Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aldar Xelîl: Biryarên Kongreya PKK’ê nîşaneya dûrdîtineke stratejîk e

18/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
Aldar Xelîl: Biryarên Kongreya PKK’ê nîşaneya dûrdîtineke stratejîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku biryarên di Kongreya PKK’ê ya 12’an de hatin girtin nîşaneya dûrdîtineke stratejik û kûr e ku dawîkirina pêvajoyekê û destpêkirina pêvajoyekî nû ye.

Endama desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li ser girîngiya Kongreya PKK’ê û bandora wê li ser pêşeroja Sûriyê bersiva pirsêN rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:

– Herî dawî PKK’ê biryarên kongreyê eşkere kir, di van biryaran de hate destnîşankirin ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê şert û mercên xebata azad a Rêber Apo were peydakirin û di wateyeke berfireh de rêgezên qanûnî bên çêkirin. Hûn van biryaran çawa şîrove dikin?

Di navbera 5-7 Gulanê de PKK’ê kongreyekî dîrokî li dar xist û biryarên ku hatin girtin nîşaneya durdîtineke stratejîk û kûre ku  bi dawîkirina pêvajoyekê û destpêkirina pevajoyeke nû ye. Ew jî tê wateya ku di paradîgma nû de tevgerek nû, şêwazekî nû a tekoşînê lazime bê kirin. Xebatek dîrokî dayîna meşandin tiştekî stratejîke. Ji ber wê jî rêberê paradîgmaya nû  a” Aşitî û Civaka Demokratîk” Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bi rêve bibe, yê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ava kir û bi rêve bir Rêber Apo ye, ger Rêber Apo nebe Tevgera Azadiyê wê nikaribe gavên dîrokî bavêje.

Pêwîst e şert û mercên azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk werin ku bikaribe pêşengtiyê ji pêvajoyê re bike.  Ev 27 sal in ku dewleta Tirk Rêber Apo di gireva Îmraliyê de wek rehîne girtiye. Komara Tirkiyê ji damezrandina xwe ve xwest ku bi hebûna Tirkan tunebûna Kurdan pêk bîne,  ji ber wî jî bi israr xwestin ku her carê cezayên girtîgehê li Rêber Apo giran bikin. Paradîgma wan li ser esasê  hebûna Tirka û tunebûna  kurdan e.

Dewleta Tirk pêwîst e êdî qebûl bike ku bi destpêkirina pardîgmaya nû a ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê daye destpêkirin, nema dikare bi pradîgma kevin  bimeşe, pêwîst e paradîgma xwe biguhere çawa ku Rêber Apo û PKK’ê paradîgma xwe diguherin ji paradîgma dewlet netew derbasî paradîgma civaka demokratîk dibin.  Paradîgma ku xwe dispêre şer û pevçûnan  û nakokiyên proleterya û çînî yên bi sîstemê re niha derbasê şêwazek nû a tekoşînê dibe, xwe naspêre proleterya xwe dispêre komînan,  yanî nakokiya navbera komînv û dewletan de, ew jî guhertinekî cîdî ya pradîgmayê ye.

– Dewleta Tirk Ji bo ku  qebûl bike ku hebûna dewleta Tirk giredayî hebûna gelê Kurd e, çi lazime bê kirin?

Heta ku dewleta Tirk xwe neguhere pêvajo nayê meşandin. Dewleta Tirk lazim e  xwe îkna bike ku hebûna dewleta Tirk bi hebûna gelê Kurd, gelê Ereb û gelên ku li heremê dijîn ve girêdayî ye, bi taybet Kurd û Tirk, bi hebûna herdû aliyan  jî bi hevdû ve girêdayî ye. Ger dewleta Tirk wê bike lazim e Rêber Apo li girtîgehê nemîne û azadiya xwe ya fîzîkî bidest bixe. Lê heta niha jî mafê hêviyê nehatiya dayîn ku Rêber Apo bi awayekî azad kar û xebatê bide meşandin. Tevgera Azadiyê jî dibêje pêwîst e şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad xebatê bimeşîne, ne tenê ji bo kar û xebata xwe dibêjin, bê gûman ew faktoreke serekeye. Dewleta Tirk jî xwe nîşan bide û bêje ku ez jî  xwe diguherim û bigîhije wê qenaetê ku hebûna Tirkan ne bi tênekirina Kurdan ve girêdayî ye, pradîgma xwe bugeherin û hebûna gelê Kurd û civaka demokratîk qebûl bikin, ew jî rengê xwe bi azadiya fîzîkî a Rêber Apo bide diyarkirin. Pêwîst e gavên fermî û zagonî bên avêtin. Ji bo hemû gelan, girtiyan û ji bo demokrasiyê girîng e ku çawa PKK’ê  gavek girîng avêt û di raya giştî de îlan kir ku nema bi şêwazê şerê çekdarî tekoşînê dike, gerek dewlet jî bêje ku ez jî gavekî girîng davêjim ji aliye yasayî û zagonî ve.

– Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di her nirxandinê xwe de behsa “Tirkiya bê teror û çek teslîmkirinê dike” di biryarên Kongreya PKK de jî tê gotin ku şerê çekdarî hatiye rawestandin, lê hê çek nehatine danîn. Hûn wê nêzîkatiya dewletê çawa dinirxînin?

