Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin bi çandiniyê dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe

04/06/2025
in JIN
A A
Jin bi çandiniyê dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Li bajarê Kobanê, jin kevneşopiya çandina baxçeyên fêkiyên werza havînê ne tenê ji bo pêwîstî, di heman demê de wek îradeyek dilsoziya bi axê re dibînin. Jin bi van rêbazan bi asanî debara malbatê birêve dibe.

Li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin baxçeyên fêkiyên werza havîn û zivistanê çêdikin û pêwîstiyên xwe pêk tînin. Jin ji bo hewceyî bazarê nebin û ji bo domandina jiyana xwe, bi axê hilberînê dikin.

Kobanê ya ku di aliyê çandiniyê de gelek dewlemend e, bi genim, ceh, cureyên beqlayan û bi taybetî jî bi baxçeyên fêkiyan tê nasîn. Li bajarê ku gelek darên zeytûn û fistiqan hene, piraniya gel û bi taybetî jî jin, bi çandiniyê re eleqedar dibin. Baxçevantiyê wek pîşeyek kevneşop ku ji demên berê heta îro aniye, didomînin.

Jin di destpêka meha Gulanê de li ber deriyê malên xwe baxçeyên havînê çêdikin. Pêwîstiyên xwe yên fêkî û sebze, ji vê derê pêk tînin. Di heman demê de amadekariyên zivîstanê jî dikin. Şitlên ku di meha Adarê de li serayan çandine, di meha Gulanê de di baxçeyan de diçînin. Di mehên havînê de berhemên dexl diçînin.

‘Em pêwîstiyên xwe ji baxçeyên xwe peyda dikin’

Hatîce Îman a 67 salî ya ji gundê Minaze ye, rola jinan a di çandiniyê de bi van gotinan anî ziman: “Em wek xelkê gund, gelek girîngî didin çandiniyê. Çandinî bingeha debara me ye. Ji bo me jinan mijûlbûna bi baxçe ve, awayek jiyanê ye. Her berhema di baxçeyê me de bi hezkirin mezin dibe. Li ber deriyê her malekê biçûk jî be baxçeyek heye, ên ku eraziyên wan ên mezin hene sûd didin herêmê. Li ber deriyê mala min baxçeyek biçûk heye, tenê ji bo pêwîstiyên mala xwe ez diçînim. Ji bo zivîstanê ez amadekarî dikim. Ya zêde didim cîranan, ên xwedî pêwîstî û mirovên xwe yên li bajêr.”

‘Ez bi hezkirin dixebitim’

Hatîce Îman da zanîn ku du cûreyên wê yê baxçe, yê zivîstan û havînê hene û wiha got: “Eleqederbûna bi baxçe re baldariyek mezin divê. Avdan, paqijkirina giya, gubre û derman şert e. Ger lênêrînek baş were kirin, wê di nava 50 rojan de berhem were girtin. Tevî temenê xwe, ez bi hezkirin dixebitim. Berhemdayîna yekem, westandina min dide jibîrkirin. Dîtina hilberandina berhemên xwe têra min dike.”

‘Ev çand ji dayîka me maye û em didin jiyîn’

Halîsiye Emer bal kişand ser girîngiya rola jinên gund a di baxçeyên çandiniyê de û wiha got: “Her serê biharê, em li baxçeyên xwe sebzeyên cûda diçînin. Ji bo havînê berhemên nû dixwin û ji bo zivistanê jî em amadekariyên hişkkirina berheman û konserveyan dikin. Bi saya baxçeyê me pêwîst nake em ji bazarê tiştekê bikirin. Em sebze û pêwîstiyên xwe bi xwe peyda dikin.”

‘Baxçevanî pîşeya dapîra me ye’

Halîsiye Emer bal kişand ser dilsoziya bi axê re û wiha got: “Ax, ked û ava me heye. Bêyî muhtacî kesê em dijîn. Xebitîna di baxçe de tê wateya berhem û aramî. Têkiliyek taybet a jinan bi çandinî û axê re heye. Baxçevantî pîşeya dapîra me ye. Em ji dayîka xwe fêr bûn. Em vê keveneşopiya berê didomînin û em gihandina ji nifşên nû re didomînin.” NÛJINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.