Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk û pergala şerê taybet

29/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
Dewleta Tirk û pergala şerê taybet
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ebdilxenî Oso diyar kir ku Rêber Apo û PKK bi erkê xwe yên dîrokî rabûn û niha dem hatiye ku dewleta Tirk gavan biavêje û gelê kurd qebûl bike.

Piştî şerê cîhanê yê duymîn, hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd kirin qurban, li her çar perçeyên Kurdistanê bêdengî û xeweke giran hebû. Herwiha gelê kurd bêhêviyek mezin jiyan dikirin. Tîşta ku hatibû serê wan weke qedera xwe qebûl kiribûn. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bi giştî qeyrana aborî, siyasî û civakî gihiştibûn asteke bilind. Li hemberî vê rewşê bi giştî, di 27’ê mijdara 1978’an de damezrandina PKK’ê bi fermî hat ragihandin. Tevî êrişên giran û şerê taybet ku dewleta Tirk dida meşandin, her ku dem derbas bû PKK’ê belav bû û serkeftinên mezin bi dest dixist. Gelê kurd ji qirkirinê rizgar kir û têkoşîna azadiyê gihand lûtkeyê. Herî dawî li ser banga dîrokî ya Rêber Apo PKK’ê kongreya xwe ya 12’an lidar xist û bi erkê xwe yê dîrokî rabû. Lê heta niha niha jî, êriş, şerê taybet û  zimanê şer yê dewleta Tirk dewam dike.

Derbarê mijarê endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ebdilxenî Oso ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji bo naskirina PKK’ê pêwîste em li dîroka wê vegerin’

Ebdilxanî Oso destnîşan kir ku eger mirov bixwaze cewhera banga Rêber Apo û biryara PKK’ê nas bike, pêwîste li dîroka PKK’ê vegere û wiha got: “Eger ku PKK’ê nehata avakirin wê gelê Kurd bi giştî qir biba. Pêvajoya îdolojîk di salên 1973 – 1978’ an de di nava PKK’ê de dest pê kir û piştre di sala 1978’ an de PKK’ê hat ragihandin.Di 15’ê Tebaxa 1984’an de PKK’ê dest bi şerê çekdarî kir. PKK’ê dest bi şerê çekdarî kir ji bo ku nasname û hebûna gelê Kurd biparêze. Ev pêvajo heya sala 1993’an meşiya û piştî wê 9’ caran ji aliyê PKK’ê ve agirbest hat ragihand, lê dewleta Tirk êrişên xwe dewam kirin. Lê piştî banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka demokratîk’ PKK’ê agirbest ragihand û kongreya xwe ya 12’an lidar xist û tê de banga Rêber Apo bersivand.

Banga Rêber Apo ji bo PKK’ê û tevahî gelê kurd û Kurdistanê de bi rengekî erênî hat pêşwazî kirin. Lê dewleta Tirk heya niha tu gav neavêtine, ji ber ku hin hêz di hundirê dewleta Tirkiyê de hene naxwazin ev pêvajo bi ser keve.”

 ‘Gavên pêşî li ser milê dewleta Tirk e’

Oso diyar kir ku niha dora dewleta Tirk e ku gavan biavêje û wiha domand: “Rêber Apo û PKK’ê erkê li ser milên xwe pêk anîn û gav avêtin, niha gavên pêşî divê dewleta Tirk bavêje. Ev pêvajo pêwîst e ji her du aliyan ve bê pêşxistin, ne tenê ji milê PKK’ê ve, lê divê ji milê dewleta Tirk ve jî bê pêşxistin. Dewleta Tirk pêwîst e zagonên xwe biguherîne û gelê Kurd qebûl bike. Di hundirê hikumeta Tirkiyê de yê ku bi vê pêvajoyê rabûye û dixwaze pêk were MHP’ê ye û em dîroka MHP’ê a ku çawa êrîş li dijî gelê Kurd û tevahî gelan daye meşandin dizanin, lê siyaset li cîhanê tê guhertin ev pêvajoya dawî a piştî 2020’an guhertinek di cîhanê de çêkir û rewşa Tirkiyê wê çawa be hemû tê diyarkirin û dewleta Tirk baş dizane ku dem ne dema berê ya 1923’an e, ne dema ku  dewleta qewmî hat avakirin û piştgiriya dewleta Tirk dikirin ku komkujiya bi serê gelê Kurd û gelên herêmê, bike.

Eger dewleta Tirk bi rengekî rast û dirist bifikire wê berjewendiya Tirkiyê û ya gelê Kurd bi hev re bide meşandin, ji ber ku eger dewleta Tirk xwe neguherîne wê ew dewlet bê guhertin, ji bo wê jî divê di van deman de dewleta Tirk gavên erênî bavêje û guhertinan di zagonên xwe de çêbike.”

’Heta niha zimanê şer yê çapemeniya Tirk nihatiye guhertin’

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ebdilxenî Oso axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk di vê desthilatdariya xwe de a ku ji 1923’an de û heya roja îro hertim şerê taybet dimeşîne, bi riya wê dixwaze bandorê li ser tevahî civakê bike û wan bixe bin serweriya xwe. Dewleta Tirk di sala 1960’ î de derbeya leşkerî çekir, 1971’an de pilanek din çekir û heya roja îro dewleta Tirk bi şerê taybet dixwaze desthilatdariya xwe bide meşandin. Dewleta Tirk di destpêka rabûna xwe de di sala 1919 – 1923’an de Kemal Ateturk civîn ji gel re çekir û got em birayê hevin û em ê bi hevre kar û xebat bikin, eger ev gotin bihata meşandin wê rewşa Tirkiyê ne wisa ba lê armanca dewleta Tirk ku bandor û desthilatdariya xwe li ser gel bide meşandin û bi riya şerê taybet vê pêvajoya xwe ya desthilatdariyê bide meşandin, heya roja îro jî siyasetên wan wiha ne.

Armanca dewleta Tirk ji şerê taybet ew e ku hertim bi hêz be û xwena  vegerandina  împeretoriya xwe  pêk bîne. Armanca çapameniya Tirk ku her tiştî bixe bin xizmeta xwe û serweriyê li ser tevahî gelan bike.”                     

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.