Pêvajoya ku hatiye destpêkirin a ji nûve avakirina komara Tirkiyê ye, pêkanîna mafê gele kurd û hemû gelê li Tirkiyê û Kurdistanê jiyan dikin. Ji nûve avakirina civaka demokratîk û derxistina Tirkiyê ji qirîz û aloziya ne. Rêgirtina tiştên muhtemel ku Tirkiye bikevê û pirsgirêkên ku Tirkiye pêre rû bir û dimîne, ev pevajo ji bo Tirkiyê derfetekiye. Pênaseya Tirkiya bê teror bi armanca pêvajoyê re bi nakok e, mijar îro ne mijara Tirkiya bê teror e, mijar ya Tirkiyeke bê pirsgirêke ku pirsgirêka kurd tê de bê çareserkirin. Îro pêwîstî bi Tirkiya demokrat ku civaka wê hevgirtî be heye.

Pênasekirina Tirkiya bê teror şaş e, mijar ne ku mijara çekdanîn an jî daneyînin. Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyanî da û got em şerê çekdarî radiwestînin, pêwîst e dewleta Tirk jî li gor wê guhertinan bide çêkirin û mafê gele kurd bide û civaka demokratik ava bike. Di hemû zindiyan de pergala xweparastinê heye, ji ber wê jî kes nikare bêje ew civak ango ew zindî çima xwe diparêze, kilîtkirina her tiştê di mijara çekdayînê de tê wateya ku dewleta Tirk û Erdogan ne di ferqê de ne ku Tirkiye di rewşeke xirab de ye. Berya gotina çekdanîn, divê gavên zagonî bên avêtin.

– Di avakirina civaka demokratik de çi berpirsiyartî dikeve ser milê civakê û ev pêvajo tenê bi piştgirîdayînê dikare bê meşandin?

Çareserkirina pirsgirêkan û avakirina civaka demokratîk erka civak û gelan e. Ji  bo ku pirsgirêk bên çareserkirin û civaka demokratîk were avakirin lazim e dewlet jî rê jêre re veke, eriş û hewildanên xwe yên tunekirinê bide rawestandin ku civak jî karibe bi erka xwe rabe. Avakirina civaka demokratik ne erka dewletê ye, erka hemû ferdên civakê ye. Heta ku civaka demokratîk û komînal neyê avakirin, em nikarin behsa azadî û demokrasiye bikin. Lazime were dîtin ku bi dewletan demokrasî çênabe, bi zagonan û bi çekan demokrasî çênabe. Demokrasî ancex bi guhertina hişmendiya ku tu di hundirê xwe de demokrat bî wiha dikarî pergala demokrat ava bike.

Avakirina civaka demokratîk ya ku baweriya wê bi demokrasiyê tê û lêgerîna wê a azadiyê hebe, lazime ji nûve xwe ava bike,  şer û tekoşîna di navbera komîn û dewlet netew de ye. Komîn civaka rêxistinbûyî a ku xwe bi xwe rêve bibe û xwe rêxistin bike, paradîgma Rêber Apo jî xwe dispêre komînan. Dema ku civak hat cem hev û qedera xwe radestî tu desthilatdar û dewletan neke wê demê tê wateya ku em zêdetir giraniya xwe bidin avakirina komînan û civaka demokratik.”

– Banga Rêber Apo a “ Aştî û Civaka Demokratik” û kongreya PKK’ê  ji bo siberoja Sûriyê wê bandoreke çawa bike û di rewşa heyî de wê çi guhertinan bi xwe re bîne ?

Sûriye ji 2011’an heta niha di nav şer û aloziyên mezin de dijî, ji sala 1963’an de partiya Baas li Sûriyê hikim dikir heta roja îro gelên Sûriyê bi tevahî di nava rewşeke pir xirab û aloz de jiyan dikir, taybet gele Kurd jî wek gelên din ji mafê xwe bêpar hatibû hiştin. Li ser Kurdan polîtîkayên pir taybet dihatin meşandin, bi armanca tunekirinê.  Guhertinên ku di Sûriyê de çêbun û yên ku  çêbibin pir girîng in. Pirsgirêka hundirîn a Sûriyê tenê girêdayî Sûriyê nîne, ji 2011’an ve ew aloziyên ku di Sûriyê de çêbûn faktorên navnetewî, heremî û dewletên derdor bandora wan di hundirê Sûriyê de heye û berdewam dike.

Di hiweşandina Rejîma Baas û hatina desthilata Şamê de rola dewleta Tirk sereke bû, derveyî wê jî komên girêdayî dewlata Tirk yên çekdar û yên din di jî  di Sûriyê de aktivin. Ger li Bakur û Tirkiyê pêvajoya demokrasiyê dest pê bike û gavên erênî bên avêtin ew ê bandorê li Sûriyê jî bike. Dewleta Tirk çawa bi armanca tinekirinê nêzîkî Kurdên  Bakûrê Kurdistanê dibû, wilo nêzîkê gele Rojava jî dibe. Dewleta Tirk ger bi Rêber Apo re û bi PKK’ê re gavên erênî bavêje  û xwe biguhere wê nêzîkatiya wê ji bo Sûriyê jî bê guhertin. Tirkiyeke demokratîk nabe Tirkiyeke zilimkar û despot, ger guhertinekê bixwe re bide çêkirin nêzîkatiya wê li hemberî welatên cîran û Kurdan jî wê bê guhertin. Doza Kurd ji hev cûda nabe. Dewleta Tırk qebûl nake ku di Sûriyê de mafê Kurdan hebe, li ser Şamê zexteke mezin dike ku tiştekî nedin Kurdan û Sûriyê bi rengekî navendî were birêvebirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.