Navenda Nûçeyan
Nivîskar û rojnamevanê Sûriyeyî Xalid El Serhan diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê parastina tevahî sûriyeyan e û got divê hikumet dev ji siyasetên xwe yên dawîn ên zordarî, xîtaba nefterê û nijadperestiyê berde.
Digel zêdebûna xîtabên tehrîdkirinê û binpêkirinên yekser ên bifikar, li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de binpêkirinên li dijî azadiyên olî û baweriyan berdewam in. Di vê dawiyê de li dijî taxên xiristiyanan ên Şamê binpêkirinên sîstematîk hatin kirin, weke hemeleyên propagandaya dijminane bi rêya spêkeran ku bang li xiristiyanan dikin ku bibin misilman û gefên yekser li wan dixwin.
Di 22`yê Pûşberê de li Dêra Mar Elyas a li herêma Diwêlayê teqînek xwekujî pêk hat, di encamê de zêdetirî 25 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn. Wezareta Karên Hundirîn yekser daxuyanî da û DAIŞ bi êrişê tawanbar kir. Lê koma “Saraya Ensar El Sunne” ya li herêmên hikumeta veguhêz çalak e, daxuyanî da û got wê êriş kiriye û gef xwar ku ew di demên pêş de êrişan zêde bike.
Her wiha beriya wê jî di Nîsanê de li dijî dêra Mar Curcus a bajarokê Bilûdan a Şamê êrişek pêk hat û li dijî gelek dêran li herêmên din êrişên cuda çêbûn. Li ser malperên mediya dijîtal jî, li dijî durziyan jî gefên aşkera yên qetilkirinê hatin xwarin, li dijî ewlehî, cihên wan ên olî û çandî binpêkirin hatin kirin.
Ruetresˊê rêze komkujiyên hovane yên li dijî Elewiyan li Laziqiye û Tartûsê di Adara 2025`an de rû dane, aşkera kirin. Li gorî lêpirsîna ku ji hêla raporên NYˊyê û şahidiyên xwecihî ve tê piştgirîkirin, di êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz de li dijî zêdetirî 40 cihî, hezar û 500 kes bi rê û rêbazên cuda hatine kuştin. Heta ev êriş gihîştin astên darvekirin, lîstina bi cenazeyan, qetilkirina jinan û zarokan û koçberkirina bi hezaran welatiyan û bicihkirina niştecihên ji mezhebên din li şûna wan. Ji berê metirsiyên rastîn hene ku demografiya herêmê bi awayekî berfireh were guhartin.
Ne tenê pîroziyên olî hatin hedefgirtin lê sembolên nîştimanî û çandî jî ji van êrişan nefilitîn. Di 2ˊyê Tîrmehê de, Peykera Şehîdan ji qada Sedallah El Cabrî ya bajarê Helebê ji cihê wê hate rakirin û demeke berê jî peykerê Selahedîn El Eyûbî ya li Şamê hatibû rakirin. Gelek mûzeyên hunerî hatin wêrankirin.
Hesabxwestin û edaleta pêvajoya veguhêz pêwîst e
Rojnamevan Xalid El Serhan têkildarî mijarê got: “Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ewlehiyê û aramiyê bi cih bîne, azadiyên bingehîn di serî de azadiya baweriyê misoger bike. Divê hesabxwestineke cidî ji her kesê binpêkirin li dijî sivîlan kirine were kirin, rêyeke rastîn a edaleta pêvajoya veguhêz were vekirin. Sûcdarên şer neyên efûkirin û ji nû ve kesên di rejîma berê de sûc kirine venegerin ser kar.”
Li gorî El Serhan, ji aliyê hikumetê ve li dijî xîtaba nefretê û mezhebperestiyê, çi di aliyên siyasî yan jî çapemeniyê de dibe, kêmasiyên aşkera hene û divê ev yek demildest werin çareserkirin.
Diyaloga niştîmanî ya berfireh
Di dawiyê de El Serhan bang kir ku divê dev ji rêgezên şaş werin berdan, mîna “konferansa serkeftinê”. El Serhan ev konferans bi damezrandina desthilateke nû, hemwextî çûns Ehmed El Şeri li ser desthilatê wesif kir.
Di heman demê de El Serhan teqezî bi betalkirina “Danezana destûrî” kir û banga lidarxistina diyalogeke niştîmanî ya navxweyî ya rastîn kir û diyar kir ku ev diyalog divê ji ya Sibata borî ya li Şamê cudatir be, tevahî hêzên niştîmanî, bi taybet jî Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser beşdar bibin.
Herî dawî El Serhan banga bicihanîna bendên peymana Adarê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî de kir, di heman demê de daxwaza pêkanîna bendên wê ji bo yekkirina saziyên sivîl û leşkerî kir ku bi wê re welat derbasî qonaxa lihevhatina niştîmanî û aramiyê bibe.






