Dilîn Ehmed/Qamişlo
Kesên ku di demên berê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyan, xwe bi wan civînan bi serbilindî nîşan didin û radighînin ku ew civîn ji bo wan pir bi nirx û hezkirina ji dil ya welatparêziyê di giyanê wan de çand. Lewra ew azadiya Rêber Abdullah Ocalan çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navî, dibînin.
Ji beriya 50`î salî ve, di destpêka avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hejmareke mezin ji welatiyan li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîn. Bi taybetî piştî hatina Rêber Abdullah Ocalan ya li Şamê û Lubnanê bi hezara welatiyên Rojava ji bo hevdîtinê tevlî hemû zehmetiyan, berê xwe didan Şam û Lubnanê. Tevlî salên dirêj ji pêkanîna wan hevdîtinan lê heta niha ew bîranîn di dil û mejiyê welatiyan de maye. Çimkî diyar dikin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û civînên ku dihatin li darxistin, hezkirina welat di hundirê wan de da avakirin.
Ji bîst saliya xwe û heta heftê saliya xwe hezkirê felsefeya tevgerê ye
Xwediyê helbesta Vaye PKK Rabû Li Deşt û Çiya Belav bû, welatparêz Kurd Tac-Eldîn Hisên ku bi navê bavê
Mezlûm tê naskirin, ji gundê Til Meyre yê girêdayî bajarê Hesekê ye niha bi temenê xwe 72 salî ye, ew yek ji wan kesên ku gelek caran hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî. Hevdîtin ji beriya 50`î salî pêk hatine lê dema ku behsa hevdîtinên xwe dike tê bêje di wê demê de dijî. Tac-Eldîn piçûkaniya xwe li gund derbas dike, heta temenê wî digihêje yêleşkeriya ilzamî. Di bîst saliya xwe de piştî ku leşkriya xwe ya rejîma Esaad diqedîne ji bo xwedîkirina malbatê heriwha ji bo jiyaneke nû ji xwe re ava bike, berê xwe dide Erebistana Siudiyê û li wê derê dest bi karê ajokariyê dike. Tac-Eldîn di wê demê de bi doza Rêber Abdullah Ocalan û rêhevalên wî dibihîze û pê kêfxweş dibe. Li Siudiyê Tirkan li gelek cihan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan belav kiribû û doza radestkirina wî dikir. Di wê demê de wîû hevalên xwe bi awayekî veşartî li hev diciviyan û hevalekî wan ku ji Bakur bû behsa doza Rêber Apo bi berfirehî ji wan re dikir.
Derbarê hevdîtinên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re Tac-Eldîn Hisên ji rojnameya me re axivî.
Hevdîtina yekê
Piştî salekê Tac-Eldîn ji bo bi xwestiya xwe re bizewice, biryarê dide ku vegere Sûriyê. Di demên berê de wekî niha balafer zêde nîn bû, lewra mirov neçar diman ku bi erebeyan ji Siûdiyê biçin Sûriyê. Tac-Eldîn Hisên ji ber di rê de westiya bû li Şamê li gel mala mirov xwe çend rojan dimîne. Li wê derê ew behsa dos û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêhevalên wî, ji xwediyê male re dike. Bavê Mezlûm dibêje: “Me li Siûdiyê bihîstiye ku hejmarek ji ciwanên Kurd rabûne ser piyan û doza Kurdistaneke serbixwe dikin.” Piştî gotina xwe bidawî dike xwediyê malê û mêvanên wî pê dikenenin Bavê Mezlûm pir ji wan aciz dibe û wiha axaftina xwe berdewam dike: “Kenê we ji bo çiye, dema min wiha got xwediyê malê ji min re got tê îşev mêvanê me be û wê hin mêvanên me jî werin wê demê emê behsa vê mijarê bikin. Dema bû êvar min dît mirovekî wiha bi heybet derbasî odeyê bû ez şaş mam min ji xwe re got gelo ev ne ew kesê ku wêneyên wî li Siûdiyê belav kirine. Min jê ne pirsî heta roja duduyan, piştî me taşteya xwe xwar min dît wî kesî xwe dirêj kir û çend pirtûk danî pêşiya xwe. Min ji xwe re got hema ez jê bipirsim gelo tu ne Abdullah Ocalan e. Çend deqe derbas bû min nema xwe girt di wê demê de gotina heval û serok nîn bû me ji hevre digot bire, lewra wê demê min jê re got, bira min wêneyên te li Siûdiyê hatiye belavkirin dewleta tirk dixwaze te bide girtin. Dema min wiha got, Rêbertiyê matmayî ma û pirtûka xwe ji destê xwe danî. Min jê re got ma ez kîmim, min jê re got ti Abdullah Ocalane serokê Partiya Karkerê Kurdistanê pkk`ê ye. Ji min re got neyse ka ji min re bêj ti li Siûdiyê çi karî dike. Min behsa kar û civînên xwe jê re kir, ew pir kêfxweş bû.”
