Volqan Elî
Rojhilata Navîn di şerê cîhanê yê sêyemîn de ketiye pêvajoyeke nû. Hêzên navdewletî yên hegemonîk her çendî li ser dîzaynkirina herêmê ne hemfikir bibin jî, di şerê li ser pêvajoyeke dûr û dirêj belav bûye de gihaştine nêrîneke hevpar.
Sînorên Sykes-Picot ku di 1916’an de hatibûn çêkirin îro êdî tenê li ser nexşeyê maye. Ev nîşan dide ku sîstema herêmê ne tenêe di pêvajoya hilweşînê de ye, bi rengekê hîn kûrtir, wateya wê jî nemaye. Ji ber ku ev pergal di sed sala 21. de dest pê kir hilweşiya. Destwerdana ku bi Iraqê dest pê kiriye, tevgerên gelan ku bi Bihara Ereban berdewam kiriye, şerên wekaletê, pêvajoya ku Îsraîlê bi 7’ê Cotmehê daye destpêkirin, stratejiya DYE’ê yên paşde kişan û vegerê, mezinbûna tifaqa Rûsya-Îran û paşê jî sînordarkirina wê, nexşe û mantiqa Sykes-Picot bê mane kiriye.
Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya wisa dest pê kiriye ku wê herêm ne bi nexşeyên hatine diyarkirin were bi rêvebirin, bi rolên hatine diyarkirin were bi rêvebirin. Em di qonaxek wisa de ne, stûnên ji aliyê netewe-dewlet û projeyên herêmê yên desthilatdariya merkezî ve dihatin hilgirtin, êdî şikestine. Her wiha tê xwestin ku êdî li Rojhilata Navîn ne tenê bi nexşeyan were bi rêvebirin, bi aktoran were meşandin; hin ne tenê bi sînoran were diyarkirin, bi pozisyonan were diyarkirin. Di vê rewşa nû de hatiye li ber wê qonaxê ku li derdora DYE-Îngîltere û Îsraîlê pergaleke nû were avakirin. Di vê pergala nû de, feraseta berê ya hakimiyetê ku xwe dispart netewe-dewletê na, modeleke rêveberiyê ya parçe bi parçe, zeyif û pir navendî ye, lê ji bo kontrol û kordîneyê jî vekiriye derdikeve pêş.
Ji bo vê yekê jî pêkhateya herî balkêş Îsraîl e. Di dema borî de di pozisyoneke wisa de bû ku ewlekariya wê hatibû girtin û derdora wê hatibû xistin binê parastinê. Îro jî di rewşeke hegemonîk a wisa de ye; xwe û derdora xwe diguherîne û vediguherîne, rejîmên Kendavê beralî dike, korîdorên ekonomiyê dixe binê kontrolê, ewlekariya xwe di ser her tiştî re digire, ji pêvajoya entegrasyona leşkerî û teknolojîk re pêşengî dike. Ji ber vê yekê, di vê pêvajoyê de hêza ji bo pêvajoyê herî bi amadekarî îsraîl e; li derdora xwe rejîmên li gorî wê ne û pergala aktorên bê hêz ava dike.
Îsraîl bûye aktoreke wisa ku hêzên dijberê Îranê zindî dike û saxlem dike. Ev nîşan dide ku êdî li herêmê hêza hegemonîk, rasterast ne hêzên hegemonîk ên Rojavayî ne, hêza dendik a hegemonyaya hêzên Rojavayî li herêmê Îsraîl e. Normalîzebûna Îsraîlê li cem cîhana Erebî, di rastiya xwe de ne ku rewşa pevneçûnê afirand; planeke veguherînê ya nû ya wisa ya hegemonîk e ku şiklê pevçûnê guhert. Filîstîn êdî ne di navendê de ye; li qiraxê ye. Îran tê tecrîdkirin lê ev ne dorpêçeke leşkerî ye; bi şiklê xeniqandina dîplomatîk û ekonomîk tê meşandin.
Ji nû ve bi rêzbûna dewletên herêmê vê piştrast dike. Îran bi paş dikeve lê hê jî li ber xwe dide. Rûsya heyê lê bê bandor e. Dewletên Kendavê bi hêz dibin, lê ev ne ku bi serê xwe pêk tê, wekî bibin pêveka (duvik) Îsraîlê dibe, dewletên wekî Libnan, Urdun, Misir êdî ne hêzên biryar girtinê ne; hêzên wisa ne ku li ser wan biryar tên wergirtin. DYE’ê, vê dîmenê bi modeleke nû ya ‘kaosa di binê kontrolê de’ dîzayn dike. Êdî hegemonyayên sabit na; beralîkirinên bi pir alî û rêveberî girîng in, cih û mekanên sînordar na, herêmên berfireh, ne tenê aliyê leşkerî, bikarhatin û rolên ku têne diyarkirin girîng in. Dixwazin ku pergala nû ya Rojhilata Navîn, bi sîstemeke ku lawaz e, parçe bi parçe bûye, bi bazirganiya navneteweyî vekiriye û bi kordîne bimeşînin. Li vê Rojhilata Navîn a nû, wê ne sînor ji nû ve werin diyarkirin û ne jî dewletên nû werin avakirin.






