Asya Weşûkanî.
Herî zêde jî qala hevsengiya jiyana di navbera jin û mêr de, têye kirin û ev jî hîn zêdetir nakokiyan di serê mirov de didin avakirin. Gelo ji ber ku hevsengî di navbera jin û mêran de, tuneye ji ber vêye yan jî sedemeke xwe ya cuda heye û li gorî nêrîna min gerek pir baş ev mijar weke gelek mijarên din were lêkolîn kirin û encam jî bigire. Ji xwe gelek qal û bahs hene li ser hevsengiya jiyanê, lê hîna jî tu encam derneketiye naverastê de û serê gelek lêkolîner û şîrovenasan êşandiye û ew tengav kirine. Weke ku em dizanin di xwezayê de hemû hebûn û zindî, di nava hevsengiyekê de jiyan dikin û hevdû temam dikin û li gorî tevahî zindiyan têye hevsengî kirin. Weke nimûne jî mirov dikare têkiliya di navbera, mişk û mar de bide diyar kirin û di nava zindiyan de nimûna herî balkêş jî ev e.
Weke ku çawa mar havîna mişkan dixwe û di demsala zivistanê de jî mişk maran dixwe û her wiha hevdû denge dikin û nahêlin ku her du jî bi rengekî dirindeyî zêde bibin û zererê li zindîyên din weke mirov bikin. Gelek zindiyên din jî wiha hene ku hevdû denge dikin û ji derveyî gur hemû zindî li gorî pêdiviyên xwe, nîçîra xwe dikin û ji derveyî zikê xwe têrkirinê zererê nadin zindiyan û xwezayê. Weke ku em dizanin yan jî li gorî ku me lêkolîn kiriye, mirovan jî li gorî pêdiviyên jiyana xwe ya komê zerer nedane xwezayê û her tiştek di xwezayê de zindî dîtine û weke ku em dizanin mirovan li gorî pêdiviyên xwe tevger kirine û fikarên xwe bikaranîne û weke ku Rêber Apo gotiye ku pêdiviya dayikê ya şoreşê û mirov jî li ser pêdiviyên xwe şoreşa çandiniyê destpê kirin. Komên mirovan bûn kilan weke komînin roja îro, paşî bûn Qewm, Umet û heyanî netew hat û li ser serê wê netew bûn dewlet.
Ji ber çandiniya xwe war û gund ava kirin û bi demê re, pergala xwe ya bajêr dan çêkirin û rengê jiyana wan hate guhertin û emê jî niha li vir pirseke wiha pirs bikin û bibêjin, gelo çima civaka mirov ji rêderketin jiyan kir û hevsengiya di navbera xwe û xwezayê de jiyan kir. Ez dizanim wê niha her kes bibêje ku mane te bi xwe bersiva xwe da û ezê jî cardin bibêjim ku em nikarin guftuguhekê wiha rû bi rû bikin, lê tekez derfeta me heye ku em fikarên xwe bi riya weşanê bi hevre pareve bikin û fikarên hevdû pirsbikin û di nêrîna min de şert nîne ku em rû bi rû biaxivin, ji ber ku em heman zor û zehmetiyan dikişînin û gerek fikar û helwestên me jî nêzî hevbin û her yek ji me bingehekê civakiye û em di himêza xwezayê de, jiyan dikin û ji mere weke dayika dilnizim û mihrîbane; lê cardin jî hene ên ku xwezaya me xerab dikin û jiyanê li me tarî dikin û cardin, jî em bêdeng û hîs rawestiyayî ne û me meydan ji wan re vala hiştiye.
