Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Diyaloga Sûrî-Sûrî; Bingeha Sûriyeke nenavendî û demokratîk e

01/06/2025
in POLÎTÎKA
A A
Diyaloga Sûrî-Sûrî; Bingeha Sûriyeke nenavendî û demokratîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Endama Ofîsa Têkiliyên MSD’ê li Kantona Cizîrê Derya Remedan diyar kir ku girîngiya demê û qonaxa ku em tê de jiyan dikin bi diyaloga Sûrî-Sûrî heye, tenê bi diyalogê gelê Sûriyê dikarin bighên xalên çareseriyê û dawî li kirîzên mezin bînin.

Di 8’ê Kanona 2024’an de bi hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina HTŞ’ê li ser desthilata Şamê guhertinên cewherî di giştî Sûriyê de û li hemû astan pêk hat. Pê re jî yekirina aliyên Kurdî bû mercê bidesxistina mafê gelê kurd di Sûriya nû de. Di encamê de Konferansa yekhlewesta Kurdî li Rojava hat lidarxistin û helwesta aliyên kurdî heya astekê bû yek. Herwiha yek ji mercên avakirina Sûriyeke nû, demokratîk û pirengî, pêşxistina danûstend û diyaloga Sûrî-Sûrî ye ku bêyî destwerdana aliyên derve ya ku her tim ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Di heman demê de yekrêziya Kurdî bû bingeha diyaloga Sûrî-Sûrî. Li ser vê bingehê jî, ji aliyê Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokrat MSD’ê gelek konferans, civîn û çalakiyên cûr bi cûr di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin.

Derbarê diyaloga Sûrî- Sûrî, endama Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Kantona Cizîrê Derya Remedan ji Rojnameya me re axivî.

Derya Remedan diyar kir ku Sûriyê piştî hilweşîna rejîma Baas di pêvajoyeke demikî re derbas dibe û wiha got: “Îro roj weke em dibînin Sûriyê di dem, hikûmet û destûrekî demikî re derbas dibe. Lewma her kes meraq dike wê Sûrî di pêşerojê de ber bi ku ve here. Ji bo vê yekê gelek xal tên nîqaşkirin mîna; 8 xelên girîng ên ku di hevpeyaman di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) Mezlûm Ebdî û Rêveberê desthilata Şamê Ehmed El-Şeri hatine imzekirin û wê ev xal li ser erdê çawa pêk bên. Girîngiya demê û qonaxa ku em tê de jiyan dikin, girîngiya wê bi diyaloga Sûrî-Sûrî heye. Herwiha diyalog ew e ku ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser, lê bi hemû pêkhateyên Sûriyê diyalog were kirin.”

‘Sûriya nû ne mafewer be wê kirîz mezintir bibe’

Derya Remedan destnîşan kir ku daxwazkirina maf di destûrê Sûriya nû de erkê hemû pêkhateyên Sûriyê ye û wiha got: “Ji mafê hemû netewên ku li Sûriyê jiyan dikin cihê xwe di destûrê Sûriyê de bigirin û mîna berê neyên paşguhkirin û rola wan were windakirin. Ji ber her pêkhateyekî ku li ser axa Sûriyê ye, xwediyê heman mafî ye ku bi nasnameya xwe ya çandî were qebokirin. Di heman demê de di destûrê Sûriyê de bên tesbîtkirin. Her çiqasî rejîma Baas bi tundî di derheqên hemû pêkhateyên di Sûriyê de siyaseta xwe pêk tanî, lê niha ev rewş hatiye guhertin û avakirina Sûriyeke nû ku mafewer û demokrat be girîng e. Heger di Sûriya nû de ev yek pêk neyê wê kirîza Sûriyê hîn kurtir û mezintir bibe.”

‘Bi diyaloga li ser maseyekê em ê bighên xalên çareseriya kirîza Sûriyê’

Derya Remedan êşkere kir ku beriya niha gelek hewldanên diyalogê ji aliyê Rêveberiya Xweser û MSD’ê ve hatine kirin û wiha got: “Beriya niha rêya diyalogê ji aliyê rejîma Baas a hilweşyayî ve dihate astengkirin. Tevî ku Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk jî gelek hewldan kirin, kongr û konferans jî lidar xistin û herdem tekezî li ser diyalogê dikirin ku gelên Sûriyê werin bi hev re li ser masekê rûnên, bi hev re qeder û mafên xwe nîqaş bikin û bighên xalekî çareseriya kirîza Sûriyê, lê ev yek ji aliyê rêjîma Baas ve dihate astengkirin. Her kes jî dizane ku deriyê diyalogê ji aliyê gelê Kurd ve her dem vekiriye û ji bo çareseriyeke bi rêya demokratîbûna Sûriyê her dem hewildan têne kirin. Helkeftinên hevpeymana yekemîn di dîrokê de jî tê nîvisandin ku beşekî Sûriyê Kurd bêtirî xwe temsîl dikin, ev jî gavekî dîrokî ye, deriyeke vebûye ev derî jî li vê helkeftinê de derket, ew jî helkeftina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoratîk QSD Mezlûm Ebdî û Rêveberê desthilata Şamê Ehmed El-Şeri û 8 xalên wê yên girêdayî qeder û mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê giştî tê de diyar û misoger dibe. Di heman demê de hevpeyaman Helebê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî derbarê parastina wan her dû taxan de gavekî girîng bû.”

‘Diyalog rêya Sûriyeke demokratîk û nenavendî misoger dike’

Derya Remedan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xuyaye Sûriyê bi guhertineke siyasî ve diçe û wiha got: “Rêkeftin û nîqaşên ku niha bi desthilata Şamê re têne kirin tê wateya ku em ber guhertineke siyasî ve diçin, di heman demê de jî diyar dibe ku em dikarin li ser maseyekê bi hev re rûnên û tiştên heyî giftûgo bikin. Herwiha bi rêya danûstendin û diyalogê tekez em ê bighên encmanan. Hêviyên me jî hene ku di pêşerojê de wê diyalogên baş bên kirin ku ew jî diyalogên derbarê mafên hemû pêkhateyên li Sûriyê jiyan dikin. Diyalog rêya Sûriyeke demokratîk û nenavendî misoger dike.”

Post Views: 38
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.