Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zekî Bedran: Nasnameya hebûna PKK’ê Rêber Apo ye

15/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
Zekî Bedran: Nasnameya hebûna PKK’ê Rêber Apo ye
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Siyasetmedarê Kurd Zekî Bedran anî li ser ziman ku PKK û Tevgera Azadiyê bi têkoşîna xwe ya 52 salan gelek deskeftî ji bo gelê Kurd dan qezenckirin û wiha got: “Rêber Apo bi avakirina PKK’ê gelê Kurd ji pencê qirkirinê xelas kir.”

Di derbare Kongra PKK ya 12’emîn û banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk”

de, sîyasetmedar û civaknasê Kurd Zekî Bedran pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha ye:

-Di destpêkê de çi pêwîstî hat dîtin ku PKK gavekê wiha dirokî bavêje; biryara xwe fesixkirinê  bigire û dest bi pêvajoya guhertin û veguhertinê bike?

Di 27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo bangeke dîrokî kir. Ev bang pir alî bû û aktorên wê yên sereke PKK û hikûmeta Tirk bû. Li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Apo di navbera 5 û 7’ê Gulanê de PKK kongra xwe lidar xist. Tê de gelek biryar hatin girtin, yek ji wan biryaran jî dawîanîn têkoşîna çekdarî bû. Perspektîf û gotinên Rêber Apo û di heman demê de jî, peyamên rêveber û fermandarên PKK ji bona mirov hez bike pêvajoyê fêm bike, têrker e. PKK’ê tevgereke ku 52 sal in têkoşîn dike û bi têkoşîna xwe her çar beşên Kurdistanê kir yek. Yê ku pêşengiya wê dikir jî Rêber Apo bû. Nasnameya hebûna PKK’ê Rêber Apo bû. PKK sînor hilweşandin û xwe ji partîbûnê jî derbas kir. Ev 52 sal in çi deskeftî hatine bidestxistin jî, bi saya Rêber Apo û PKK’ê bû. Ji ber wê yekê çarenûsa Rêbertî û rêxistinekê bi çarenûsa gelê wê re bû yek perçe. Ji ber ku hikûmeta Tirk ew yek baş dizanî bû, ji ber wê, Rêbertî kir armanca xwe ya sereke. Qirkirin, komkûjî û di heman demê de jî reşkirina di asta navnetewî de jî bingeh girt û xebatên xwe hemû li ser têkbirina PKK domand. Li ser wê bingehê jî  ji reşkirina tevgerê û gelê Kurd de ezmûnek girt. Komara Tirkiyê bû rêxistinekê şer ya çekdarî. Bi taybet jî, di 10 salên dawiyê de, serokkomar hemû berpirsyartiyên dewletê di destê xwe de komkir û desthiladariyeke yek navend dan avakirin. Ji ber wê jî derfet û çekên destê xwe de hemû ji bona têkbirina pêşeng û fermandarên Tevgera Azadiyê bikar anîn. Bi hemû hebûna xwe re, bi hevkirina rexistinên çete yên weke El Qaîde û DAIŞ’ê dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan domand. Ji bona Rêber Apo, tevger û gelê Kurd re danûstandinan neke û ramanên Rêber Apo belavbûna wê ya cîhanî asteng bike, li ser Rêber Apo tecrîdekê domdar dan meşandin. Êrîşekê ku hemû Kurdan bike Tirk destpê kir û ev êrîş gehiştandin lûtkeyekê berfireh. Kurdan re politikaya qirkirinê ya 100 salan rewa dîtin. Di wê demê de jî, faşizm, nijadperestî kirin yek û ji bona gelê Kurd qir bikin derfetên destê xwe de hemû da bikaranîn. Rêber Apo bi avakirina PKK’ê polîtîka qirkirin û tinekirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin, vala derxist. Cihê ku dewleta Tirk pengavekê erenî bavêje hertim qirkirina kurdan bingeh girt. Bi xistina PKK’ê ya listeya terorê ew dijminahiya hemberî civaka Kurd sor kir. Di sala 2020’an şûnda têkoşîna Tevgera Azadiyê gehişte lûtkeya herî bilind. Ji ber wê yeke dewleta Tirk bi riya ragihandina şerê taybet pêşniyara çekberdanê li PKK hat kirin. Lê Tevgerên azadiyê yên weke PKK çekberdan karê herî dawî ye. Lê di wan demanda PKK serkeftin û kêmasiyên xwe hemû danîn li hember hev û xwe pêvajoyekê nûda derbas kir. Dewleta Tirk li gorî serkeftina Tevgera Azadiyê û berxwedana gel, nêzîkbûne xwe guhert û erenî nezîkatî hat kirin. Li ser wê bingehê bi pêşengiya Rêberê Gelan Rêber Apo pêvajoyek hat destpêkirin. Dewletên hegemon û desthiladar fêmkirin ku bi gotinên ku “Em ê xelas bikin û biqedînin” zimanekê vala ye û zimanê dijminahiyê ye.” Li ser wê bingehê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyekê nû dest pê kir.

