Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de yên 29-30’ê Gulanê herî kêm 11 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayin:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin:
29’ê Gulanê saet 17:45’an, hêzên me yên YJA Starê li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekayê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
30’ê Gulanê saet di navbera 12:30-17:30’î de hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me roja 30’ê Gulanê saet 07:30’î, li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de çepera ku leşker lê bûn bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin.
Yekîneyeke dijmin ku ev demeke li girê Kelebekê yê navbera gundên Kola û Dêmanê yê navçeya Şemzînanê bi cih bûye, ji aliyê hêzên ve hatin kontrolkirin. Û 30’ê Gulanê saet 19’an hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Bi derbên ku ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin.