Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘PKK’ê mîras e û mîras nayê windakirin’

11/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘PKK’ê mîras e û mîras nayê windakirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Birayê du şehîdên PKK’ê şehîd Rîhan û Kerîm, Hesen Tahir diyar kir ku PKK’ê di rewşeke ku tekneolojî û komplo tê de li pêşe derket, lewra barê wê girantir bû û berxwedana wê jî mezintir bû. Lê PKK’ê ne tenê gelê kurd parast, hebûna mirovahiyê domand û guhertinên dîrokî di Kurdistan, Rojhilatan Navîn û cîhan de pêk anî.

Derbarê têkoşîna PKK’ê û rola wê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, yek ji welatparêzên Kurd û birayê du şehîdên PKK’ê şehîd Rîhan û Kerîm, Hesen Tahir bersiva pirsên Rojnameye me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn weke malbateke welatparêz, girîngiya derketina PKK’ê ji bo gelê Kurd û azadîxwazan çawa dinirxînin?

Tevî ku beriya PKK’ê gelek tevger û partiyên Kurdî derketin. Lê malbata me bi tu partiyan re nebû alîgir û tevlî tu partiyan nebû. Herwiha mejiyê malbatê beriya PKK’ê ji hemû tevgerên Kurdî zelal û saf bû. Em amadebûn ji bo hatina PKK’ê û li benda fikrekî wekî PKK’ê bûn, lewra dema ku PKK’ê derket dîrek malbat cihê xwe di nav de girt. Di sala 1983’an de min weke kes bi PKK’ê bihîst ku tişekî nû tê ziman ew jî PKK’ê ye, agahiyên min li ser tunebû ku ew Partiya Karkerên Kurdistane, lê di rêya xweşk û birayê xwe yên şehîd de Rîhan û Kerîm min PKK’ê nas kir û min ev yek li ser wê got; “Eger xebatek ji bo gelê Kurd were kirin, encex di rêya vê partiyê be.” Ji ber ku beriya PKK’ê min li ser gelek partiyan xwendibû, lê dîroka PKK’ê dîrokeke cûda û pir bi wate ye.  Partiya Karkerên Kurdistan a yekemîn ku karîbû pirsgirêkan ji hev cûda bike û di vê pêvajoyê de bi awayekî dirist bimeşe, ya girîng jî ew li gorî xwesteka gel bû. Em ji PKK’ê fêrî gelek tiştan bûn, gelek caran me weke gel digot; gerek wisa bibe, PKK’ê insyatîf dikir û eyîn wê dikir beyî ku em jêr re bêjin, ev jî encama dirstbûn û zanebûna wê bû.

Tevlîbûna xweşik û birayê te yên şehîd Rîhan û Kerîm di nava PKK’ê de û xebatên wan yên siyasî bi çi rengî bû?

Dema ku tevgera PKK’ê derbasî Rojava bû, mala me ji wan malên destpêkê ku bûn dilsozê wê. Birayê min hizra PKK’ê derbasî malbatê kir. Herwiha ew di sala 1986’an de li Ekadimiya Mehsûm Korkmaz li ser destê Rêber Apo perwerde dît û nêzî 7 salan xebatên siyasî li Rojava da meşandin. Di heman demê de ew di sala 1989’an de tevlî nava PKK’ê bû û sala 1992’an de li Serhedê bi çekên kîmyasalê şehîd bû. Xweşka min jî di sala 1988’an de xebatên siyasî da meşandin, nêzî salekê jî li Şamê li gel Rêber Apo ma. Piştre di sala 1990’î de tevlî PKK’ê bû û di 1993’an de şehîd bû. Rojava gavên tewrî yên mezin ji bo PKK’ê avêtin.

Tu weke kesayet naskirina te ji Rêber Apo re û dîtina Rêber Apo bandoreke çawa li ser te kir?

Bû şens ji min re ku ez di sala 1994’an de Rêber Apo bibînim. Dîtina Rêber Apo moralekî mezin bi min re çê kir. Herwiha dîtina Rêber Apo bi xwe jî şoreşek bû. Di heman demê de hemû pirsên ku di serê min de hebûn, Rêber Apo bi zelalî ew pirs bi encam dan.

Rêber Apo PKK’ê bi zanebûneke çawa ava kir, herwiha girêdana PKK bi gel re û girêdana gel bi PKK’ê re di çi astê de ye?

Rêber Apo tevgera PKK’ê bi zanbûn û zanisteke mezin ava kir, ji wan re diyar kir ku divê ew di nava gel de bin û pirsgirêkên gel çareser bikin. Rêber Apo dema kadroyên tevgerê perwerde dikir ji wan re digot; “Gel deryaye û win masî ne, divê win ji nava deryaya gel dernekevin, heger hun derkevin hunê bimirin.” PKK’ê li ser xwîna şehîdan hate avakirin. Herwiha di demekê de hat avakirin ku dewleta Tirk gotibû me gelê Kurd hemû xistine şikefta de û me li ser wan baton kiriye, mesleya Kurdî li cem me nema, wê demê PKK’ê ser xwe hilda û got; “Ez heme.” PKK’ê ji her tiştî mezintre û wê ne tenê di nava gelê Kurd de rola xwe lîst, lê belê li ser asta Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwedî rol bû. Gelek şoreşên di cîhanê de me dît lê wekî PKK’ê derneketiye û derketineke weke wê jî dûbare nabe. Herwiha me baweriya xwe hemû bi PKK’ê anî. Ji ber em bawer bûn ku ew ê xebatekî binirx ji bo gelê Kurd bike û hîn jî dike. Bi rêya PKK’ê gel zane bû. PKK’ê gelek şoreş di nava şoreşekê de didan meşandin û hemû beşê civakê girt nav xwe mîna; siyas, aborî, çandî, hunerî, leşkerî û hwd…

Pêvajoya ku PKK’ê tê de derket, çawa bû?

