Amara Baran/Qamişlo
Banga Rêber Apo a “Aşitî û civaka Demokratîk” ji bo tevahiya Rojhilata navîn pêvajoyekî nû û dîrokî ye. Dayikên Gerîlayên Azadiyê diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo aştiyê gav neavêtiye û gotin, “Kevoka Aştiyê di nav şer de nikare bifire.”
Piştî banga dîrokî a Rêber Apo, PKK’ê kongreya xwe ya 12’mîn li darxist û biryara dawîanîna li şerê çekdarî da. Dewleta Tirk herçiqas di gotinê de behsa aştiyê bike jî lê di pratîkê de li Heremên Parastina Medyayê êrîşên xwe bê navber didomîne.
PKK’ê banga Rêber Apo weke manifesto qebûl kir
Piştî banga dîrokî a Rêber Apo ku 27 ‘ê Sibatê de kiribû û lidarxistina 12’mîn Kogreya PKK’ê gelê kurd derbasî qonaxekî nû bû. Ev pêvajo bi banga aştî û civaka demokratîk re dest pê kir û ew banga dîrokî ji aliyê raya giştî û cihanê ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Piştî banga dîrokî a Rêber Apo Komîteya navendî a PKK’ê piştî du rojan bi daxuyaniyekê niviskî helwesta xwe ji raya giştî re ragihgand ku ew banga Rêber Apo wekî manifestoya serdemê qebûl dikin û li gor rêgezên wê tevdigerin, PKK’ê got ku ji bo pêvajo hêsan bibe biryara agirbestê da.
PKK’ê li gor biryar û helwesta xwe tevgeriya û di navbera 5-7 gulanê de kongreya xwe lidar xist û bi wê re helwesta xwe ji raya giştî re parve kir. Kongreya ku 3 rojan dewam kir û di demekê ku şerê sêyemîn ê cîhanê dijwar bû ji nû ve teşedayîna Rojhilata Navîn ji bo ku bi lêz pêşbikeve perpektifa Rêber Apo di demekê ku şerê cihanê li Rojhilata Navîn berbelav dibû, hebûna gelê kurd di bin gefan de bû û azadî û îradeya wî dihat xesipkirin. Banga Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn bû hêvî.
Derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û berdewamiya êrişên dewleta Tirk, dayîkên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Rojnameya me re axivîn.
‘Rêber Apo ji bo hebûn û nasnameya gelê Kurd têdikoşe’
Yazî Hesen ku dayika du gerîlayan e anî ziman ku 27 sal in Rêber Apo li gireva Îmraliyê di nav çar dîwaran de dîl hatiye girtin û wiha domand: “Rêber Apo 27 sal in ji bo azadiya gelê Kurd û hebûn û nasnameya gelê Kurd li gireva îmraliyê tekoşîn da meşandin. Dewleta Tirk difikirî ku bi dîlgirtina Rêber Apo wê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tune bike, îro em dibînin ku ew çiqas tengav bûye ku heta xwe avêt ber lingê Rêber Apo. Em wek dayîkên gerîla daxwaziya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin ku ev pêvajo bighêje serkeftinê, heta azadiya fîzîkî a Rêber Apo em ê li qadan bin. Bi saya fikrê azad ê Rêber Apo me hebûna û nasnameya xwe bi dest xistiye. Ez wek dayîka gerilla silavê xwe ji vir heta Îmraliyê ji Rêber Apo re dişeynim û soz didim ku heta dilopeke xwîn di laşê min de hebe, ez ê ji bo azadiya Rêber Apo berxwedanê bikim.”
‘PKK’ê 52 salan pêşengtî ji meşa azadiyê re kir’
Yazî Hesen diyar kir ku PKK’ê 52 salan bê rawestandin ji bo azadiya gelê Kurd tekoşîn da meşandin û got,
“Partiya Karkerên Kurdistanê piştî banga aştî û civaka demokratîk ku Rêber Apo kir, ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bû cihê heviyê, kongreya xwe ya 12’mîn li dar xist û dawî li şerê çekdarî anî. Ruxmê ku PKK’ê dawî li şerê çekdarî anî jî, lê dewleta Tirk bê rawestandin ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin berovajî bikin bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşên qaden gerîla dikin da ku heremên gerîla dagir bikin û gerîla teslîm bigrin.”
‘Bila êdî dayîkên gerîla negrîn’
Yazî Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Îro bi hezaran keç û xort ji bo Kurdistaneke azad canê xwe kirin mertal û bi xwîna xwe dîrok neqişandin. Ji bo ku dayîk êdî negrîn pêwîst e dewleta Tirk gav bavêje û şerê heyî bide sekinandin. Em edî şer naxwazin pêwîstiya me bi aştiyê heye. Banga me ji bo hemû kesên ku dibijin em parastina mafê mirovan dikin ku li hemberê vî şerî rabin, nehêlin ku êdî dayikên gerîla û yên eskera bigrîn. Em ne aşiqê çek û şerin, ji bo ku em xwe biparêzin mecbûrin ku şer jî bikin, dewleta Tirk ji aliyekî ve dibêje ez destê aştiyê dirêj dikim, li aliyê din jî bi çekên qedexekirî û bi balafiran êrîş dike, ka aşitî ka edalet.”
‘Kevoka Aştiyê di nav şer de nikare bifire’
Neceh El Omer ku dayika gerîlayekî ye diyar kir ku jî dewleta Tirk li gor pêvajoya aştî û civaka demokratîk
tevnagere, agirbestê binpê dike û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk herçiqas bi devkî behsa aşitiyê bike jî li qadên gerîla êrîşekî îmha û înkarê daye destpêkirin. Em wek dayîkên dilşewat bang dikin ku edî dawî li wî şerê bînin, kevoka aştiyê nikare di nav şer de bifirê, ji bo ku kevok bi awayek azad bifirê pêwîst e şer bê sekinandin. Me îro bi hezaran keç û xort şehîd dane em naxwazin ji vir şûnde şehîdan bidin.”






