Amara Baran/Qamişlo
Tekîliyê Kurd û Tirkan bingeha xwe ji salên hezarî piştî zayînê, digre. Di serdema Ebesiyan de Tirkên Asyaya Navîn ji ber ku pere dabûn leşkerên artêşa mislîmîn, ev jî hişt bi hezaran Tirk koçber bibin. Piştî koçberiya Tirkan qedera Rojhilata navîn jî hat guhertin, gelek bajar hatin wêrankirin û xwestin demografiya heremê jî bidin guhertin. Wek hemû gelên Rojhilata Navîn Kurdan jî para xwe ji wî zilm û zordariyê girt. Di sala 1051’ê de Tirkên Selçûqî di sala 1131’ê Tirkên Moxol û di sala 1402’an de jî Tîmûrê Lenger erîşan dibin ser Kurdistanê, di encama wan êrîşan de zirarek mezin digihêje Kurdan. Heta niha jî bandora wan êrîşan li ser Kurdan heye û gelek bajarên Kurdan ji aliyê Tirkan ve hatiye dagirkirin û nûfûsek mezin yên Tirkan li wan bajaran heye. Koça Tirkan bû sedema guherîna demografiya Kurdistanê. Di sala 1185’an de şereke mezin di navbera Kurd û Tirkmenan de dest pê dike.
Kurdan li hemberî tifaqan xwesertiya xwe parastine
Qonaxa destpêkê ya vê tifaqê bi ketina Anatolyayê ya Tirkan dest pêkiriye. Di encama ku li dijî Bîzansa tifaqek hevbeş hatiye avakirin de Împaratoriya Bîzansî têk çûye. Di wir de Kurdan di sîstem û tifaqên hatine çêkirin de xweseriya xwe parastine û hebûna xwe domandine qanaxa duyemîn ku bi serdema Yavuz e, ku bingeha Împaratoriya Osmanî girêdayê pêşketina tifaqa Kurd û Tirka ne. Serdema împaratoriya Osmanî deyndarê îtîfaqa ku hatiye avakirin e, Kurdan di wî serdemê de xweseriya xwe pêşxistiye û xistine bin parastinê. Qonaxa dûyemîn jî serdema avabûna komarê ye tekoşîna rizgariya netewî ku li dijî hêzên ku erdê osmaniya parve kiribûn hatiye meşandin e. pêvajoya tifaqa kurd û tirkan ku Atatûrk kongreyên sîvas û Erzûrimê ku li Antalya û Îzmîrê avakirine bûye bingeha avakirina komarê di hersê qonaxan de tekîliyê Kurd û tirkan hevkriyeke siyasî, heqîqeteke civakî û stratejik û hevbeşiya çarenûsê ye.
Rojhilata Navîn derbasî qonaxa çaremîn dibe
Di pêvajoya avakirina komarê de stratejiya ji bo kurdan xweseriya jiyana hevpar, bi formûlên netew dewletê yên yekperest, navendperest, hemrengkirinê hatiye înkarkirin pêvajoyek pir naik a deformekirinê hatiye destpêkirin. Nihajî qonaxeke dîrokî ya nû tê jiyîn, bi destpêkirina pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata navîn dikevin qonaxa çaremin. Felsefeya ji nûve înşabûnê ya qonaxa çaremin, de bê kurd qirîzek mezin tê jiyîn. Tekîliyê kurd û Tirkan ji aliyê dîrokî ve taybet di 200 salên dawiyê de ji ber netewperestî, yekperestî, netew-dewlet , endustryalîzîm û sîstema faydeya kapîtîlazmê a 100 salî têk çûye. Pratîkên ku pişte komarê di encama polîtikayên yekperest, homojenkirina de bi pêşketinê yên wekî înkar tepisandin ji xwe nehisabindin wek dijminê xwe dîtin bi nîjadkujiya, siyasî, çandî û fîzîkî helandin tasfiye kirin, Ji bo tifaqa kurdan di navbera gelan de diwarên hişmendî, rûhî û fîzîkî avakirine. Ji nûve avakirin û zindîkirina wan tekîliyên ku bi tekîliyên dîrokî hatine avakirin ketine rewşek pir hasas.
Serdema Osmaniyan
Kurdistana ku demeke dirêj di navbera împaratoriyên sefavî û osmaniyan de qada şer bû, tu caran nebû xwedî hêzeke yekbûyî sala 1639’an de peymana ku di navbera stanbolê îsfehanê de sînor îstîqrar kirin mîrên kurdan daxwaza navendîkirinê ya herdû împaratoriyan gelek caran serî hildan . Di sedsala 19.mîn de ji bo ku muxalefet ji holê rabe Dewleta Alî Osmanî gelek malmezinin kurdan bi paye bilindi wezîfadar dike.
