Hemza Sêvo/ Qamişlo
Peymana Ibraham an jî ya Ibrahîmî, yek ji girîngtirîn peymanên ku Israîlê ji bo wê tevdigere. Bi riya wê têkiliyên girêdayî ewlehî, aştî, aborî û hwd… bi dewletên Erebî re îmze dike da ku hin armancên xwe pêk bîne. Ji sala 2020’an ve heta roja îro 4 dewlet tevlî vê peymanê bûne.
Peymana Ibrahîm?
Peymana Ibrahîm ya Îsraîlê di bingeha xwe de ji navê Pêxember Ibrahîm hatiye daraştin, Pêxember Ibrahîm jî wekî pêxemberekî hevbeş ji ola Islamî, Yehûdî û Xirstiyanî re ye. Ev peyman di sala 2020’an de ji hêla Israîlê hat destpêkirin, armanca Israîlê jê ew bû ku aştiyê û hevkariyê di navbera Israîl, gel û welatên Rojhilata Navîn de ava bike. Bi taybet ew dewletên Erebî yên ku hîna Israîlê qebûl nekirine. Di sedsala 20’an de têkiliya Israîlê û dewletên Ereban pir lawaz bû, dijminatiyeke mezin di navbera wan de hebû. Nexasim piştî şerê 1948, 1967 û 1973’yan. Tevî ku Peymana Aştiyê ya Misrê di 1979’an de û ya Urdunê di 1994’an de bi Israîl re pêk hatibû, lê piraniya dewletên Erebî lihevkirin û peyman qebûl nedikirin bêyî ku doza Filestîn here serî. Peymana Ibraham jî ji bo Israîlê tê wateya ku çênabe tu dewletên Ereban bi çi rengî dijberiya wê bikin, di serî de ji bo gelê Filestînê.
Israîl bi kê re peyman da îmzekirin?
Yekem car Israîl peyman bi dewleta Îmarat re di Tebaxa sala 2020’an de îmze kir, di wê demê de gelek welatên Erebî ev peyman red kirin, pê re jî dewleta Îmarat ji aliyê civaka Erebî ve hate reşkirin. Paşê di Îlûna heman salê de Israîlê peyman bi Behrên re çêkir. Asta îmzekirina peymanê bi hewldanên Israîlê bilindtir bû, ji ber vê yekê jî Peymana Ibraham bi Sûdanê re hate îmzekirin. Piştî wê di Berfanbara 2020’an de heman peyman bi Mexribê re hat çêkirin. Piştî van peymanên di bin navê Peymana Ibraham de Israîlê bi rengekî fermî ji sala 2021’yan û bi şûn de balyozxaneyên xwe li Îmarat, Behrên û Mexribê vekir, herwiha têkiliyên geştiyarî û abûrî, hem jî peymanên ewlehî, leşkerî û teknolojî di navbera Israîlê û her sê dewletên Erebî de hatin îmzekirin.
Armanc ji Peymana Ibraham çi bû?
Wekî tê dîtin armanc ji Peymana Ibraham pêkanîna aştiyê û ewlehiyê di navbera Israîl û hemû welatên Ereban de ye, hem jî welatên ku piştgiriyê didin gelê Filestînî. Bi hinceta pêkanîna aştiyê Israîl bi dewletên taybet re, dixwaze wan pûç û bêbandor bike, ji wan dewletan jî Îran. Di heman demê de Israîl bi hêzdarî li gorî berjewendiyên xwe di herêmê de tevbigere. Armanca veşartî ya vê peymanê rûxandina hemû hêzên ku li dijî Israîlê rabe û guhertina sîstemên dewletên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe. Li aliyekî din jî pêkanîna projeyên aboriyê li gel welatên derdorê û tevahiya cîhanê, ji wan projeyan, xeta aborî ya ku amadekarî jê re tên kirin a bi navê ‘IMEC’ê ye û hwd…
Dê Israîlê peymanan bi kê re jî çê bike
Ji sala 2020’an ve heta roja îro Israîl tu peymanên din ên bi navê Ibraham bi dewletên Erebî re îmze nekiriye, lê hertim di hewlanan de bû ku ev peyman pêk werin. Mînak dixwest peymanê bi Lubnan, Sûriyê, Erebistanê re pêk bîne, herî zêde Siûdiyê ango Erebistan gelek caran têklî bi Israîlê di warê hin mijaran de çêdikirin. Piştî bêbandorkirina hêza Îranê li Sûriyê û Lubnanê bi riya şerê ku xwîna sivîlên bêguneh hat rijandin, êdî Israîl xwest têkliyan bi Colanî re çêke û li ser bingeha van têkliyan Peymana Ibraham bi hukumeta Veguhêz a Şamê re îmze bike. Ji ber vê yekê Tirump hat Erebistanê û Colanî hat vexwendin ji bo hevdîtinê, di wê hevdîtinê de yek ji şert û mercên berdewamkirina desthilatdariya hikumeta Veguhêz ew bû ku Colanî Peymana Ibraham bi Israîlê re îmze bike. Lê armanca Israîlê ya bingehîn kişandina Îranê ber bi Piymana Ibrahamê ve ye tevî ku êrişî wê kir, Amerîka destwerdan kir, bi sedan mûşek û diron, herwiha bi dehan balafir ketin xizmeta şerê dualî de. Di sînariyoke ne zelal de ev şer bi agirbestekê de hate rawestandin jî, niha jî Israîl û Amerîka li benda Îranê ne ku peyman û lihevkirinek ji bo çekê nukelerî îmze bike.






