Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Sîstema nenavendî  rêya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye’

04/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Sîstema nenavendî  rêya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Serhed/Qamişlo

Endama Navenda Firatê ya Lêkolînan Çinar Salih diyar kir ku Sûriyê niha ji nû ve xwe ava dike, herwiha Sûriyê ji gelek pêkhateyan pêk tê, ji bo wê jî girîng e ku ev pêkhate bi hestên ku ew jî parçeyên ji Sûriyê ne jiyan bikin û jiyankirina wê bi sîstema nenavendî pêk bê.

Nenavendîbûn ne gefe, rêya çareseriyê ye

Pirî caran mijara nenavendîbûn bi awayekî şaş wekî ku gefeke, tên fêmkirin. Yan wekî ku dibe mijara parçebûn, dagirkerî, lawazî an jî destwerdanê, li şûna ku bibe faktorên hevgirtin, rêxistinkirin û hêzê. Nenavendîbûn bi awayekî mezintir bi kûrahî û cidî û bi awayekî kêm ji îdeolojîk. Eger hizira di nava gelê Sûriyê de belav bûye ku nenavendîbûn gefê li nasnameyan dixwe, dema hatiye ku were ceribandin, ango nenavendîbûn destpêka sereke ya avakirina nasnameyan ya herî zêdetir hevgirtî û aram e. A girîng di hizira nenavendîbûnê de, ew e ku nêrîna ji bo birêvebirina jiyanê, kar, hilberandin û jiyan li herêmê, nenavendî bi çavê faktorên xwecihî be. Nenavendîbûn beşek ji dînamîkên siyasetênên giştî û rêveberiya jiyana civakî ye. Bi qasî ku taybetiyên etnîkî û olî û hwd girîng in, pêwendiya civakî û pêkvejiyana neteweyî jî girîng e. Nenavendîbûn metirsiyekê li ser nasnameya Sûriyê çênake, berovajî wê civakê ji mêtinkarî û zordestiyê diparêze.

Rêveberiya Xweser teşeyeke nenavendîbûnê ye

Nevnavendîbûn gelek teşeyan digre nava xwe ji wan fedralîzim, rêveberiya xweser, rêveberiya xwecihî û hwd…gelek şêweyên nenavendîbûnê hene. Mînaka wê bi avakirina teşeyek ji teşeyên nenavendîbûnê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser e. Bi avakirina Rêveberiya Xweser re gelek pêşketinên berbiçav di hemû aliyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin, ji wan jî jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên cuda de û hevgirtina civakê. Di heman demê de Rêveberiya Xweser sîstema herî guncaw a ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku îradeya gelan pêk tîne û wekheviyê dixe navbera hemû pêkhateyan de. Herwiha bêyî gel tu rewabûn ji çi destûr û pêşeroja li Sûriyê re tune ye.

Derbarê Sîstema nenavendî, endama Navend Firatê ya Lêkolînan Çinar Salih ji Rojnameya me re axivî.

Çinar Salih eşkere kir ku Sûriyê dewleteke li ser kavlên Osmaniyan hatiye avakirin û wiha got: “Sûriyê dewleteke ku li ser kevlên hilweşandina impratoriya Osmaniyan hat avakirin, beriya wê tiştek bi navê Sûriyê wek dewlet tinebû. Piştre Ferensa hat li Sûriyê cih girt û dema ku Ferensa ji Sûriyê derket, hikumeteke bin kontirola xwe li Sûriyê ava kir. Ji Ferenasa heya dema hatina baas, karektêrên dewletê giştî hat guhertin ku bû netedewletekî gelekî teng, hem jî netewdewletekî ne wekî dewletnetewên derdora xwe. Ji ber ku Ferensa jî dewletnetew bû, lê pîvanên wan hebûn. Lê Sûriyê bi pîvanên irfî meşiya û di nava xwe de zagon û destûr negirt.  Tenê Sûriyê dewleteke leşkerî bû û piştgiriya xwe giştî dabû ser istixbartbûnê, Sûriyê dewleteke bi vî rengî hatibû çêkirin. Li hemberî vê dewletê tiştê herî girîng ew bû ku tu carî Kurdan hestên ku ew parçeyeke ji vê dewletê ne jiyan nekirin. Hem jî hestên ku xwe di nava vê dewletê de digirin nedîtin ev heya hilweşîna baasê jî dihat jiyankirin.”

‘Girîng e ku pêkhateyên Sûriyê binesaziya Sûriyê ji nû ve ava bikin’

Çinar Salih eşkere kir ku Sûriyê niha di asta destpêkê de ye û wiha pê de çû: “Piştî hilweşandina rejîma Baas, êdî desthilateke nû çêdibe. Desthilata nû jî hîna saz nebûye û gelek guman li ser hene. Sûriyê niha di asta destpêkê de ye û ji nû ve ji bermahiyên xwe derdikeve. Sûriyê ji gelek pêkhateyan pêk tê ku ew jî ev in; Kurd, Diruz, Elewî, Mesîhî, Ereb û hwd… ji bo wê jî girîng e ku ev pêkhate bi hestên ku ew jî parçeyên ji Sûriyê ne jiyan bikin, hem jî bi hev re binesaziya Sûriyê jinûve ava bikin, ev yek jî wê bi rêya sîstema xweserî an nenavendî pêk bê. Ji ber ku bi terzê berê ne pêkane ku berjewendiyê dewletê li ser berjewendiyên civakê were avakirin. Ji ber dema dewlet berjewendiyê xwe biparêze, berjewendiyên gel û pêkhateyan tê jibîrkirin. Bi vê yekê wê dîsa  gel û dewlet ji hev qut bibin, ji bo ku ev pêk neyê, nenavendî dermanê wê yê herî başe.”

‘Bi hişmendiyeke tundrew Sûriya nû nayê avakirin’

Çinar Salih anî ziman ku nenavendîbûn ne cûdahiye û wiha got: “Nenavendî ne cûdahiye, lê kesên li derdor desthilatdariyê vê yekê ji xwe re dibêjin. Berovajî wê nenavendîbûn pêşxistin û lezbûne. Di deman niha de ya pêwîst jî ew e ku guhertina sîstema navendî were kirin û çareserî ji bo vê yekê nenavendîbûne. Hem ji bo Sûriyê bi taybet avakirina Sûriyeke demoratîk û sîstemeke nenavendî di roja îro de girînge. Ji ber bi hişmendiyeke tundrew Sûriya nû nayê avakirin, hem em bêjin dewletên derdor Sûriyê û pêkhateyên di hundir Sûriyê de jî li dijî hişmendiya tundirewin.”

‘Mafê civakê di garantiyê de be’

Çinar Salih axaftina xwe wiha bidawî kir: “Avakirina Sûriya nû hewcedarî civakê ye ku ew civaka di hundir wê de li gorî xwestekên xwe Sûriyê ava bikin ku mafê wan di garantiyê de be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.