Hêvî Keleş/ Qamişlo
Koçberên kantona Efrînê diyar kirin ku heta niha binpêkirinên çeteyan li dijî gelê Efrînê bênavber dewam dikin û gotin: “Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin bi rêya binpêkirinan îradeya gelê Efrîn bişkînin.”
Piştî dagirkirina herêma Efrînê di 2018’an de hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gelê Efrînê tu carî nehat rewastandin. Ev 8 salin bê navber sûcên li dijî gelê Kurd li Efrînê dewam dikin.
Derbarê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li dijî gelê Efrînê, koçberê Efrênê yên bi navê Rewşen Mihemed û Hecî Reşîd ji Rojnameya me re axivîn.
‘Sûcên li dijî gelê Efînê berdewamin’
Rewşen Mihemed bal kişand ser binpêkirinên ku li dijî gelê Efrînê tên kirin û wiha got: “Weke em dibînin li Efrînê
êriş berdewamin û her demekê mirovek tê kuştin bêyî ku sedema kuştina vî mirovî xuya be û bêyî ku kesek karibe mudaxeleyê bike da ku van binpêkirina bisekinînin, gelê ku vegeriyane Efrînê di tirsekê de jiyan dike, her roj li wir hinek tê kuştin yan tên windakirin. Xwesteka me ew e ku dewletên ku karibin van binpêkirina bisekinînin mûdaxele bikin û kuştina gelê me li Efrînê rawestînin. Herwiha daxwaza me ya sereke ku em jî vegerin bajrê xwe Efrîn û li wir bi aramî jiyan bikin, ji ber ku aramî tune be jiyan wê tune be û tu bi tirs nikare jiyana xwe berdewam bike.”
‘Dewleta Tirk ji her milî ve hewil dide vîna gel têk bibe’
Welatiyê bi navê Hecî Reşîd destnîşan kir ku ew dixwazin ku di demeke nêz de vegerin bajarê xwe Efrîn û wiha got: “Binpêkirinên li ser gelê Efrînê tên kirin bi awayekî hovane ne. Ji ber binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin û êrişîn
dewleta Tirk em nikarin vegerin bajarê xwe, ji ber tirsa me li ser jiyana me heye û li ser malbata me ku em dibînin li Efrînê çawa mirov tên kuştin bê sûc û çawa kes nikare van binpêkirinan bisekinîne. Em bi rojan dihejmêrin ta ku em ji vê rewşê derkevin. Dewleta Tirk ji her milî ve daxwaza têkbirina îradeya gel dikin, lê gelê me îradeya wan ji her tiştî xurtire, em dibînin ku çawa li ber xwe didin û berxwedaniyekê bê hempa dimeşînin. Em ê bi giyan, can û zarokên xwe li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wê bisekinin û planên wan vala derxin.”






