Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi armanca ku zext li dewleta Tirk bê kirin da ku bi cidî tevlî pêngava aştiyê bibe di 14’Gulanê de kampaniya gerdûnî bi drûşmeya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’ hatibû destpêkirin, di asteke bilind de berdewam e.
Di nava geşdan û pêşketinên siyasî ku tevahî cçhan tê de derbad dibe, ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve pêvajoya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ di dîrokî 27’ê Sibata îsal hat ragihandin, ev pêvajo ji bo çareseriya pirsgirêka Rohilata Navîn, doza gelê Kurd û Tirkiyê ye.
Di nava qonaxa sêyemîn a kampaniya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ji aliyê Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ve kampaniya bi navê “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” bi rêya daxuyaniyekê hat destpêkirin.
Di daxuyaniya platformê de hate diyarkirin ku di çarçoveya kampanyayê de serlêdan wê ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re bê kirin û daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re li Girtîgeha Îmraliyê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ev bang ne tenê ji bo aştiyê ye, di heman demê de ji bo azadî, wekhevî, edalet û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Herwiha ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, divê astengiyên li pêşiya parvekirina nerîna çareseriyê ya ku Rêber Apo bi salan amade kiriye, bê rakirin.
Bang li akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku ji bo serdana Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî fermî serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê bidin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bilî serlêdanên nivîskî, divê bi çêkirina vîdeoyên kurt peyamên xwe yên li ser girîngiya van serdanan, parve bikin. Hat xwestin ku vîdeoyên ku di çarçoveya kampanyayê de werin amadekirin, di navbera 30 saniye û 2 deqeyan de bin.
Kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” berdewam e
Kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) raghandibû berdewam e û her ku diçe piştgiriyeke berfireh jê re tê kirin. Ji destpêka raghandina kampaniya piştgiriyek mezin ji aliyê gelek hêzên aştî, demokrasî û hêzên çepgir-sosyalîst ên li Ewropayê tê kirin.
Navên rêxistin û partiyên navdewletî yên ku piştgiriya kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim”; dikin ev in:
Koma Çep li Perlementoya Ewropayê, Partiya Çep a Ewropayê, Enternasyonala Pêşverû ku nûnertiya gelek tevger, partî, sandîka, rêxistinên civakî çapgir, mafên mirovan, jîngehî, demokratîk û sosyalîst li serasnerî cîhanê, herwiha Yekîtiya Komeleyên Niştimanî, Civakî û Çandî (ARCI), rêxistina sereke li Îtaliya û başûrê Efrîqîayê ku di nava xwe de 5 hezar navendên çandî digre piştgiriya xwe ji bo kampaniya raghandin.
Enternasyonala Pêşverû ku di nava xwe de gelek tevgerên karkeran û çepgirên Emerîka Latînî heya başûrê Asaiya û pêkhateyên wê banga tevlîbûna vê kampaniyê kir, di heman demê de wê yekîtiyeke ji Birîtaniyayê û koma xebatên kurdî di parlementoya Ewropa û partiyên sosyalîst çepgir tevlî bibin.
Insyatîfa Îrqaî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî piştgiriya xwe ji bo kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ragihand û tekez kir ku armanc jê ku zexetê li dewleta Tirk bike, da ku bi hevpeymanên navdewletî pabend be.
Însyatîfê diyarkiribû ku pêngava Rêber Abdullah Ocalan prnesîba mirovahî, fikrê azad û civaka demokratîk îfade dike, ev yek tê wateya ku xebata siyasî ne ji bo civak, netew, partî an îdyolojiyekê diyarkirî ye, lê ew fikir û rêyke demokratîk, azadî û aştiyê ye.
Heya niha gelek kampanî û pêngav ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin, kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” jî yek ji wan kampnaiyên ku îradeya gel ya fikrê azad û zindîkirina wan ji nû ve, nîşan dide.
Armanca Kampaniya
Armanca sereke ya kampanyayê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e, ew e ku ev 26 sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê ferzkirin û divê tevahî gel tevlî vê pêvajoya çareseriyê bibin. Ji xwe ev kampanî ne tenê kesên akademesiyên, siyasetmedar an rojnamevan tevlî dibin, lê armanc jê ku tevahî civak daxwaza serlêdana Rêber Abdullah Ocalan bikin, bi taybet ji bo kesên ku dixwazin aştî û demokrasî pêk were.






