Erdogan Altan
Tirkiye bi saya lobiya Îsraîlê bi êrîşkirina Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de vê dora xwe kêmek be jî da taloqkirin û berê lûleyê da Îranê.
Şerê Îran û Îsraîlê tê gotin ku jixwe diyarbû, li ber çavan bû dê ev şer biqewimiya. Bêguman ev tesbîtek rast e. Lê li gor pêşketin û geşedanên di 3 salên dawî de diqewimiyan li gor min dora destpêkê ya Tirkiye bû. Lê Tirkiye bi saya lobiya Îsraîlê bi êrîşkirina Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de vê dora xwe kêmek be jî da taloqkirin û berê luleyê da Îranê.
Her çiqas ev şer li ser hinceta dijî hebûna çekên nuklerî hatibe destpêkirin jî aliyê wê ya korîdora enerjî ku di ser Behra Spî-digihêje Qibrisê heya Ewropa diçe jî para xwe ya mezin heye. Dema ku Qibris bikeve meselê bêguman Tirkiye nebe nabe ye. Ji ber vê yekî jî ev tesbîta pêwîstbûya dora destpêkê divê Tirkiye bûya, ji ber hemû pêşketin û geşedanên li Iraq, Sûriye, Lubnan û Lîbyayê vê yekî nîşan didan.
Di roja 11’mîn de şerê Îran û Îsraîlê kêm nabe û her diçe ji ber ku alî êrîşên xwe zêde dikin, dijwartir û berfirehtir dibe. Ev rewş hem Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi Şerê Kendavê di sala 1991an de dest pê kir û hem jî pêvajoya ku bi Şerê Xezeyê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, pêk tîne.
Bê guman, Îsraîl vî şerî ne bi tenê li ser navê xwe dike; berevajî vê, ew li ser navê tevahiya pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî dike. Li ser vê bingehê, ew bi DYA û Îngilîstanê re tevdigere û ji hemî hêzên pergalê piştgirî werdigire. Ew wekî hêza lêdanê ya pergala sermayeya cîhanî li Rojhilata Navîn êrîş dike û armanc dike ku hegemonya xwe ya herêmî li ser bingeha avakirina rêyek enerjiyê ya nû ava bike.
Eşkere ye ku armanc li ser vê bingehê ji holê rakirina Rejîma Îslamî ya Îranê ye. Serokwezîrê Îsraîlê ev armanc bi eşkereyî aniye ziman. Çawa ku me li jor anî ziman Tirkiye bi alîkariya lobiya Îsraîlê Hamas da êrîşkirin, êdî pêşiya Îsraîlê vebû, piştre Hizbullah û Rejîma Beas a Sûriyeyê, dora Îranê ye. Bi vî awayî, bi zelalî tê eşkerekirin ku sîstema modernîteya kapîtalîst a cîhanî ya ku ji hêla DYA, Îsraîl û Îngilîstanê ve tê rêvebirin, armanc dike ku hemî avahiyên siyasî yên ku di sedsala bîstan de di hawîrdora hebûna Yekîtiya Sovyetê de hatine avakirin bi tevahî hilweşîne.
Bi rastî, li gorî encamên Şerê Kendavê li Iraq û Rojhilata Navîn, hewl hat dayîn ku avahiyên siyasî yên sedsala bîstan li deverên din ên cîhanê bi awayên cûda werin hilweşandin û ji holê rakirin. Piştî êrîşên li ser Birca Cêwî ya 11‘ê Îlona 2001‘an, balkişandinek nû li ser Rojhilata Navîn, nemaze Afganistan û Iraqê, çêbû. Piştî ku pêvajoya bi navê ‘Bihara Erebî’ li ser vê bingehê hate hewl dan ku were bikar anîn, ji 7‘ê Cotmeha 2023‘an pê ve, ji holê rakirina avahiyên din ên ku wekî ‘asteng’ li Rojhilata Navîn dihatin dîtin, bi êrîşên Îsraîlê re hate hedefgirtin.
Bê guman, di vê pêvajoyê de girîngiyeke taybetî ji bo tasfiyekirina Tevgera Rizgariya Filistînê hate dayîn. Ev pêvajo ku bi tasfiyekirina Rejîma Beesê ya Iraqê dest pê kir, di Kanûna 2024‘an de bi tasfiyekirina Rejîma Beesê ya Sûriyeyê gihîşt xaleke girîng. Tevgera Birayên Misilman û rêxistinên din ên Îslamî, ku li ser bingeha projeya ‘Kembera Kesk’ li dijî Yekîtiya Sovyetê hatine damezrandin, nekarîn ji êrîşa navborî xilas bibin û ew bi piranî nekarîn ji bo êrîşê dûr bisekinin. Pêvajoya ku bi tasfiyekirina Tevgera Mursî li Misrê dest pê kir, bi şikandina Hamasê li Xezzeyê astek girîng bi dest xist.
Niha yê tê meraqkirin gelo dê ji niha û şûnde çi bibe? Ango rejîma heyî ya Îranê mîna rejîma Baas a ku hevkariya wê dikir hilweşe an na? An jî eger hilweşe ev yek dê çiqas bi şer be û çiqas bi rêbazên din be? Niha dema em asta dijwartiya şer a ku her diçe zêdetir dibe dinêrin, Îsraîl a ku dixwaze bibe hegemonê nû yê heremê û pergala sermayeya cîhanî her rîsk û xeteriyê girt berçav û armanc kir ku rejîma Xameneyî bişkîne û ji holê rake. Wisa dixuye ku Rêveberiya Xameneyî ku piştî neteweperestiya Baas û olperestiya Birayên Misilman xwe zêde kir jî pêşbînî nedît ku pêşketinan bi awayekî rast şîrove bike. Di encamê de, pêvajoya şer a herî xeternak ku mirin ji bo gel û xwîn anî Rojhilata Navîn dest pê kiriye.
Em dikarin bêjin ku di dawiya dawiyê de dê guhertinek radîkal a rejîmê li Îranê çêbibe. Bê guman, hem pêvajoya şerê berdewam û hem jî encamên wê dê bandorek pir cidî li ser tevahiya herêmê, bi taybetî li ser Tirkiyeyê, bikin.
Ha! Em vê jî jibîr nekin, di hêla taloqkirina dora yekemîn a Tirkiyeyê bandora mezin a li ser banga Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya bila Ocalan were di meclîsa Tirkiyê de bangewazî bike re Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ pêvajoyek da destpêkirin, heye. Ji ber ku piştî êrîşên Îsraîl a ser Îranê Devlet Bahçelî bi daxuyaniyek a “Ev êrîş amadekirina êrîşên ser Tirkiyeyê ye, bingeha wê tê amadekirin“ bi awayek aşkere danî holê.






