Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Serxistina pêvajoya‘Aştî û Civaka Demokratîk’ erkê hemû Kurdan e’

09/07/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Serxistina pêvajoya‘Aştî û Civaka Demokratîk’ erkê hemû Kurdan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Endamê Meclîsa Edaletê ya kantona Cizîrê Nûredîn Şakir diyar kir ku kampanya “Ez dixwazim bi Abdallah Ocelan re hevdîtin bikim” hêdî hêdî li tevahî cîhan û Kurdistanê belav dibe, tê xuyakirin ku ev kampanya pêşveçûnek mezin çêdike.   

Derbarê kampanya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin” Endamê Meclîsa Edaletê ya kantona Cizîrê Nûredîn Şakir bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

Di 14 Gulanê de kampanya ku “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” hatibû destpêkirin û niha bi awayekî girseyî tê meşandin, hûn vê kampanya ji bo azadiya Rêber Apo çawa dinirxînin?

Kampanya “Ez dixwazim bi Abdallah Ocelan re hevdîtin bikim” dengvedanek di nava cîhanê bi giştî de ava kir. Ev kampanya ku di pilatforma aştî û azadî ya Ewropayê de hatiye destpêkirin, hêdî hêdî li tevahî cîhan û Kurdistanê belav dibe, tê xuyakirin ku piştgirtiyeke mezin ji vê kampanyê re tê kirin, bi hezaran kesên ku dixwazin tevlî vê qampanyê bibin hene û bi taybet kesayetên li Ewropa ew jî dixwazin hevdîtinê bi Abdulla Ocalan re çêbikin.

Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê gelê Kurd, pêwîste piştgiriyê zêde bidin vê kampanyê, ji ber ku banga Rêber Apo di demeke dîrokî de tê û pêwîste ku giranî jêre were dayîn, ku Rêber Apo ragihandina bi dawî anîna şer kiriye û bi vê banga xwe, qûnaxek nû ya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê dike û êdî doza gelê Kurd li tevahî cîhanê hatiye naskirin, Niha dem dema aştî û civaka demokratîk e, biratiya gelan û netewa demokratîk e.”

Gelo kampaniyek wiha heya çi astê dikare bandorê li cîhanê bike û zextê li ser dewlata Tirk bike?

Kampanya ku “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin” bandorek mezin li ser tevahî cîhanê kir û bi taybet li ser Ewropayê kir, bi hezaran kesên ku xwesteka hevdîtinê bi rêber Apo re dikin û her roj xwesteka dîtina Rêber Apo zêde dibe. Herkes dixwaze hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, ji ber ku hemû cîhan û bi taybet jî dewleta Tirk baş dizane ku ji bilî Rêber Apo xelasiya ji aloziyan û çareya pirsgirêkên di cîhanê tevahî de tuneye.”

Tevî pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya ku Rêber Apo dabû destpêkirin dewleta Tirk tu gav neavêtine, li hemberî vê pêvajoyê çi ji dewleta Tirk tê xwastin?

Dewleta Tirk heya niha li hemberî banga Rêber Apo tu gavên berbiçav neavêtine, dewleta Tirk êdî mecbûre gavên berbiçav bavêje. Ji ber ku jê tê xwastin ku di zûtirîn dem de gav bavêje û erkên ku dikeve ser milê wê pêkbîne. Di nava dewleta Tikiyê de parçebûn çêbûye, beşek piştgiriya banga Rêber Apo dike û herwiha beşê din jî di siyaseta şer, qirkirin û tunekirina gelê Kurde bi israre û dixwaze pirsgirêka heyî bi riya şidetê çareser bike.

Dewleta Tirk êdî pêwîste tecrîdê li ser Rêber Apo rake. Ji ber ku heya roja îro tecrîd li ser Rêber Apo berdewam e. Xwediyê vê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” heya niha di nava çar dîwaran de ye, kaniya Aştî, azadî, demokrasiyê heya niha di zindanê de ye. Rojhilata Navîn di nava qeyranan de jiyan dikir, Rêber Apo ev siyaseta qirkirinê bi dawî kir. Dewleta Tirk tenê bi gotin ev bang qebûl kiriye, lê li ser erdê di siyaseta xwe de tu guhertin pêknaniye û hîn jî li ser gel û civakê şerê taybet û derûnî dide meşandin.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serxistina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” çi ji gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz tê xwestin?

Gelê Kurd di vê dema dîrokî de, li pêşberî dîrokê de berpirsyar e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” divê erk û armanca her Kurdekî be. Rêber Apo çavê me li azadiya bîrdozî û fikrî vekir, Rêber Apo azadiya hemû gelan û netewan ji xwe re esas girt. Rêber Apo jiyana xwe bi kar û xebateke tijî û dagirtî ji bona azadiya gelê kurd û mirovahiyê derbas kir. Îro dem hatiye ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebat bike û pêvajoya ku daye meşandin temem bikin.

Pêvajoya ku Rêber Apo da ye destpêkirin divê dewleta Tirk temam bike û erkê ku dikeve li ser milê xwe pêkbîne, ji ber ku eger vê pêvajoyê qebûl neke, destekê nede û nemeşîne, wê rewşa Tirkiyê xerab bibe û riya xelasiya ji parçebûnê tune ye.

Bîrdozî û remanê ku Rêber Apo avakirî û pêşxistî riya herî guncave ji bona azadî û xelasiya hemû gelan. Ji ber ku li ser bingehê netewa demokratîk, wekhevî û biratiya gelan û qebûlkirina hemû netewan û avakirina civakeke demokratîk ji hemê cîhanê re ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.