-Pêvajoya bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelan Rêber Apo da destpêkirin, em weke civak û tevger çawa wê binirxînin?

Rêber Apo li Kurdistanê pêşiya astengiyên alozî û qirkirinê hewildan kir ku vebike û derfetên destên xwe de, hemûyan bikartîn e. Dîsa jî erk û berpisyartiya herî mezin dikeve li ser milê gelê Kurd. Ji ber ku pêşengiya wê projeyê di deste gelê Kurd de ye û hêzên sereke yên ku wê pêvajoya dîrokî serbixin em in. Li holê li gel aliyê din yanî li gel dewleta Tirk bi fermî li rûyê erdê lihevkirin û hevpeymanekê berbiçav nîn e. Li gorî rewşa heyî Rêber Apo berpirsyartiyek mezin girt li ser milê xwe û li şûna têkoşîna çekdarî, hewildan dide ku jêrzemînê siyaseta demokratîk ava bike. Rêber Apo pêvajoyek ku di bingeha wê de goftûgo heye da destpêkirin. Ev dê çiqas bimeşe, çiqas bigihêje serkeftinê, pêşdîtîneke teqez nîne. Ji ber ku aşitî ti caran yekalî nayê bidestxistin. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gelek caran agirbestên yekalî ragihandin, di sala 2013 û 2014’an de pêşketinên dîrokî meşiyan. Ji ber ku xwasteka desthiladarî û hikûmeta Tirk ya aştiyê tine bû, di 2015’an de êrîşên topyekûn dan destpêkirin. Şer û pevçûnekê berdelên wê giran di 10 salan berdewam kir û armanca dewleta Tirk ew e ku çokdanîna erdê ya gelê kurd e. Modela qirkirinê ya binavê “Srî Lanka” dimeşînin. Xwediyê hişmendiyekê nijadperest û nedemokratîk hikûmeta AKP’ê ne aligirê çareseriyê ye. Wisa difikire ku Erdogan ger jêrzemîna aramî û mafdariya Kurdan pêk bê, ditirse hebûn û serweriya xwe li Tirkiyê winda bik e. Wisa xuya dike ku ger ew pêvajoye bikeve armanca berjewendiyên Erdogan yên sîyasî dê bidomîne, neke dê alozî û şer dîsa herêmê de gûrtir bib e. Li Tirkiyê de, hêzên veşartî yên ku aligirên şer jî hene. Pêwîste ku jin, ciwan û derdorên Tirkiyê yên demokratîk xwe rêxistin bikin û pêvajoyê re pêşengtî bikin. Ji ber ku ev pêvajo ne tene ya Kurdan e, ya demokratîk bûyina Tirkiyê ye, Rêber Apo xwe li hemberî mirovatiyê berpirsyar dibîne. Ec pêvajoye ji aliyê gerdûnî we jî pir bi hêz e. Rêbertî ji bona civaka demokratîk bang dike, ne ji bona dewlet yan ji hikûmete kê ji rêzê. Pêwîste em jî weke civak û gel em xwe rêxistin bikin û ji bona ev pêvajoya dîrokî serbikev e. Pêwiste bi zanebûna ku pêvajoyekî gerdûnî û dirokî ye nêz bibin, erk û berpirsyartiyên demê pêkbînin. Ev pêvajo pêvajoyekê gûhertina pergala Tirkiyê ya serdest, di heman demê de demokratîk kirina Tirkiyê ye. Ev projeya Rêber Apo pêşkeşê cîhanê dike tene ne li Tirkîyê ve sînordar e, di heman demê de guhertin û veguhertina cîhanê ye. 2016’an û şûn de, politikaya qirkirin û bişaftinê berdewam dike. Qeyuma li ser vîna gel, girtin û tecrîd bi heralî ve didom e û aboriya hikûmetê têkçûy e. Rêber Apo bi wê projeya û pêvajoyê re berpirsyartiya xwe ya li hemberî mirovatiyê pêkdîn e. Di aliyekê din de jî, heya dewleta Tirk pengavekê erenî neavêje, gotinên weke aşitî çêbû, em jiyanekê ji rêzê jiyan bikin gotinên xwe xapandinê ne. Rêber Apo bi wê bangê têkoşên xiste merheleyekê nû. Rêber Apo biryarekê jiyanî û dirokî girt û bangekê mezin Tevgera Azadiyê kir, erka mezin jî dikeve li ser milê dewleta Tirk êdî. Herî kêm bi şert û mercên wek hev de danûsitandin bên kirin û azadîya Rêber Apo bê mîsoger kirin. Li gor zagonên dewleta Tirk jî be, pêwiste Rêber Apo bê berdan lê, ji bona Rêber Apo gel û civakê qut bikin zagonên taybet û dijî mafê mirovan derdixin. Rûxmê ku DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa) biryar da cezayê li Rêber Apo hatiye bîrîn bê betal kirin, di heman demê de jî mafê hêviyê yê Rêber Apo bê dayin. Lê dewleta Tirk ev biryar jî nasnekir û vala derxist. Em jî dibêjin ku ji bona ev pêvajo bimeş e, pêwiste Rêber Apo pêşengî bike. Ji ber ku ji bilî Rêber Apo ti kes nikare gerîlayê azadiyê rêve bib e. Ger ku astengiyên pêşiya Rêber Apo bê rakirin ev pêvajo bimeş e û Gerillayê Kurdistanê tene wisa dikare bikeve jiyanekê asayî jiyan bik e. Aşitî yêkalî nayê.