PKK’ê di rewşeke ku ilmaniyet, têknolojiya û komplo tê de li pêşe derket, di rewşeke ku sosyalîzama navdewletî çû tunebûnê hat. PKK’ê di vê qonaxê de derket, lewra barê wê girantir bû û berxwedana wê jî mezintir bû. Herwiha heya dema derketina PKK’ê jî kes li gelê Kurd nebû xwedî, berovajî wê hemû cîhan li ser tunebûna gelê Kurd bibûn yek, ji bo wê li hemberî vê yekê PKK’ê qehremantiyeke mezin kir û heger Partiya Karkerên Kurdistanê beriya xwe bi 20 salan derketiba, wê niha Kurdistan azad ba, lê di demeke ewlemê, têknolojiya û cîhan hemû lê bû yek hat. Tevî vê jî wê guhertinên dîrokî pêk anîn û têkoşîneke watedar ji bo gelê Kurd heya roja îro dide meşandin.

Hûn weke malbatên şehîdên PKK’ê banga Rêber Apo ya ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” çawa dinirxînin?

Rêber Apo di van salên dûr û dirêj hewl dida gelê kurd bi cîhanê bide qebolkirin û heya roja îro jî têkoşîna xwe ji bo vê yekê nedaye rawestandin. Lewra em bi banga Rêber Apo re ne, ji ber ku Rêber Apo dizane ji bo her pêvajoyekê çi pêwîst dike. Rêber Apo dibêje; “Ji salên 1991’an de şerê me şerekî dubare ye”, dîsa jî vê dibêje; “Li ser asta malbatan çiqasî dijminahiya hev bikin, lê di dawiyê de wê li hev bên, tevger jî wisa ne, dewiya hemû şeran aştî divê pêk, lewra aştî çiqas zû pêk bê baştir e,”Lê dewleta Tirk mirovên şofînîstin, dirûşmeyên wan gur e û gur ewqasî xedare, lê her çiqasî dewleta Tirk li derdora PKK’ê çû û hat, nikarîbû bi PKK’ê, ji ber ku Rêber Apo bi izemeta xwe li ser vê yekê disekine.

Li ser banga Rêber Apo PKK’ê gavên tewrîk pêk anîn û Kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist, lê heye niha dewleta Tirk bi cidiyet nêzî vê yekê nebûye, hûn nêzîkatiyên dewleta Tirk çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk gihişte wê encamê ku êdî şer bi PKK’ê re nema tê kirin û wê ew li hemberî vî şerî têk biçe. Tevî ku Rêber Apo ji sala 1991’an de ev gotibû; Dewleta Tirk bi şer nikare me tune bike, lewra çareserî ew e ku em bi hev re rûnên”, lê dewleta Tirk tim dixwest çiroska vê şoreşê vemirînin û digotin heya Rêber Apo vê şoreşê birêve bibe ew têk naçe. Lewra Rêber Apo girtin û komployeke navdewletî li ser dan meşandin. Lê berxwedan bi girtina Rêber Apo nehat rawestandin, berovajî wê qonaxa guhertinê dest pê kir û PKK’ê di nava çiya de her roj xwe nû kir. Di heman demê de jî Şoreşa Rojava ji aliyê PKK’ê ve hat biserxistin, wê demê Dewleta Tirk dît ku Rojava jî biser dikeve, tevî ku wê herêmên Rojava dagir kirine, DAIŞ, Cebhet Elnesra û gelek çeteyên din bi ser Rojava de şandin, lê bê sûd bû. Herwiha bi belafiran bi şev û roj li gerîla dixistin, encam negirtin. Ji ber ku PKK’ê roj bi roj mezintir dibe û teknîka wê xurtir dibe. Lewra dewleta Tirk hesab kir ku ew biser nakeve, êdî ji xwe re gotin em bi rêya mofawedatan li hev bicivin û bawer nedikirin ku wê Rêber Apo bangekî dîrokî bike, lê dema Rêber Apo ev bang kir, di vir de cîhan bi taybet dewleta Tirk matmayî ma, êdî heger dewleta Tirk gavên piratîkî ji bo vê pêvajoyê navêje ewê têkçûnê jiyan bike. Ji ber Dewleta Tirk di demên berê de nikarî fen li PKK’ê bikra niha jî nikare, hem jî PKK’ê bi guhertin îro serkeftina sibê bidest dixe.

Post Views: 53
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.