku ji Îran re mezintirîn dijmin ne Îsraîl û Emerîka ye lê Siûdiye ye û berovajî ji bo Îran, ev tê wateya pirsgirêka Suune û Şîa mezintire li dewletên ku lê hene.”

Pirofîsor Sîvan Seîd axaftina xwe wiha qedand: “Li deverên ku rêxistinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bihêz in, gel xwe birêxistin kiriye, rewşa siyasî tam fêmkirine û dibe ku dem ji bo Îranê guncaw be ku li wir jî rêveberiya rizgariyê bike, mîna li Rojavayê Kurdistanê, ku Hêzên Sûriya Demokratîk bûne hêzek parastinê ya sereke ji bo tevahiya Sûriyeyê, wê heman Sînaryo li Rojhilat wê bê dîtin, ger aliyên berpirsiyar xwe bicîh bînin, gel amade ye. Wekî din, li deverên din ên Îranê, rêxistinên Kurd dixwazin xebata xwe pêş bixin û Rojhilatê Kurdistanê dê di azadkirina deverên din ên Îranê de pêşeng be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.