Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Nisriya Mehmûd û Hevseroka Komînê Gulîstan Fatimê anîn ziman ku divê mafê jiyanê yê jinê were parastin û gotin “Kuştina jinê kuştina civakê ye”.
Kuştina jinan a ku di van demên dawî de zêde bûye, yek ji pirsgirêkên herî girîng ên cîhanê ye. Kuştina jinê weke kuştina bi zanebûn a li hemberî jinê tenê ji ber ku jin e tê pênasekirin. Kuştina jinan ne tenê kuştinek e, di heman demê de pirsgirêkek civakî ye. Derbarê vê mijarê de Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan Nisriya Mehmûd û Hevseroka Komînê Gulîstan Fatimê ji Rojnameya me re axivîn.
Rêvebera Rêxistina Sara Nisriya Mehmûd destîşan kir ku Kuştina jinan pirsgirêkek cidî a civakî û derûnî ye û wiha got: “Di dema niha de qetilkirina jinan zêde bûye û bûye pirsgirêkek ku çareserî jê re pêwîste, herwiha ev qetilkirin nîşaneya wê yekê ye ku jin di civakê de weke welatiyên pileya duyemîn tên dîtin û asayîkirina tundiya li ser jinê ye.
Piraniya yên ku jinê qetil dikin dibin navê “namûsê” de wê qetildikin, lê “Kuştinên namûsê” pirsgirêkek cidî ye ku li seranserê cîhanê bandorê li jinan dike. “Kuştina namûsê” kuştina jin an keçekê ye, bi gelemperî ji hêla endamek malbatê ve, ji bo kiryarek ku tê îdiyakirin ku “namûsa malbatê” binpê dike; pêk tê. Van kiryaran bi gelemperî tevgerên wekî têkiliyên derveyî zewacê an îdiyayên ensest di nav xwe de digirin. Pêwîste ku jin jî xwe ji îdiyayan biparêzin û xwe dûrî şaştiyan bibin, xwedî li xwe derkeve û pêwîste di civakê de hişyariya tundiya li ser jinê bê zêdekirin.”
‘Li hember qetilkiria jinan bêdeng nemînin’
Hevseroka Komînê Gulîstan Fatimê diyar kir ku mafê jiyanê yê jinan divê were parastin û wiha got: “Divê em li dijî kuştinên jinan dengê xwe bilind bikin û li dijî vê tundiyê bisekinin û jin bi hev re alîkar bin. Em li dijî qetilkirina jinan bêdeng namînin, herwiha ji bo jiyaneke bê tundî, ji bo mafê xwe ji bo ku jinek din ji me kêm nebe em têkoşîna xwe dimeşînin. Em qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin û banga cezakirina kujeran dikin.”