-Ji niha û şunda, piştî lidarxistina kongireya PKK’ê ya 12’emîn we pêvajo çawa bimeş e?

Pêvajo û banga Rêber Apo de, xalan herî girîng “Bi dawî anîna têkoşîna çekdarî” û destpêkirina têkoşîneke nû ye. Pêwiste ev banga Rêber Apo kirî bê çalakkirin, lê ev ne tenê erka Tevgera Azadîyê ye. Li hemberî PKK’ê jî artêşekê NATO yê ya di asta cîhanê de rêza 3’emîn de hey e. Rêber Apo di bin tecrîdê da be û êrîşên qirkirinê li ser gel û civakê bê meşandin ev pêvajo dê têkbiç e. Pêwîste aliyên pêywendîdar li erka xwe ya bingehîn rabin. Ger Rêber Apo ji aliyê kurdan pêşenge pêvajoyê be pêwîste şert û merc wekhev bê kirin, ji ber herdû aliyên pêywendidar bikarin danûstandin bikin. Ji ber ku Rêber Apo vîna gelê Kurd e û biryardarê Kurdan yê sereke Rêber Apo ye. Pêwîste êrîşên li ser Tevgera Azadiyê û gerilayên Kurdistanê bê sekinandin û hevdîtinên ku tên meşandin bê fermîkirin. Dîlgirtiyên doza azadiya Kurdistanê hemû bên azadkirin. Rastî pênasekirina pêvajoyê, rêxistinkirina derdorên azadîxwaz girîng e. Tenê bi wan mercan meşandina pêvajoyê pêkan e.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.