Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Sîstema hevserokatiyê nirxdayîna wekheviyê ye’

29/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
 ‘Sîstema hevserokatiyê nirxdayîna wekheviyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevserokê Partiya Kesek a Demokratîk Luqman Ehmê diyar kir ku di 20’ê Pûşperê de kongrê sêyemîn yê Partiya Kesek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Herwiha Ehmê da zanîn ku di kongrê duyemîn de sala 2022’an, sîstema hevserokatiyê li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de hate avakirin.  

Partiya Kesek a Demokratîk di 20’ Pûşpera sala 2025’an de, kongrê xwe yê sêyemîn bi dirûşma “Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pir reng, nenavnedî û jîngehparêz” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li darxist. Herwiha di kongr de, hezar û 500 beleg ji hemû naçeyên Sûriyê beşdar bûbûn. Di kongr de li ser gelek xalan hatin nî                                                                                                                                                                                    Derbarê biryarên ku di Kongrê Partiya Kesek a Demokratîk yê sêyemîn de derketine û sîstema hevserokatiyê, Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê ji Rojnameya me re axivî.

Nîqaşên ku di kongrê de hatin kirin

Luqman Ehmê eşker kir ku di 20’ê Pûşperê de kongrê sêyemîn yê Partiya Kesek a Demokratîk hat lidarxistin û wiha got: “Di kongrê Partiya Kesek de delegeyan der barê ji nû ve avakirina pergala partiyê û nûkirina rêziknameyê hatin nîqaş kirin. Rêzikname li gorî pêşniyarên delegeyan hatin guherî û erêkirin. Di heman demê de, sîstema hevserokatî hate hilbijartin. Piştî ku sîstema hevserokatiy hate hilbijartin, 11 endamên mecilsa giştî ya Partiyê hatin hilbijartin. Lê sîstema hevserokatiyê di kongrê duyemîn yê Partiya Kesek a Demkratîk de, sala 2022’an hate avakirin.”

Encamnameyên kongrê

Luqman Ehmê axaftina xwe berdewam kir: “Di dawiya de daxuyaniya girtina kongrê derket, encamên ku di daxuyaniyê derketin. Yek jê ku niha Sûriyê û Rojhilata Navîn di nava rewşeke aloz de derbas dibe. Ji bo ku ev rewşa aloz bandorê li gel neke pêwîst e ku desthildarên li herêmê bi rengekî demokratîk tevbigerin. Herwiha ji bo Sûriyê bi taybet derkete pêş ku ev hikumeta Şamê ya veguhêz bi vî rengî ku niha desthildariyê birêve dibe, nemikune ku Sûriyeke demokratîk were avakirin. Ji bo vê yekê daxwaz hate kirin, ji bo ku Sûriyeke nû ava bibe pêwîst bû ku kongrekî ku hebû nûnerên Sûriyê lê hazir bibin were lidarxistin. Lewma li ser mijarên jîngehê hatin tekezkirin, ji ber ku di şerê Sûriyê de û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê gelek ziyan gihiştine jîngehê.”

‘Sîstema hevserokatiyê bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de ye’

Luqman Ehmê anî ziman ku sîstema hevserokatiyê bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de ye û wiha berdewam kir: “ Armanca Kongrê yekemîn yê Partiya Kesek a Demkratîk wekeheviya di navbera jin û mêr de bû. Herwiha di sala 2022’an de, sîstema hevserokatiyê hate avakirin. Herwiha dinav van çar salên dawî de, em rastî gelek bûyer û zehmetiyan hatin, lê piştî çar salan em bi awayekî serkeftî ji wan derbas bûn.

‘Pêwîst e em têkoşîna xwe xurt bikin’

Hevserokê Partiya Kesek a Demokratîk Luqman Ehmê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Da ku sîstema hevserokatî ji bo pêşeroja giştî Sûriyê bibe nûmûneyek û pêk were pêwîst e, em têkoşîna xwe xurtir bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.