Piştî 50`î salî gotinên helbesta wî pêk tê
Di sala 1973`an de dema ku Tac-Eldîn leşker bû rojekê radyoyê guhdarî dike dibihîze ku behsa serhildana ciwanên Bakurê Kurdistanê tê kirin ku ji bo Kurdistaneke ser bixwe li hember dewleta Tirk li ber xwe didin. Bavê Mezlûm ji kêfa dest bi nivîsa helbestekê dike hema bi çend malikan wiha dinivisîne `Vaye xurtê kurdan rabûn li deşt û çiya belav bûn`.
Piştî hevdîtina Tac-Eldîn bi Rêber Abdullah Ocalan re û naskirina wî ya ji pkk`ê re hezkirina wî zêdetir dibe çareke din helbesta wî tê bîra wî û bi alîkariya Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn ew helbesta xwe sererast dike û dike stran li tevahiyê cîhanê tê belav kirin.
`Vaye pkk`ê rabû li deşt û çiya belav bû kulîlkên welat sor bûn bilbil û kulan şa bûn`
`Kar û xebata Pkk`ê ji bo azadiya tevahiya milatê bindest e`
Tac-Eldîn Hisên beriya ku Rêber Apo bibîne wî pir ji fikir û doza wî hez kiribû. Herwiha dema ku li Siûdiyê wêneyê Rêber Abdullah Ocalan dibîne pir ji heybeta wî hez dike. Bavê Mezlûm wiha behsa hevdîtina xwe ya yekê dike: “Hevdîtin û civînên ku me bi Rêbertiyê re çêkir wateyeke nû da jiyana min, lewra bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ji bindestiyê azad bûn û me jiyaneke aad ji nifşên xwe yê nû re ava kir. Di wê demê de di dawiya sala 1979`an de gelek partî qaşo ji bo rizgarkirina axa Kurdisatanê hatin birêxistin kirin, lê karê wan zêde bandor li mirova nekir. Lewra xebata wan zêdetir berjewendiyê şexsî bûn. Cûdahiya tevgera azadiyê ji partiyên din ev e ku, ew ne tenê ji bo gelê Kurd li ber xwe didin ew ji bo jiyaneke azad û parastina mafê hemû pêkhateyan bi dehê salaye têkoşîn dikin.”
`Rêbertiyê jin ji desthilatdariyê rizgar kir`
Hisên behsa gelek bûyer û kar û xebata xwe ya di nava tevgera azadiyê de kir bi taybetî di demên rejîma Esaad e. Bi çi rengî kar dikirin ji bo naskirina xelkê ji partiyê re. Herwiha bavê Mezlûm bi xwe gelek caran ji aliyê rejîmê hatiye dîlgirtin.
Li ser fikir û felsefeya Rêberê Abdullah Ocalan Tac-Eldîn wiha axivî: “Piştî Şoreşa Rojava û destkeftiyên ku gelê me bi xwîna keç û xurtên xwe bi dast xistîn, ne tenê ji partî û rêxistinên din yên Kurdî re hat diyarkirin ku yê xwedî maf û xwedî doz Pkk`ê ye. Ev yek ji tevahiya cîhanê re hat diyarkirin. Bi taybetî nêzîkatiya vê partiyê ji jina re. tik es nikare vê yakê înkar bike ku bi saya felsefeya Rêbertiyê jin ji bindestiyê rizgar bûn. Ne tenê jinên Kurd na tevahiya jinên ku gihiştina baweriya felsefeya Rêber Apo. Lewra Apo jin di civakê de kir xwedî roleke pir mezin û hişt ku di hemû qadên civakê de bibe xwedî roleke girîng.”
`Azadiya Rêbertiyê çareserkirina hemû pirsgirêka ye`
Welatparê Tac-Eldîn Hisên li ser rewşa dawî û banga Rêber Apo ya di 27`ê Sibata îsal de ya `Aşitî û Civaka Demokratîk` axaftina xwe bidawî kir: “Ji bo parastina destkeftiyên Şoreşê û kar û xebata bi sala Rêberitê banga aşitî û demokratiyê kir. Ev tê wateya ku heta Kurdistan neyê rizgarkirin wê şer û pevçûn berdewam bike. Ne ji hezkirina me ji kuştin û şer re heye na, lê heta gelê me negihêjin mafê xwe û li her çar perçeyên Kurdsitnanê nebin xwediyê xakê, wê ti kirîz bi dawî nebe. Ji bo wê em wekî dostên kevin yê di nava pertiyê de wiha dibêjin, heta em Rêberê xwe di nav xwe de azad nebînin, em li qadan bin û ji bo azadiya Kurdistanê û pêkanîna doza Rêber xwe emê heta heta li ber xwe bidin. Lewra felsefeya Rêbertiyê kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî ne.”