Niha ji me teyê xwestin ku em xwezaya xwe mala xwe, yan jî himêza dayika xwe biparêzin û weke çavê xwe lê; temaşe bikin û lê xwedî derkevin. Ji xwe şert nîne ku em xweza parêz bikin û nikaribin, ji xwezaya xwe re tiştekî bikin yan jî nikaribin wê biparêzin; lê şerte ku em li hemberî qirşj kirina jiyana xwe û reş, kirina wê helwesta xwe deynin û bêjin hîdî bese, raweste, sitop, weqif. Ji xwe hişmendiya mêrperest û desthilatdar di serî de, dest avête keda jina xwedawend û talan kir û paşî destavête; xwezayê û ew jî tev xerab kir û mija û îro jî mirovan dikin gurê, mirovan û tewriyên ji derveyî aqilan nîşanî mirovan dikin ji bo ku wan ji rêkê derînin. Pergala desthilatdar di serî de destdirêjî li berhem, ked û bendena jinê kir û ew kire kole û di şexsê jinê de; civak xist û koledar kir. Niha jî mirovahî êş û jana 5 hezar salan dikişîne û ketiye, nava qawiseke pir kûr de û hewildide ku xwe jê rizgar bike û ev rizgar kirin; jî wê bi ked û aqilê kolektîf- komî ê civakê were çêkirin.
Ya herî rast jî ewe ku gerek her kes xwe divê mijarê de, beşdar bike û nekeve nava şaştiyan û xwe ji ber erk nede hêlekê û neyê xapandin. Cardin jî gerek were zanîn ku mirovên xweza parêz jî, weke her yekê\î ji mene û ketine nava hewildana parstina xwezayê de; naxwe gerek were zanîn ku ev erka hemû civakê ye û gerek ji xwezaya xwe re, bibin parêzvan û li hemberî her êrîşên hişmendiya mal, mulk, mijokdarî, talan, teknolojiya şer û xerab kirina jiyana civakê derkevin û bi tundî tekoşîn bikin. Gerek hemû beşên civakê bi aqlê xwe yê sosyal û vîna xwe ya azad, tekoşîn bike û li pey heqîqeta xwezaya yekem û duyem be; ji bo ku hevsengiya di navbera mirov û xezayê de, çêbike û ji bo ku hevsengiya dinavbera mirov û mirov de jî bide çêkirin gerek civak were zana kirin. Gerek were zanîn ku mirovê zana û xwedî çanda, etîk wê di tekoşîna xwe de jî serkeftî be û wê nebe zemînê; pergala desthilatdar.
Lê mirovê cahil û nadan wê her ji xerabiyan re, vekirî be û wê her ji pergala desthilatdar re bibe zemînê rihet ku xwe li ser wan; bide jiyan kirin. Tekez gerek were zanîn ku mirov ku tekoşîn bike wê, were azad kirin û wê berhema mirovahiyê jî; biparêze û lê xwedî derkeve. Lê tekez gerek were zanîn ku heyanî mirov nebe xwedî çand, wê her ji pergalê û şerê wê yê taybet re bibe zemînê herî; hazir ku xwe li ser bide berdewam kirin. Weke ku em tev jî dizanin hemû beşên zanistan, di nava dibistan, zanîngeh û saziyên perwerişê yên pergalê de; perwerde dibînin û ji şerbeta heman hişmendiyê, veduxun û weke wan lêtên. Ji ber vê sedemê gerek em her kes xwe lêpirsîn, bikin û bi hişmendiya civaka demokratîk; xwe bi rêk û pêkbikin. Têkoşîneke pir xurt û dumdar bimeşînin ji bo ku em, civak û xwezaya xwe biparêzin û tendurust bihêlin ji bo ku; jiyan li ser were berdewam kirin.
Weke ku tê zanîn pergalê heman tişt ji bo zanista civakê jî, wiha kiriye û mirov kirine weke robotan ji bo ku wijdanê wan lawaz bibe û ne hevudu ne jî xwezayê û zindiyan, his bikin û weke dînazoran li wan were. Mirov wiha bejin buhust kirine ku hew têne dîtin û ew, bê siyeset û etîk hiştine. Ji ber vê sedemê gerek her kes xwe berpirsiyar, bibîne û erka xweparastinê bigire ser şanê xwe. Ji xwe gerek civak parastina xwe ya cewherî beriya, her tiştî esas bigire ji ber ku êrîşên bingehîn li ser civakê ne; bi taybet jî êrîş li ser jinan heye ji ber ku ew pêşengên civakê ne. Lê mixabin binavê wekhevî û azadiyê wiha li serê jinan, kirine ku bûne weke lîstok û amûrên şerê taybet ji bo ku; xizmeta pergalê bikin. Ew jina ku xwedawend bû û pêşengtiya civakê, dikir îro jî bûye amûra xerab kirina civakê û ev jî tiştek; gelekî xerab û kirête. Lê rastiya ku têye jîn eve û tekez gerek were, xerab kirin û dawî li wê siyaseta xebîs were û jin bibe xwedî; nasname û vegere ser esalet û reseniya xwe.