Têkiliya kurd û tirkên osmaniyan di dewrana şerên osmaniyan û sefewiyan de germ bû. Her du aliyan dixwast eşîrên kurdan bikêşin aliyê xwe û bi van eşîran şerê dewleta din bikin. Di destpêka sedsala 16ê de Siltanê Osmaniyan Selîm û nêzî 20 mîrên kurd li ser hindek xalan lihev hatin. Ev lihevhatine di dîroka têkiliyên kurd û tirkan de xwedî ciheke taybet e ku piştî vê lihevahatinê ev herdu gel di gelek şeran de alîkariya hev dikir. Lihevhatina van herdu aliyan bi navbeynkariya Îdrîsê Bidlîsî hate pêkanîn. Vê lihevhatinê Kurdistan kir meydana şerê osmaniyan û sefewiyan.
Nîjadparêziya Tirkan li dijî Kurdan
Nîjadperestiya tirkan li dijî kurdan digîhîje nêzîkê sal berê, Herwiha pirraniya tirkan ji kurdan hez nakin û nîjadperarêzî dikin. Naxwazin kurd bibin xwedanê tiştekî. Bingeha vê nîjadperarêziyê bi pirranî ji aliyê Kemalîzmê ve hate avêtin. İsmet İnönü Di sala 1935an de raporek ji bo Bakurê Kurdistanê amade dike û dide Mustafa Kemal di wê raporê de ji bo kurdan pir xebitiye ku asîmîle bike û bike tirk. Wê çaxê paşnavê gelek kurdan dikin “Türk”, “Öztürk”, “Bozkurt” û hwd Di vê raporê de ji bona Erziromê jî gotiye “Ku em bikaribin di demek kurt de Erziromê pêşvebibin li dijî kurdan bajarekî saxlem ê tirk ava dikin”. Ji ber vê yekê ye ku nîjadperestên herî tûj (pir zêde) ên li dijî kurdan li bajarê Erziromê ne.
Di 1925‘an de di Serhildana Şêx Seîd de Şêx Seîd û çil hevalên wî darvekirin.
Di sala 1930’an de 10 an jî 15 hezar kurd li Zîlanê kuştin.
Di sala 1937’an de di Serhildana Dêrsimê de 40 hezar kurd kuştin.
Rêber Apo tekîliyê Kurd û Tirkan wiha dinirxîne:
“Di Têkiliyên Kurd-Tirk De Pirsgirêka Desthilatdarî û Dewletê Analîzkirina têkiliyên Kurd-Tirk belkî jî mijara herî zor a sosyolojiyê ye. Ji ber ku naverok û cewherê pirsgirêka Kurd nayê zanîn an jî naxwazin fêrî bibin û ji vê jî wêdetir bi gotinên begzadeyan ên ti bingehê wan ên zanistî tine nêzî meseleyê dibin, analîzkirin û jihevderxistina pirsgirêka Kurd zor û zehmet dibe. Ji ber vê sedemê, parêzname bi tevahî hêza zanistên civakî bi kar tîne ji bo têkiliyê rast deyne û gelekî girîng dibîne ku li ser vî bingehî gavê biavêje çareseriyê. Piştî komploya qirkirinê ya 15’ê Sibata 1925’an têkiliyên dîrokî-civakî yên nehsed salan yên ku çiqasî stratejîk bûn ewqasî jî xwe dispartin yek ummetê, bi carekê tine hesibandin. Der barê Kurdan de yeqîn dikirin ku bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Tiştên ku wê bi fermana Xwedê ya ‘bibe’ jî nebin, der barê Kurdan de yeqîn kirin kengî bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Jêdera vê materyalîzma herî çor a metafizîk pozitivîzm bû û ew jî bingehê îdeolojîk ê faşîzma Ewrûpayê bû. Bi vê têgihiştinê di bin serdestiya desthilatdariya wan de kengî fermana ‘îmha û înkarê’ hate dayîn, yeqîn kirin ku Kurd ê di demeke kin de tine bibin. Kadroyên bermahiyên heman pêkhateyê yeqîn dikirin ku rêbaz û nêzîkatiyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di tesfiyekirina Ermeniyan de bi awayekî serketî pêk anîn, ji bo Kurdan jî wê heman encamê bidin. Van kesan gel û neteweya xwe jî bi vê siyaseta înkar û derewê dan bawerkirin û bi vê jî neman, li hemberî dinyayê mîna ku diyardeyeke bi navê Kurd tinebe tevgeriyan. Mirov heman rastiyê dikare ji bo dîroknasiyê jî bibêje. Mirov dikare bibêje, kêm têkiliyên dîrokê hene bi qasî yên di dîroka şaristanî û dewletên Anatolya û Mezopotamyayê de karibin di nava xwe de yekparebûneke diyalektîkî îfade bikin. Di pêşketina dîroka mirovatiyê de xeta Mezopotamya-Anatolyayê bi rola stûna navendî radibe. Li ser vê xetê, bi vê yekparebûna diyalektîkê û bi rola xwe ya stûna navendî dewlet û şaristaniyên pêşî yên dîrokê ava kirin, ji civakên Sumer û Misrê heta rastiya civakên roja me ya îro bi heman rola xwe radibe û dewam dike. Lê tevî vê yekê, modernîzma dewleta netewe, xeteke sor a înkarê dikişîne ser vê dîrokê û dîrokê ji sifirê ji xwe dide destpêkirin ango xwe destpêka dîrokê qebûl dike û vê jî weke zanist dihesibîne.”






