Thursday, May 29, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ez bi muzîkê dijîm’

28/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Ez bi muzîkê dijîm’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Hunermenda Kurd Laçîn Ibrahîm destnîşan kir ku çanda kurdî ya devkî, beşeke bingehîn e ku bi saya hezkirî, hunermend û stranbêjan derbasî nifşên din dibe û wiha got: “Ez bi muzîkê dijîm.”

Gelek hunermendên Kurd mîras û çanda gelê Kurd bi stranbêjiyê parastin. Û di parastina çand, huner û nirxê gelê kurd de hunermend, tembûrvan û stranbêjên ciwan ên Kurd rolek mezin lîstin e. Ciwanên kurd ji bo parastina mîrata çandî ya kurdî kedeke mezin dane. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bi Hunermendên xwe yên ciwan dewlemend e û bi taybet jin, zarok û ciwan, yek ji wan jî hunermend Laçîn Ibarhîm e.

Kurtejiyana hunermenda Kurd Laçîn Ibrahîm

Laçîn Ibrahîm di 15’ê Tebaxa sala 2002”an de li gundê Çeqela a navçeya Cindirês hatiye jiyanê. Ew di temenkî biçûk de ji dev dibistanê berdaye û bi muzîkê mijûl bûye. Wê Peymangeha Ariya a Akadimî xwendiye û fêrî lêdana Tembûr  û Gîtarê bûye. Berhemek wê bi navê (Dilê min diyarî ji bo te ye) û di 2016”an de wê xelata yekemîm bir di fastîvala hawar de li bajarê Efrînê.

Derbarê jiyan û hunera xwe de Hunermenda Kurd Laçîn Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji temenê 6 salî ve dest bi stranbêjiyê kir’

Hunermend Laçîn Ibrahîm anî ziman ku wê ji temenê 6 salî ve dest bi stranbêjiyê kir û wiha got: “Min ji zaroktiya xwe de li dibistanê li gel hevalên xwe herdem distira. Yê ku destek da min û piştgiriya min kir û hişt ku ez bi stranbêjiyê mijûl bibim bavê min bû, wî dît ku ez ji muzîkê hez dikim û jêhatiya min tê de heye. Bavê min hertim moralê min bilind dikir û baweriya wî bi min û dengê min hebû û ji bo wî min ev rê temam kir, bavê min jî tembûrvaneke û ji muzîkê hezdike ji ber wê piştgiriya min kir. Gelek kes ji malbata min bi hunerê mijûl bûne, ji ber wê min jî ji hunerê û muzîkê hezkir.”

‘Ji bo min muzîk jiyan û hezkirin e’

Hunermend Laçîn Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand û got: “Mirov dikare bi stranbêjiyê hestên xwe bîne ser ziman û parve bike, herwiha stranbêjî ji bo min cihê rehetiyê ye û aramiyê ye. Stranbêjî ji bo min jiyan û hezkirine, kêfxweşî û  zordariyên  ku di jiyanê de çêdibin, ez dikarim bi riya muzîkê û stranbêjiyê derxim holê. Daxwez û banga min heye ku li hemû ciwan û nifişên nû yên ku dikevin karê hunerê, ku li ser vê riyê bi awayeke cuda û taybet temam bikin ûbal li ser sitranên filiklorê bikşînin ji ber ku filklor namire her dem em wek nifişên nû pêwîste ku em bi awayekî xweş zindî bihêlin, herwiha bang li hunermendan dikim ku çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşên nû.”

Post Views: 103
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
ROJEV

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

29/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.