Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di 25’ê Pûşpera 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê nêzî saet 4’ê sibehê xwe berdan nav bajarê Kobanê û hejmarek ji gundên wê û komkujî pêk anîn, di enacamê de 253 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ev 10 sal li ser komkujiya Kobanê re derbas dibe ku xelkê Kobaniyê wê bi şeva xedirê bi nav dike û heya roja îro jî wê komkujiyê birînên kûr di dilê her malbateke Kobanî de li pişt xwe hiştiye. Bi awayekî herî hovane çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Pûşpera 2015’an de wê demê meha rojiyê û piştî rizgarkirina Kobanî ji destê DAIŞê bi 5 mehan bû, ku ji 100 kesî pêk dihat ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî Kobanê kirin û komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de 253 welatî hatin qetilkirin û 273 birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê ve ji du baskan ve êrîş kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê di 15’ê Îlona 2014”an êrîş anî ser Kobanê. Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku 350 gundên Kobanê dagir kir êrîş anî ser navenda bajêr. Hêzên YPG û YPJ’ê berxwedana herî mezin a dîrokî li dijî êrîşên çeteyan kirin û 26’ê Çileya 2015’an de DAÎŞ’ê derba xwe ya mezin li Kobanê xwar û ew bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê.
Lê ev ne tenê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê bû derb. Her wiha ji bo dewleta Tirk ku fermandariya DAÎŞ’ê dikir jî bû têkçûneke mezin. Dihate maneya têkçûna Recep Tayyîp ku wê demê digot, ”Tişt nemaye ku Kobanê bikeve”. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ ku ev têkçûn qebûl nekirin 25’ê Pûşpera 2015’an êrîş anîn ser Kobanê. Di vê êrîşê de piranî jê jin, zarok û kesên temen mezin 253 hatin kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûn.
Çeteyên DAÎŞ’ê 25’ê Hezîrana 2015’an ji aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê ve ji du baskan ve êrîş anîbûn. Beşek ji çeteyan ji aliyê Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê ve beşek jê ji aliyê gundê Berxbotanê ve êrîş anîbûn.
Çeteyan cilên YPG’ê li xwe kiribûn
Çeteyan êrîşî sivîlên di malên xwe de kirin, ketin malên wan û her kesê ku rastî wan dihat şehîd dikirin. Li gorî gelek raporên rêxistinên mirovî, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin, derketiye asta qirkirinê.
Rêbazên herî hovane yên serjêkirin û gulebarankirinê li dijî gelê Kobanê pêk anîn. Bi kurtasî her cure amûrên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin û her cure rêbazên dermirovî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin bikaranîn.
Hêjayî gotinê ye ku salane di vê rojê de gel û kesûkarên qurbaniyên Komkujiyê serdana goristana şehîdan dikin. Soz û peyama berdewamkirina rêbaza şehîdan nû dikin, mizgêniya rizgarî û azadiyê dighînin şehîdên komkujiyê.
Zîhniyeta Daîşê Dewleta Tirk pêk anî
2015’an de Çeteyên DAÎŞ’ê ku bi awayek hovane û bi çavkorî êrîşên Rojavayê kurdistanêkir û bê ku bêje ev zaroke an jî jine qetlîam pêk anî. Piştê şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û ku bi saya hezaran şehîdan destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi destxistin e. Dewleta tirk ji bo ku wan destkeftiyan têk bibe 17 Adara 2025’an de heman zîhniyetê ku Çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê berxbotan ê pêk anî, Dewleta Tirk jî heman qetlîamê li ser malbatekî pêk anî. Piştê 11 sal li ser komkujiya Berxbotanê. Di encama êrîşa hovane ya balafira bê mirov a Dewleta Tirk a dagirker de malbatek ku ji 9 kesan pêk dihat 7 jê zarok hatin qetilkirin.