Gerek were bîra her kes ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, 52 salên xwe ji bo azadiya jin û civakê da û îro jî gihaştiye pileya ku; mirovahîyê jî tev bigire nava rûberiya tekoşîna xwe de. Û ev ked û tekoşîna, Rêber Apo ye ku mirovahî jî weke feylesuf, zanyar û civaknas jî bibêjin ew yek ji meye û lê xwedî jî; derkevin û bibêjin ew Nîlsun Mandelayê vê demê ye, lê gerek bêye zanîn ku Rêber Apo Nîlsun Mandêla jî derbas kir û bûye; yekem mirovê ku di vê pileyê de ji mirovahiyê re, tekoşîn dike. Rêber Apo bi tekoşîna 52 salan a bê rawestan, hatiye vê qunaxê û tekoşîna xwe cîhanî kiriye û îro jî; pergala demokratîk a cîhanî kiriye hedefa xwe de û têdikoşe. Weke ku em dibînin û guhdar dikin îro jî Rêber Apo dibêje: Tişta ku em îro çêdikin paradîgma civaka, Demokratîk, Ekolojîk li ser bingeha azadiya jinê ye. Her ji bo wê paradîgmayê xebitîye û tekoşîn kiriye û niha jî dibêje: Emê pergaleke sosyal, demokrat û navnetewî çêbikin.
Ji bo ku tevahî mirovahî bigire nava xwe û rûbera wê fireh bikin û bikin malê tevahî cîhanê ji bo ku dawî, li hişmendiya desthilatdar were. Gerek mirovahî jî bibêje ku serdema dawî lê, anîna pergalên desthilatdar hatiye û werin em jî tev bi hevre rabin ser piyan; ji bo ku em xwe ji wan rizgar bikin. Dema ku dawî li hişmendiya desthilatdar û şerxwaz were, wê demê wê cîhana me bibe weke buhişta baqî û wê tu, kes neheqiyê li kesî neke. Wê li her devera cîhanê bibe şahî û sema. Careke din ez balê dikişînim ser şiroveya ku dibêje: Guhertina pergala desthilatdar xewn û xeyale û ji wan, şermezar dikim û dibêjim: Jiyana azad bi destê mirovê azad têye çêkirin û jiyana, kole jî bi destê mirovê kole têye çêkirin û ger ku mirov ji xwe re jiyaneke; wekhev û azad bike hedef teqez wê pêbîne. Naxwe gerek em bibêjin erka me ya bingehîn çêkirina jiyaneke azade.
Ji xwe 52 sale ku Rêber Apo ji bo wê jiyanê tekoşîn, dike û xerîta wê kêşandiye û tenê maye ku her kes; qinyata xwe pêbîne. Û gerek were zanîn ku tişta heyanî niha Rêber Apo, bi jin û civakê re sozdaye her pêkaniye û ger dereng mabe jî; sersebeb cardin em bi xwene û bêçaretî û fikrîna me ya lawaz bûye. Zûye ne derenge wê fikir û ramanên Rêber Apo, jiyanî bibin û wê dawî li pergala desthilatdar û zalim were. Niha jî erkên ku dikevin ser milê jin û ciwanan û tevahî, beşên civakê ku rastiyan bibînin û xwe perwerde bikin ji bo ji serdema nû re hazirbin. Bijî Rêber Apo pêşengê mirovahiya azadî xwaz. Bijî yekitiya gelan û xuşk û biratiya wan. Jin jiyan azadî û bipêşengtiya jinê wê pergala, demkoratîk serwerê jiyanê bibe.






