Thursday, June 5, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Desthilata Şamê bi hişmediya DAIŞ`ê komkujiyan li dijî gelên Sûriyê pêk tîne’

25/05/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Desthilata Şamê bi hişmediya DAIŞ`ê komkujiyan li dijî gelên Sûriyê pêk tîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Berpirsa Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê eşker kir ku piştî ketina Rêjîma Baas bi hevkariya hêzên navdewletî desthildariya Şamê hat ser desthildariyê. Herwiha ji dema hatina li ser desthildariyê, Sûriyê di nava aloziyan de jiyan dike û bi hişmediya DAIŞ’ê komkujiyan li dijî jinan û tevahiya gelên Sûriyê pêk tîne.

Di derbarê rewşa Sûriyê ya dawî û komkujiyên li civaka elewî û durziyan pêk hatine  Berpirsayara Komîteya Têkilyan a Kongra Star Emîna Osê bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

Desthilatdariya Şamê êrişên xwe li ser civaka Elewî û Durzî nedaye seknandin û ji xwe re rawa dibîne hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Weke tê zanîn piştî ketina Rêjîma Baas bi armanca hevkariya hêzên navdewletî desthilata Şamê hate li ser deshildariyê, herwiha xewin û xeyalên tevahiya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke wekehev û Demokratîkî were avakirin û her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê daxuyakirin. Lê mixabin piştî hatina desthildariya nû li ser desthildariyê ew xewin û xeyalê gelê Sûriyê hatin şikandin. Ji ber ku ev desthildarî bi hişmendiya DAIŞ’ê komkujiyan li dijî jinan û tevahiya gelê Sûriyê pêk tîne. Em dibînin ku ev desthildarî di 8’ê Adarê de li dijî civaka Elewî gelek komkujî pêkanî û heta roja îro ev komkujî berdewam dikin û bi hiceta ku civaka Elewî girêdayî Rêjîma Bass e. Di van demê dawî de di herêmên Şamê de jî li Cermane û Sehnayede gelek komkujî li dijî pêkhateyên Dursî pêkanîn. Ev desthildariya bi vî rengî bi tu awayî nikare nasnameya hebû pêkhateyên ku li herêmê dijîn hebêz bike, ji ber ku Sûrî welatekî pir rengîne û gelek pêkhate lê jiyan dikin. ji ber vê yekê bi tu awayî gelê Sûriyê vê desthildariya bi vî rengî napejrînin.

Di heman demê de li gorî rêjeya navendên lêkolînên mafê mirovan ji destpêka komkujiyên li dijî civaka Elewî 4 hezar û 700 mirov hatin qetilkirin. Heta demekê raya giştî balkişand li ser vê yekê lê hate bêdengkirin dibin navê derxistina komîteyeka lêkolînan. Lê mixabin ji ber dirêjkirina vê komîteyê heta niha komkujî li dijî civaka Elewî ne hatine rawestandin. Desthilata Şamê derfet dît ku komkujiyên xwe li dijî Elewî û Durziyan berdewam bike û bi rebazekê cudatir. Herwiha em dibînin ku ev desthilata Şamê êrişên li ser civaka Elewî û durziyan ji  xwe re rawe dibîne.

 Bi erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef heman peyama komkujiyê ji bo gelê Kurd jî tê dayîn. Herwiha xeteriya li ser jinan, gelan û bawiriyên li herêmê di asta jor de berdewame hûn ji bo wê yekê dikarin çi bêjin?

Desthildariya Şamê kesên sûcdar û dîroka wan pir tariya di nava rêvberiya xwe de erkedar dike, herwiha serçeteyên mîna Mihmed Casim Ebû Emşa û Hatim Ebû Şeqra ên ku destê wan di kuştina jinan û gelê Sûriyê de heye weke fermandaran di nava artêşa xwe de erkedar dike. Lewma me dîtî ku di vê dema dawî de serçeteyê girêdayî dagerkeriya Tirk û kujerê Hevrîn Xelef Hatim Ebû Şeqra weke fermandarê ferqeya 86’an li herêmên Dêr zorê, Reqa û Hesekê erkedar kir. Ev serçeyê ku mafê mirova binpêkiriye û bi hezara sûcê şer kirye û di asta navdewletî de kesekî teror e.

Di heman demê de heta niha encamên desthildariya Şamê ne hatine bi cîkirin û tu xebat ji bo wê ne hatine kirin. Ji ber vê yekê ev serçete bi rihetî bê ku werin cezakirin erkê di asta bilind de di nava artêşa desthilata Şamê de cihê xwe digirin. Ev dibe bingeh ku gelê Sûriyê û raya giştî baweriya xwe bi vê desthildariya bi vî rengî neyînin. Ji ber ku ev desthildarî sûcdaran di nava rêveberiya xwe de erkdar dike. Herwiha ev xala ku li ser tê seknandin ku çi hevdîtinên çêdibin vê xalê tînin ziman û dibêjin pêwîst e hebûna van kesên biyanî û sûcdar di Sûriya nû de nebin.

Helbet ev kesên ku destê wan di xwîna gelê Kurd û tevahiya gelê Sûriyê de heye bi tu awayî em van kesan di nava Sûriya nû de napejrînin û divê ku ev kes di asta navdewletî de werin cezakirin. Ev bûyerên ku têne kirin encamên ku siyaseteke ne li hevkirineke civakî ya ku dimeşînin, herwiha desthilata Şamê li ser welatekî pir rengîn yek hişmedî ferzkiriye. Ji ber vê yekê niha Sûrî di nava aloziyeke mezin de jiyan dike û welatekî ku di nava aloziyan de jiyan bike wê bi tu awayî ew welat pêşnakeve û wê di aliyê aborî de hejariyeke mezin çêbibe. Welatê ku hejartî lê hebe DAIŞ xwe lê zindî dike û ev komkujiyên ku niha li dijî jinan û tevahiya gelê Sûriyê tê kirin, dibe zemîneke li pêşiya DAIŞ` ku xwe di Sûriyê de zindî bike.

Desthilatdariya Şamê zextên li ser civak û jinan dixwaze Destkeftiyên Şoreşa Rojava bi têkoşîna li hemberê DAIŞ’ê gerdûnî bûbû. Îro careke din dixwazin feraseta DAIŞ’ê zindî bikin, ew jî ji bo gelê Sûriyê û Bakur Rojhilatê Sûriyê xeterîyeke mezine hûn wî çawa dinirxînin?

Di pêvejoya 14 salan de QSD’ê YPG û YPG li hemberî DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedaniyeke bêhempa da meşandin. Bi armanca ku destkeftiyên herêmê biparêzin,herwiha serkeftina têkbirina DAIŞ’ê di aliyê erdnîgarî de diyarî cîhan û mirovahiyê kirin. Cîhan bi tevahî bi hêza QSD’ê û têkoşîna gelê Kurd kêfxweşiya xwe diyar kir. Lê îro divê pêvjoyê de şerê pêkhateyan heye û pêvejoyeke ku desthilata Şamê îradeya gelê Sûriyê nasnake. Lewma em dibînin ku ev desthilatdarî îrade û mafê jinê di Sûriya nû de paşguh dike. Ruximî ku jinê têkoşîn û berxwewdaniyeke bêhempa di Sûriyê de da meşandin û gelek destkeftî bi destxistin, lê ewqas hevdîninên ku çêbûn desthilata Şamê behsa rol û mafê jinê di destûra Sûriyê ya nû de nekir û vê yekê paşguh dike. Ji ber vê yekê pêwîst e ku jinên Sûriyê vê hişmendiyê nepejrînin û asta têkoşînê bilind bikin.

Peyame we çi ye?

Helbet ev desthilatdariya ku mafê jinê binpêdike û roja komkujiyan li dijî jinan pêk tîne bi tu awayî jinên Sûriyê vê desthilatdariya napejrînin. Herwiha desthilata Şamê îradeya gelê kurd ji hebû aliyan ve napejrîne ne di aliyê destûrê û diyalokan de û hebû rêbazê ku destkeftiyan bê îrade bike bi kar tîne. Bêguman em weke herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê her dem ji bo diyalokê re amedene. Niha di vê demê de ji me tê xwestin ku em asta têkoşînê bilind bikin û xebatên xwe hîn zêde tir bikin. Ji bo ku em karibin di nava Sûriya nû de bi rola xwe bilîzin.

Post Views: 54
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.